Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bila dewleta Tirk ji Babê derkeve

12/06/2018
in NÛÇE
A A
Bila dewleta Tirk ji Babê derkeve
Share on FacebookShare on Twitter

Meclîsa Leşkerî ya Babê bi daxuyaniyekê derbarê kiryarên dewelta Tirk yên li Babê û bang li civaka navnetewî kir zextê li Tirkiyê bikin da ku ji Babê û Bakurê Sûriyê derkeve û koçber vegerin warê xwe.
Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Babê li bajaroka Erîma ya girêdayî Babê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsê Cemal Ebû Cûma ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; ˝Aloziya li bajarê Babê û tevahiya Sûriyê dewam dike. Gelê me rastî zilma dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê tê. Em weke Meclîsa Leşkerî ya Babê careke din hebûna hêzên Tirkiyê li bajar û gundên me û Sûriyê şermezar dikin û weke dagirkerî pênase dikin.
Ev bûye du sal Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê bajarê me Bab dagir kirine. Piştî ku bajarê me dagirkirin, mal û mulkên şêniyên herêmê didizin, gel digrin û destûr nadin ku gel vegere bajarên xwe.
Herî dawiyê artêşa Tirk û komên çete li nexweşxaneya El-Hikme êrîşî karmend û hemşîreyên nexweşxanê kiribûn. Girtîgehên Tirkiyê yên li Babê niha ji gelê bêsûc tijî bûne. Ji ber ku li Babê jiyaneke aram û bi ewle nemaye şêniyên bajarê Babê û gundewarên wê neçar dimînin ku koçber bibin. Tirkiye li gel polîtîka tirkirina şêniyên herêmê destê xwe datîne ser malên şêniyan û weke navendên leşkerî ji xwe re bikartînin.
Em bang li civaka navnetewî dikin ku destwerdana Tirkiyê bikin û zextê lê bikin ku xwe ji Babê û Bakurê Sûriyê vekşîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.