Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Demîrtaş bersiv da derewên Erdogan

12/06/2018
in NÛÇE
A A
Demîrtaş bersiv da derewên Erdogan
Share on FacebookShare on Twitter

Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selaheddîn Demîrtaş bersiv da derewên Erdogan ên li ser bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên ji bo Kobanê.
Demîrtaş ji Erdogan re got, “Eger tu fermana min a ji bo kuştina 53 kesî îsbat bike, soz ez ê xwe ji namzetiya Serokkomariyê vekişînim.”
Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe, di hesabê xwe yê Twitterê de bi sernavê “Derewên Erdogan ên li ser Kobanê” peyam weşand. Peyamên Demîrtaş wiha ne:
“Ji kerema xwe bi baldarî bixwînin û bibînin bê li hemberî me zîhniyeteke çawa heye. Dema destpêkirina provokasyon û şîdeta di xwepêşandanên Kobanê de, 5-6’ê Cotmehê nîne. Dema destpêkirina wan, 7’ê Cotmehê û piştî wê ye ku Erdogan wê rojê got, ‘Kobanê li ber ketinê ye’. Piştî vê daxuyaniyê mirovan jiyana xwe ji dest dan. Der barê min û rêveberiya HDP’ê de ji ber bûyerên Kobanê dozeke bi tenê jî nehatiye vekirin. Hejmara mirovên di bûyerên Kobanê de hatine kuştin 53 nîne, hejmar 43 ye. 6 jê ji HUDAPAR’ê ye, 2 wezîfedarên ewlekariyê ne ku bi sûîqestê hatin kuştin, 2 jê penaberên ji Sûriyê ne, 33 jê HDP’yî ne. Ji bilî 6 endamên HUDAPAR’ê, li ser kuştina mirovên din doz û lêpirsîneke xurt nehatiye vekirin. Bûyerên Kobanê, berevajî îdîayên Erdogan piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an neqewimîne. 8 mehan berî hilbijartinê, yanî 7’ê Cotmeha 2014’an qewimîne. Piştî bûyerên Kobanê 5 mehên din jî di navbera me û Erdogan-AKP’ê de ji bo pêvajoya çareseriyê hevdîtinan dewam kirin. Yanî Erdogan ku îro me weke ‘terorîst’ nîşan dide, 5 mehan piştî bûyeran jî bi me re hevdîtin kir. Ji bo provokator û hêzên ku rê li ber bûyerên Kobanê vekirine eşkere bibin, me 12 caran pêşnûmeya pirs û lêkolînê dan Meclîsê, lê ji aliyê AKP’yiyan ve hatin redkirin. Ya ku Erdogan pê diêşe, kuştina welatiyên me bi rengekî hovane nîne. Ya ku Erdogan gelekî pê diêşe, têkçûna DAÎŞ’ê li Kobanê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.