Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komkujiya Enqereyê karê AKP’ê ye

12/06/2018
in ROJEV
A A
Komkujiya Enqereyê karê AKP’ê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Li gorî malpera Ahval, servîsa veşartî ya Yekîtiya Ewropayê EUINTCEN raporeke ‘veşartî’ amade kir û tê de destnîşan kir ku berpirsyarê Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmeha 2015’an desthilatdariya AKP ye.
Ahvalê ragihand, rapora ku heta 13’ê Cotmeha 2015’an ji aliyê EUINTCEN’ê ve hate amadekirin û heta niha veşartî bû, bi dest xistiye. Li gorî malperê, EUINTCEN’ê rapora xwe çend roj piştî komkujiya Enqereyê ku 103 kes miribûn, ji mekanîzmayên biryardanê yên herî bilind ên Yekîtiya Ewropayê (YE) re şandiye.
Di rapora îstîxbaratê de ku hate gotin ‘gelekî veşartî ye’, balê dikişîne têkiliya navbera Komkujiya Pirsûsê ku 20’ê Tîrmeha 2015’an hate kirin û 33 kes mirin û Komkujiya Enqereyê. Li gorî Ahvalê, EUINTCEN qala ‘dewamiya’ navbera herdu komkujiyan dike û vê tespîtê dike:
“Di hedefa êrîşkarên bombeyî de yên li Enqereyê ESP jî hebû. Yek ji damezrînerên ESP’ê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag e. Êrîşa li Enqereyê di demeke welê de hate kirin ku ji bo hilbijartinên dubarekirî yên 1’ê Mijdarê kampanyayeke berfireh a hilbijartinê dihate kirin û operasyonên leşkerî yên hikumetê yên li dijî PKK’ê bi dijwarî dewam dikir.”
“Êrîşên li Pirsûs û Enqereyê dişibin hev. Di herdu êrîşên bombeyî de tedbîrên ewlekariyê yên polîsan kêm bûn an jî qet nebûn. Di herdu mîtîngan de jî ESP hebû. Herdu mîtîng li ser Kurdan bûn. Di êrîşên Pirsûs û Enqereyê de gumanbar DAÎŞ bû…”
“Berpirsyariya êrîşa bombeyî ya li mîtînga aktîvîstên aştiyê yên Kurd ên li Enqereyê, eşkere ye ku wê di stuyê terorîstên DAÎŞ’ê de bimîne ku demeke dirêj li ser sînorê Tirkiye, Sûriye û Iraqê tevdigeriya. Ji ber ku hilbijartinên giştî yên 1’ê Mijdarê nêz e, hêzên li nava mûxalefetê yên destekê didin polîtîkayên tund ên hikumetê yên bi serkêşiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, dibe ku tevlî êrîşê bûbin.”
EUINTCEN encama ku bi dest xist, wiha eşkere kir:
“Şêwe û rêbaza êrîşê (bikaranîna êrîşkarê bombeyî yê xweşkuj) işaretê bi DAÎŞ’ê dike. (Lê belê) Ji ber ku li otobusên xwepêşandêr tê de bûn lêgerîn nehate kirin, li mîtîngeke mezin hema bêjin qet polîs tine bûn, dibe sebep ku mirov bawer bikin; hêzên ser bi AKP’ê ji bo vê bûyerê milîtanên DAÎŞ’ê bi taybetî wezîfedar kirine.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.