Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AKP dixwaze pêşî li têkçûyîna xwe bigire

12/06/2018
in ROJEV
A A
AKP dixwaze pêşî li têkçûyîna xwe bigire
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku gotina “Operasyonên Qendîl û Şengalê” tenê ji bo pêvajoya hilbijartinan e, dixwazin bi vê yekê muxalefetê bixin pey xwe û HDP’ê bi tenê bihêlin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî hilbijarinên pêşwext ên Tirkiyê yên 24’ê Hezîranê û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Başûrê Kurdistanê ji ANHA’yê re nirxand.
Sezaî Temellî di serî de bal kişand ser rewşa Selaheddîn Demîrtaş ku niha di girtîgehê de ye û diyar kir ku tu aliyekî xwe yê hiqûqî û meşrû tune ye ku namzetekî serokkomariyê di girtîgehê de bimîne û got, “Heger siyasetmedarekî ji ber fikr û ramanên xwe bixin girtîgehê, ev yek nayê qebûlkirin. Lewma divê birêz Demîrtaş demildst serbest were berdan.”
Temellî diyar kir ku êdî gel ji îttîfaqa faşîst a AKP-MHP’ê re dibêje bese û gelê Kurd jî êdî polîtîkayên îmha û înkarkirinê qebûl nake. Temellî eşkere kir ku gelên Tirkiyê 24’ê Hezîranê wek roja hesabpirsînê dibînin û lewma jî xebatên wan ên hilbijartinê bi kelecan didomin. Temellî got ku gelên Tirkiyê dê di 24’ê Hezîranê de koalîsyona AKP-MHP’ê di sindoqan de bihêlin.
Temellî da zanîn ku îhtîmal tune ye ku HDP`ê di bin benda hilbijartinê de bimîne lê belê hikumeta AKP’ê nemaze li bajarên Kurdistanê bi hîleyên yekkirina sindoqan dikare pêşî li îradeya gel bigire. Têkbirina vê lîstikê di destê gel de ye.”
Temellî diyar kir ku gotina Erdogan a mudaxelekirina li Minbic û bakurê Suriyê jî ne tenê hesabekî hilbijartinan e, her wiha xwestekeke Erdogan e. Temellî wiha dewam kir: “Me halê vê xwestekê yê berbiçav li Efrînê dît. Gotina operasyonên Qendîl û Şengalê ji bo pêvajoya hilbijartinan e. Jixwe ev demek e li hemberî Qendîlê oprerasyon tên kirin. Helbet dixwazin zêdetir ber bi nav başûrê Kurdistanê ve biçin. Li gorî me, ji ber ku îttîfaqa AKP-MHP’ê fehm kir ku dê winda bike lewma jî dest bi galegala operasyonê kir. Ev konsepta êrîşan jî li Amedê da destpêkirin. Dixwazin di ser cenazeyên leşkeran re tevahiya muxalefetê bixin pey xwe û HDP’ê bi tenê bihêlin.”
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Em dixwazin muxalefeta Tirkiyê, heta tevahiya welat hişyar bikin; ji ber ku AKP’ê fêm kiriye wê winda bike welatiyên vî welatî û leşkerên wê dişîne şer. Erdogan bi awayekî eşkere rojên ku pala xwe bide tabûtan dixwaze. Bi vê yekê ketiye pey provokasyonan. Divê haya tevahiya Tirkiyê ji vê yekê hebe.”

Post Views: 61
ShareTweetPin

Herî Dawî

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû
NÛÇE

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû

10/05/2025
Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.