Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Minbicê têra wan nekir niha Qendîl xistine rojevê

12/06/2018
in ROJEV
A A
Minbicê têra wan nekir niha Qendîl xistine rojevê
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû di gotara xwe de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de gefên rejîma AKP-MHP’ê yên li dijî Qendîlê nirxand.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû diyar kir, tifaqa faşîst a AKP’ê ev sê sal in bi hemû derfetên xwe êrîşî tevgera azadiyê û gelê Kurd dike, lê dike nake nikare encamekê bi dest bixe.
Karasû diyar kir, di sala 2018’an de desthilatdariya AKP-MHP’ê hem li hundir hem jî li derve gelekî qels bûye û anî ziman, êrîşa li ser Efrînê tevî ku ji bo mayina li ser desthilatdariyê hate kirin jî, destekeke civakî ya têrker ji bo AKP’ê neafirandiye.Karasû da xuyakirin ku li gel hemû êrîşên xwe jî tifaqa AKP-MHP’ê li ber ketina ji desthilatdariyê ye û ji bo pêşî li vê yekê bigire jî, xwe li polîtîkaya geşkirina şovenîzmê girtiye.Karasû ragihand, hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirk û Wezîrê Karên Derve yê DYA bi vê armancê gelekî hatiye nepixandin û got, “Halbûkî li ser mijara Minbicê tiştekî nû nîne. Peymana ku berî şerê Minbicê hatibû amadekirin, ji nû ve hatiye erêkirin. Ew biryar jî bi vî rengî ye: Piştî ku DAÎŞ ji Minbicê hate derxistin wê Minbic ji aliyê Minbiciyan ve bê birêvebirin; Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wê bi erka parastina Minbicê rabe. Ji xwe ya ku niha li Minbicê heye, ev e.”
Karasû diyar kir, nepixandina mijara Minbicê xuya ye têra AKP’ê nekiriye ku di hilbijartinê de bi ser bikeve, lewma niha operasyonek li dijî Qendîlê xistiye rojevê.
Karasû got, “Bêguman eger ji desthilatdariya AKP-MHP’ê were kêliyeke bi tenê jî nasekine, wê berê xwe bide Qendîlê. Eger heta niha ev nekiribe, ji ber ku jê nayê. Serokê Fermandariya Giştî Yaşar Buyukanit beriya niha bi salan gotibû, ‘Çûyîna wê derê ne hesan e, gelî û çiyayên xwe hene ku serdestî lê nabe’. Bi vê gotinê eşkere kiribû bê çima nikarin biçin Qendîlê. Niha Tayyîp Erdogan dibêje ‘em ê biçin Qendîlê’. Devlet Bahçelî ji xwe bi salan e dibêje. Lewma hewesa wan a çûyîna Qendîlê tiştekî nû nîne.”
Mûstafa Karasû diyar kir, rejîma AKP’ê ji tirsa windakirina desthilatdariya xwe dikare bi her awayî dînîtiyê bike û got, “Lê belê gefên ku niha li Qendîlê dixwe, propaganda ji bo serketina di hilbijartinê ye. Eger ji xwe bawer bin ku dikarin bikin, wê yekser bikin. Lê belê ji tirsa ku bi berxwedana li dijî wan bê kirin wê ji hev bikevin, bi hêsanî tiştekî wiha nakin. Hewldaneke bi vî rengî wê veguhere pêvajoyeke şerê navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û dewleta Tirk ku encamên xwe wê siyasî û dîrokî bin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.