Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erogan wê here, lewma ne li ser hişê xwe ye

11/06/2018
in ROJEV
A A
Erogan wê here, lewma ne li ser hişê xwe ye
Share on FacebookShare on Twitter

Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê û namzetê Amedê Hişyar Ozsoy li Çewligê di dema fitarê de peyivî û diyar kir, karê ku wan 7’ê Hezîranê dest pê kirin wê 24’ê Hezîranê biqedînin.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP bi rengekî berfireh li Çewligê dixebite. Namzetên HDP’ê yên Çewligê Erdal Aydemîr, Nîhat Aksoy, Şefîka Dogan û rêxistinên bajar û navçeyên Solxan, Kanîreşê û Dara Hênê bê navber dixebitin. Bi wesîleya meha Remezanê li Yeşîl Vadî ya li navenda Çewligê xwarina fitarê hate dayin. Alîkara Hevserokên DBP’ê Hacer Ozdemîr, Parlamenterê Çewligê yê HDP’yî û namzetê Amedê Hişyar Ozsoy û bi dehan kes tevlî merasîmê bûn.
Hişyar Ozsoy bal kişand ser tirsa Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan a ji Demîrtaş û got, “Bi hilweşandina hiqûqê re Demîrtaş dîl girt, lê hê jî jê ditirse. Hewl dide Demîrtaş nebaş nîşan bide. Xuya ye Demîrtaş li nava çar dîwaran jî wî bêzar dike. Erdogan ê çûyinê ye, lewma ne li ser hişê xwe ye.”
Ozsoy destnîşan kir, wê karê ku 7’ê Hezîranê dest pê kir û nîv hişt, 24’ê Hezîranê biqedînin. Ozsoy bal kişand ser Îdrîs Balûken jî ku 9 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û got, “Îdrîs wê ji girtîgehê derkeve û siyasetê bike. Lê belê cihê Erdogan di paşeroja Tirkiyê de nîne.”
Ozsoy li ser ewlekariya sindoqan jî hin hişyarî kir û bang li gelê Çewligê kir ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Post Views: 45
ShareTweetPin

Herî Dawî

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû
NÛÇE

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû

10/05/2025
Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.