Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê avahiya Navenda Yekîtiya Êzdiyan a bajarê Efrînê teqandin û baregehên xwe yên li Efrînê xurt dikin.
Çavkaniyekî ji Efrînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê roja 5’ê Hezîranê avahiya Navenda Yekîtiya Êzdiyan a bajarê Efrînê teqandin.
Heman çavkanî diyar kir ku çeteyan destdirêjî li peykerê Zardeşt jî kirine û da zanîn ku komên çete baregehên xwe yên di bajêr de xurt dikin û li derdora baregehên xwe dîwaran ava dikin…ANHA