Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AKP dixwaze temenê xwe dirêj bike

07/06/2018
in ROJEV
A A
AKP dixwaze temenê xwe dirêj bike
Share on FacebookShare on Twitter

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe derbarê geşedanên dawî de bersiv da pirsên rojnameya L’Humanité Dimanche ya li Fransayê weşanê dike. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê êdî nikare welêt bi rê ve bibe, biryar hate dayin ku bi hilbijartineke pêşwext re rewşê komî ser hev bikin û ji nû ve li ser desthilatdariyê bimînin.”

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş diyar kir ku dengên AKP’ê kêm dibe û êdî nikare welêt bi rê ve bibe.
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe derbarê geşedanên dawî de bersiv da pirsên rojnameya L’Humanité Dimanche ya li Fransayê weşanê dike. Demîrtaş têkildarî hilbijartina zordest anî ziman ku wî digot, hilbijartin dibe ku meha Cotmehê pêk bê û wiha got: “Lê biryar dan ku zûtir bikin. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê êdî nikare welêt bi rê ve bibe, biryareke wiha da. Daneyên aboriyê işaretê bi krîzeke giran dikin. Di polîtîkaya derve de tengav bûye û li hundir pirgirêkên giran ên civakî-siyasî hene. Ji ber van hemûyan, AKP timî kêm dike. Bêyî ku ev rewş dawî li AKP’ê bîne, biryar hate dayin ku bi hilbijartineke pêşwext re rewşê komî ser hev bikin û ji nû ve li ser desthilatdariyê bimînin.”
NÊZÎ 5 HEZAR HDP’
YÎ BÊGUNEH LI ZINDANÊ NE
Demîrtaş destnîşan kir ku di nava şert û mercên newekhev û neheq de ew tevlî hilbijartinê dibin û weke dîlekî siyasî girtî ye. Demîrtaş diyar kir ku ji ber axaftinên xwe û daxuyaniyên çapemeniyê tê sûcdarkirin û got, “Ji xwe tevî min 9 parlamenterên me, hevşaredarên me û nêzî 5 hezar HDP’yî bêguneh û bi neheqî girtî ne.”
Demîrtaş işaret bi xalên bingehîn ên bernameya xwe ya hilbijartinê kir û got, “Di sernavên bingehîn ê weke aborî, edalet, demokrasî, wekhevî û aştiyê de em sozên xwe bi raya giştî re parve dikin. Karê me yê destpêkê wê amadekirina destûra bingehîn a nû be. Em ê destekê bidin pêvajoya amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk ku mafên bingehîn ên hemû beşên civakê û welatiyan ewle dike; azadî, wekhevî, serxwebûna dadgeriyê, azadiya jinê, mafên hawirdorê û heyvanan, hemû qadên azadiyê garantî dike. Em ê rêveberiya parlamenteriyê demokratîk bikin û rêveberiyên herêmî xurt bikin. Li ser bingeha bernameyeke aboriyê ku xwe dispêre hilberînê, em ê derfetên kar zêde bikin. Hem li hundir, hem jî li derve em ê polîtîkayeke aştiyê teqez bi rê ve bibin. Em ê pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyê ye bi rê û rêbazên aştiyane çareser bikin. Em ê danûstandin û pêvajoya endametiya tam a Yekîtiya Ewropayê xurt bikin û Tirkiyeyê bikin endamê wekhev ê Yekîtiya Ewropayê.”
MESAJA JI BO EWROPAYÊ
Namzetê Serokkomariyê Selaheddîn Demîrtaş ev mesaj ji gelên Ewropayê, ji siyasetmedarên Ewropayî re şand:
“Gelek hikumetên li Ewropayê di mijara mafên mirovan de bi polîtîkayeke ne ji dil tevdigerin. Di serî de mijara penaber û koçberan, tenê bi çavê ewlekarî û aboriyê li dramên ku li welatên wan diqewime, nêz dibin. Heman nejidiliyê di mijara Tirkiyê de jî nîşan didin. Gelek caran li hemberî binpêkirina mafên mirovan ên li vê derê bêdeng dimînin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi xwe jî dosya me ya li ser girtina bi neheqî sal û nîvekê nexist rojeva xwe. Ez pê bawerim ku wê gelên Ewropayê û mûxalefet di van mijaran de hê bi baldarî tevbigerin û dengê xwe li hikumetên xwe bilind bikin.”

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû
NÛÇE

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû

10/05/2025
Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.