Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YPG: Em ê şêwirmendên xwe ji Minbicê vekişînin

07/06/2018
in ROJEV
A A
YPG: Em ê şêwirmendên xwe ji Minbicê vekişînin
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku şêwirmendên wan ên leşkerî yên ji bo perwerdekirina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li herêmê bûn, erk û wezîfeya xwe qedandine û wan biryar dane ku wan ji Minbicê vekişînin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê li ser şêwirmendên xwe yên leşkerî yên li Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wan biryara vekişandina wan dane.
Di daxuyaniya fermandariya YPG’ê de hate bibîrxistin, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di çaryeka destpêkê ya sala 2016’an de ji bo rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAÎŞ’ê bang li hêzên wan kirine û wan jî di çarçoveya lihevkirinên bi hêzên herêmî û navdewletî re wan bersiv dane vê bangwaziyê.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya stratejiya giştî ya YPG’ê ya dijî terorê de, wan 1’ê Hezîrana 2016’an dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kirin û di encama pêngaveke ji 2 mehan, bajar ji terorîstan hate paqijkirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev serketin bi dayina şehîdên leheng pêk hatiye û hate gotin, “Ev berxwedan û fedakarî bi daxuyaniya rizgarkirina Minbicê ya 15’ê Tebaxa 2016’an tacîdar bûye.”

EWLEKARIYA BAJÊR RADESTÎ MECLÎSA LEŞKERÎ HATE KIRIN
Fermandariyê ragihand, piştî ku bajarê Minbicê hate rizgarkirin, ewlekarî û aramî li herêmê pêk hat û hêzên wan 16’ê Mijdara 2016’an ewlekariya herêmê radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.
Fermandariyê bi bîr xist ku bi dayina daxuyaniyeke fermî wan hêzên xwe ji bajêr vekişandine û ev merasîma vekişînê jî ji aliyê televîzyon û saziyên çapemeniyê ve hatiye weşandin.

EM ŞÊWIRMENDÊN XWE YÊN LEŞKERÎ VEDIKIŞÎNIN
Di dewama daxuyaniya fermandariyê de hate gotin, “Li ser daxwaza Meclîsa Leşkerî ya Minbicê komek ji fermandarên me bi hêzên Leşkerî yên Minbicê re wekî şêwirmendên leşkerî man. Ev koma me ji aliyê perwerdeyê ve alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikir. Ev bi awayekî koordînekirî û şêwra Koalîsyona Navdewletî pêk hat. Xebatên koma me ya şêwirê hata dema amadekariya vê daxuyaniyê dewam dikir. Niha û piştî zêdeyî 2 salan ji berdewama karê wan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gihişt asta ku karibe di aliyê perwerdeyê de rêveberiya xwe bike. Lewma Fermandariya Giştî ya YPG’ê biryara vekişandina şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê da.”

TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ TERORÊ WÊ DEWAM BIKE
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em weke hêzên YPG’ê ji raya giştî û gelê xwe yê Minbicê re teqez dikin ku têkoşîn û fedekariya me beşek ji erka me ya rizgarkirina welatiyan ji terorîstên DAÎŞ’ê pêk hatiye ku xeteriyek mezin li ser tevahî mirovahiyê ye. Ji bo em erka xwe bidomînin, nameya me ji hemû cîhanê re ew e ku em ê tekoşîna xwe ya li dijî terorîstan bidomînin. Em ê wan têk bibin û ewlekariyê li tevahî herêmên rizgarkirî pêk bînin. Di heman demê de em teqez dikin ku eger pêwîstî pê hebe, wê hêzên me banga xizmên me yên Minbicê derhal pêk bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.