Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dengê xwe bidin HDP’ê ji AKP’ê xilas bibin

07/06/2018
in ROJEV
A A
Dengê xwe bidin HDP’ê ji AKP’ê xilas bibin
Share on FacebookShare on Twitter

NAV-DEM bang li hilbijêrên li Elmanyayê kir ku biçin ser sindoqan û got, “Ên ku nikarin biçin bila ji komîsyonên hilbijartinê yên li bajaran alîkariyê bixwazin.”
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Elmanyayê (NAV-DEM) ji ber ku îro wê dengdana hilbijartinên 24’ê Hezîranê dest pê bike, bi daxuyaniyekê bang kir ku her kes biçe ser sindoqan.
LI DOR HDP’Ê BLOKA DEMOKRASIYÊ ÇÊBÛYE
NAV-DEM’ê bi daxuyaniya nivîskî de bal kişande ser bloka demokrasiyê ya ku li dora HDP’ê civiyayî, got, “Ev tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ye. Ya ku ev rewş anî jî xeta azadîxwaz û demokratîk a HDP’ê ye.”
NAV-DEM’ê diyar kir ku tenê bi serketina HDP’ê desthilatdariya AKP’ê dikare biçe û wiha dewam kir, “Ji bo vê jî hemû hêzên demokrasiyê li dora HDP’ê bloka demokrasiyê ya berfireh ava kirine.”
DENGÊ XWE BIDIN HDP’Ê
NAV-DEM’ê her wiha diyar kir ku tenê bloka demokrasiyê dikare Tirkiyê ji tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê xilas bike û got, “Ên ku bi rastî jî dixwazin ji faşîzma AKP’ê xilas bibin divê dengê xwe bidin HDP’ê. Hemû armanca AKP’ê ew e ku nehêle HDP ji bendê derbas bibe. Hemû derdorên ji AKP’ê nexweş divê dengê xwe bidin HDP’ê û şeqamekê li AKP’ê bixin.”
NAV-DEM’ê bi taybetî bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Elmanyayê kir ku dengê xwe bidin û wiha dewam kir, “Ên ku nikarin biçin, bila ji komîsyonên hilbijartinê yên bajaran alîkariyê bixwazin. Li ser vê mijarê meclîsa me di xizmeta gel de ye. Dengê xwe yê ku dikare her tiştî biguherîne teqez bidin.”
NAV-DEM’ê bang li hemû pêkhate, meclîs, saziyên neteweyî, komîte û komîsyonan kir ku karê wan ê bingehîn hilbijartin be.
Li 13 bajarên Elmanyayê di navbeyna saet 09.00-21.00’an de wê deng werin dayin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.