Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hewl didin projeya demokratîk têk bibin

07/06/2018
in ROJEV
A A
Hewl didin  projeya demokratîk têk bibin
Share on FacebookShare on Twitter

Şahoz Hesen diyar kir ku projeya wan a demokratîk çareseriya aloziya Sûriyê ye û destnîşan kir ku ji ber vê Tirkiye hewil dide vê projeyê têk bibe.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Şahoz Hesen di civîneke ku ji endamên PYD`ê re li kantona Kobanê hate lidarxistin axivî. Civîn li salona Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin.
Di civînê de Hesen rewşa Sûriyê, herêmî û navnetewî nirxand.
Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Rûsya û bi bêdengiya navnetewî Efrîn dagir kir û wiha got, “Armanca wan têkbirina projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Projeya me çareseriya aloziya Sûriyê ye. Êrîşên li ser Serêkaniyê, Kobanê ji bo têkbirina projeya me ya demokratîk e.”
Hesen diyar kir ku heger doza Kurdan li Rojhilata Navîn çareser nebe wê şerekî navdewletî çêbibe û wiha pêde çû, “Dewleta Tirk bi hevkariya Rûsiyayê van siyasetên qirêj pêk tîne da ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn qir bike û projeya demokratîk li Rojava têk bibe.”
Hesen da zanîn ku bandoreke wan a xurt li herêmê heye, projeya wan pêk tê û diyar kir ku ewê bandora Tirkiyê li ser opozisiyona Sûriyê kêm bikin.
Şahoz Hesen wiha got: “Îhtîmala şerê leşkerî li Sûriyê ji ihtîmala çareseriya siyasî zêdetire. Hêzên herêmî hene li ser vê xaknîgariyê şer dikin. Di serî de dewleta Tirk dixwaze xaka Sûriyê dagir bike. Ezmûna demokratîk planên Erdogan û siyasetên wî têk birin.”
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ewê tekoşîn û berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bidomînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.