Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku divê Tirkiye rêzê li serweriya xaka Iraqê bigire û serweriya Iraqê binpê neke.Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftaneyê de bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê.Ebadî got ku divê hikûmeta Tirk rêzê li serweriya xaka Iraqê bigire û serweriya wê binpê neke.
Ebadî têkildarî girtina ava Rûbarê Dicle ji aliyê dewleta Tirk ve jî wiha got; “Hikûmeta Tirk bi mebest ev dem ji bo tijekirina Bendava Ilisu diyar kiriye. Mijar siyasî ye. Tirkiye vê mijarê bi kar tîne, weke kartekê ji bo bidestxistina dengên cotyarên Tirk bi kar tîne.”