Friday, June 6, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD’ê pêngava paqijkirinê destpêkir

05/06/2018
in NÛÇE
A A
QSD’ê pêngava paqijkirinê destpêkir
Share on FacebookShare on Twitter

QSD’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wan dest bi pêngava parastina sînorê Iraq-Sûriyê, rizgarkirina bajarokê Dişîşa û gundên parêzgeha Hesekê kirine.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyek da çapemeniyê û dest bi pêngava rizgarkirina bajarokê Dişîşa û parastina sînorê Sûriye û Iraqê kir.
Daxuyanî li gundên başûrê rojhilat ê Hesekê ji aliyê Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdulah ve xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê de, piştî ku bajarokê Baxozê hate rizgarkirin û dor li herêmên ku çeteyên DAÎŞ’ê lê ne hate girtin, hêzên me niha dest bi pêngava rizgarkirina bajarokê Dişîşa yê Hesekê dikin.
Pêngava rizgarkirina Dişîşa ji bo parastina sînorê Sûriye û Iraqê û paqijkirina hemû gundên parêzbeha Hesekê ji çeteyên DAÎŞ’ê ye. Li herêmeke ji 3 hezar kîlometreçargoşeyî yên parêzgeha Hesekê terorîst hene. Navenda vê herêmê jî bajarokê Dişîşa ye.
WÊ HERÊMÊN RIZGARKIRÎ
EWLE BIBIN
Pêngava rizgarkirina Dişîşa li ser esasê planek ku berê hatiye amadekirin dest pê dike û wê bi artêşa Iraqê û Koalîsyona Navdewletî re bi rengekî koordîneyê bê meşandin. Hêzên me li gorî wê plan û şêwira hevbeş a ji bo tinekirina terorê û têkbirina wê ber bi bajarokê Dişîşa ve biçin. Armanc parastina ewlekarî û aramiya herêmên rizgarkirî û şêniyên herêmê yên salên derbasbûyî gelek zilm û zordarî ji destê çeteyan kişandin.
Ev daxuyaniya me piştî çend saetan ji tevgera hêzên me ya li ser erdê li dijî DAÎŞ’ê pêk hatiye. Armanca me ji vê hemleyê rizgarkirina tiştê maye ji xaka başûrê rojhilatê Hesekê ye.
Pêngava me ya Bagera Cizîrê ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser kantona Efrînê hatibûn rawestandin. Lê hêzên me QSD 1’ê Gulana derbasbûyî careke din dest bi pêngavê kirin.
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngavê de hêzên me pêş ketin û herêmek berfireh ji xaka ku gundê Baxoz jî di nav de rizgar kir. Ev pêngava ku hêzên me ragihandiye bi armanca rizgarkirina tiştê maye ji gundên başûrê rojhilatê Hesekê û paqijkirina xeta sînorê me ya bi Iraqê re ye.”

Post Views: 62
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.