Friday, June 6, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

15 leşker û kontrayek hatin kuştin

05/06/2018
in NÛÇE
A A
15 leşker û kontrayek hatin kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Gerîlayên HPG’ê li Başûrê Kurdistanê, Amed, Colemêrg, Şirnex û Sêrtê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de 15 leşkerên Tirk û kontrayek hate kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên ji 29’ê Gulanê heta 3’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 3’ê Hezîranê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên xurt kirin.
Hêzên me saet 03:00 li dijî leşkerên dagirker ên li dora Qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê derketin operasyonê li girê Şikêre Reş çalakiyeke sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Hêzên me heman rojê saet 15:20’î, li dijî yekîneyeke heman operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Hêzên me yên YJA Starê saet 17:40’î, li mintiqeya Boxaza Çeta ya li herêma Bezelê ya Şemzînanê li yekîneyeke artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên xurt li stargeheke yekîneya dijmin hate xistin, 4 leşker hatin kuştin..
Hêzên me saet 08:30’î li dagirkerên li ser girê Evdilkofî yê li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê xistin. Ji cihekî nêz ve derb li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de 3 çeper hatin rûxandin û 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me 3’ê Hezîranê saet 17’an li girê qereqola Şuxa ya navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 3’ê Hezîranê saet 08:15’an li nêzî geliyê Gosini ya Şirnexê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin.
30’ê Gulanê operasyon ber bi qada Apê Mûsa ya Licê ve berfireh bû û heman rojê saet 19:30’î li dijî yekîneyeke dijmin çalakî hate kirin. Ji cihekî nêz ve derb li yekîneya dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin kontrayek û 2 leşker hatin kuştin.
31’ê Gulanê saet 09.30’î hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin a li ser rêya navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê kontrola rê dikir, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.”

Post Views: 63
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.