Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selaheddîn Demîrtaş wê li ser medya civakî civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê HDP’ê ve hatin dayin, 6’ê Hezîranê roja Çarşemê saet 23:00 pirsên li ser Twitter, Instagram û Facebookê li etîketên #DemirtaşaSoruyorum, #AskDemirtas ya jî #JiDemirtaşDipirsim werin nivîsandin wê bên hevdan û ji Demîrtaş re bên ragihandin.
Demîrtaş jî wê li ser hesabê xwe yê Twitterê 8’ê Hezîranê roja Înê bersivê bide pirsan.
Bersivên Demîrtaş her wiha wê li ser hesabên Selahattîn Demîrtaş ên Facebook û Instragramê jî bên weşandin.
Yên bixwazin dikarin pirsên xwe bi dîmen jî bikişînin. Ev pirs jî wê bi rengekî nivîskî bigihêjin ber destê Demîrtaş.