Li Tirkiyê, naqosa rîskên mezin lê dide û ji bo Kurdan jî şiyarî ye…
Li Tirkiye hilbijartin hene. Ev hilbijartin dikare xêrê jî, şerekî mezintir jî bîne. Rêveberên Tirk, xêrê di şer de dibînin. Lewma rîsk mezin e.
Du enî li dijî hev têkoşînê dikin. Eniyek şerxwaz û nijadperest e, eniya din jî ya demokrasî û edaletê ye. Eniya şerxwaz, blok ava kirine. Rengê wan, gotinên wan ji hev cûda bin jî, armanca wan yek e. Eniya azadî, edalet û demokrasî jî, bi gelan re hevkariyê dike.
Eniya şerxwaz, bi pêşengiya Erdogan, di mitinga “Yenîkapi” de, li Stembolê, xewnên utopîk avakirin. Encam jî bû şerê li dijî gelê Kurd û gelên din, tixub jî derbas kirin. Li Rojava-Bakurê Suriye, li Başûrê Kurdistanê dagirkerî dane dest pê kirin.
Hilbijartin, rêbazek ji ya demokrasî ye. Lê gelek caran, hilbijartin dibe meşrûkirina faşîzmê. Hilbijartina îro li Tirkiyê jî, ji bo meşrukirina faşîzmê ye. Bi pêşengiya gelê Kurd-HDPê, gelên din jî dixwazin, hilbijartinê bikin hêviya serketinê. Lê metirsiyek mezin heye.
Li Tirkiyê her dem faşîzm heye, (veşartî-vekirî) û mafê jiyanê nedaye gelan. Ji bo ku teqînên volqanî çênebin, civak kiriye bin zext zorê. Faşîzma Tirkî, îro vekirî ye, zext û zora li dijî hêza dînamîk ya Kurdan didomîne; li dijî gelê Tirk jî bi behaneya “feto” kiriye pratîkê.
Serkêşê faşîzma Tirkî Erdogan, xewnên utopîk ava kirin; lê îro, ew bi xwe jî di geliyê kûr de ye û xewnên têr kabûs û têba dibîne. Êdî dibîne ku dagirkeriya li derî tixubên Tirkiyê, bi taybetî dagirkirina Efrînê serketinek “pîrûswarî” ye.
Reaksiyon mezin e, krîz jî dijwar in. Muxalefet tenê HDPê ye, cîhan jî lîstika 3 meymunan dilîze.
Balkêş e, gelên Tirkiyê xwedî tecrube ne û “faşîzma tirkî” veşartî û eşkere baş nas dikin. Baş zanin ku, faşîzma tirkî, her dem xewnên utopîk-afirgeriya civakî kor û kerrende kiriye. Dikê bin zeptûreptê; cerdevanên bi krawat û bi çek rêxistinî dike. Îro jî, faşîzma tirkî, ne tenê li Bakur, li Başûr, Rojava, Bakurê Suirye êrîşî Kurdan-gelan dike.
Gelo ev hilbijartin, wê dikaribe, “sêva sor” ku di dagirkirina Efrînê de rûdêna xwe ya reş şanî cîhanê da têk bibin? Erê şanî cîhanê da, lê rîtalên ku li Dilokê bi pêşengiya MÎTê li hev rûniştin, dagirkirina Efrînê meşrû kirin, gelo wê rastiyê bibînin? Hemberî ku civîna wî “guruhî” bi “zirta” zirnê û “zîqên”a kemançê tê binavkirin jî, metirsî ye.
Faşîzma AKP-MHPê jî, sendoqên li Bakurê Kurdistanê li yek cihî kom dike; ji bilî HDPê, kes dengê xwe dernaxist. Blokên hatina ava kirin, gelo çima dengê xwe dernexistin? “Sahîh”e ku Erdogan, faşîzma dewletê temsîl dike û argumantên ji bo demokrasî û guhertina civakî ji holê rakirine kirine. Rewşa awarte heye û nanzêdê HDPê yê Serokkomariyê Selahaddîn Demîrtaş girtî ye. Hêviya ji namzêdên nijdaperest jî, xewna li geliyên kûr e.
Bêguman, hêvî yekîtiya gelan e. Lê, divê pêşî yekîtiya Kurdan werê ava kirin, da ku gelê din, xwe li dora wan bidin hev. Divê, di serî de PDKe û YNKe xwe dibin çavan re derbas bikin û ji bo yekîtiya neteweyî gavan biavêjin. Esseh û teqeze!
Şerê 3, yê cîhanê, piştî dagirkirina Efrînê, piştî hilbijartinên li Iraq û Başûr, piştî helwesta Emerîka-Israîl li dijî Îranê, ketiye qonaxeke din. Divê Kurd, pencereyên mêjiyê xwe baş vekin. Faşîzma Tirkî, ne tenê Kurdan dikuje, ciwanên Tirk jî dikuje. Divê gelê Tirk jî, rekiha nijadperestiyê bişikîne.
Medeni FERHO