Rojnameya Ronahî

Kuştina Suleymanî û destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê…herêmê ber bi şer ve dibe

Li herêma Rojhilata Navîn nîşaneyên şerekî mezin diyar dibin, ew îhtîmal piştî kuştina Qasim Suleymanî û biryara Tirkiyê ya ji bo şandina hêzan ji Lîbyayê re xurttir dibe.

Rojnameyên cîhanê behsa kuştina fermandarê Feyleq El-Quds ê îranî Qasim Suleymanî û biryara parlamentoya Tirkiyê ji bo şandina leşkeran li Lîbyayê kir.
NEW YORK TIMES: KUŞTINA FERMANDARÊ ÎRANÊ YÊ MEZIN LI IRAQÊ BI FERMANA SEROK TRUMP E
Rojnameyên cîhanê îro behsa gelek mijaran kir, yek ji wan jî kuştina Qasim Suleymanî. Der barê wê de rojnameya New York Times a Amerîkayê diyar kir ku êrişa li ser balafirgeha Bexdayê, nakokiya mezin a di navbera Amerîka û Îranê de ye.
DYA`yê piştrast kir ku wê êriş pêk anî ku Qasim Suleymanî fermandarekî Artêşa Pasdaran a Îranê kuşt. Kuştina wî çli dijî Îranê derbeyeke mezin e û di demekê de ku her du welat di pêvajoyên hesas û nakok re derbas dibin, pêk hat. Bi wê re jî metirsiyeke mezin çêdike.
THE GUARDIAN: KUŞTINA QASIM SULEYMANÎ BI FERMANA TRUMP E
Rojnameya The Guardian a Brîtanyayê wiha nivîsand: “Koşka Spî destnîşan kir ku kuştina Qasim Suleymanî, xebata parastineke tund e ku serok Trump rê ji bo kuştina fermandarê hêza Feyleq El-Quds di êrişa balafirgeha Bexdayê de da.”
Her wiha Koşka Spî diyar kir ku Donald Trump fermana bombebarankirinê da ku di encamê de generalê Îranê Qasim Suleymanî li Bexdayê di seatên sibehê de hate kuştin. Bi wê yekê aloziyeke dirêj di navbera Washington û Tehranê de ji bo desthilata li hemû herêmê rû da.
Her wiha Îranê jî kuştina Suleymanî piştrast kir û got ku dê DYA berpirsa cezayan be.
Suleymanî operasyonên leşkerî yên Îranê li Iraqê û Sûriyê bi rê ve dibirin. Dema ku ji balafirgeha Bexdayê diçû, ew û cîgirê serokê yekitiya rêveberiya projeyê Ebo Mihdî El-Muhendis hatin kuştin.
WALL STREET JOURNAL: TIRKIYÊ BINGEHA QANÛNÎ JI BO BELAVKIRINA HÊZÊN XWE LI LÎBYAYÊ DANÎN
Der barê tevgera Tirkiyê li Lîbyayê de rojnameya Wall Street Journal wiha nivîsî: “Washington ji tevgera Tirkiyê ya li dewleta ku bi petrolê dewlemend e bi fikar e, dibe ku şerê demdirêj di navbera her du dewletan de kûrtir bike.”
Parlamentoya Tirkiyê şandina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê erê kir, bi vê yekê dê tevlêbûna Enqereyê li herêma Deryayê Spî zêde bike.