Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AKP frena wê teqiyaye divê em bidin sekinandin

05/06/2018
in ROJEV
A A
AKP frena wê teqiyaye divê em bidin sekinandin
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku di girtîgeha Tirkiyê de girtî ye diyar kir ku Frena AKP’ê teqiya ye, nikare bisekine, divê em bidin sekinandin. Jin bi tifaqek xurt dikevin hilbijartinan û wê bi ser bikevin. Yuksekdag got, “Her tişt ji muxalefetê re qedexe ye. AKP bi darbe û çoyê destê xwe kampanyaya hilbijartinê dimeşîne.”

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku girtî ye, diyar kir ku beriya tifaqa ‘Cumhur’ û ‘Mîllet’, tifaqa ‘gelan’ a HDP’ê ava bûye û wiha got: “Dema rawestandina vê pêşveçûnê hatiye. Frenê AKP’ê teqiya ye, nikare bisekine, divê em bidin sekinandin. Jin bi tifaqek xurt dikevin hilbijartinan wê bi ser bikevin.”
Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku ev salek û nîve li Girtîgeha Hejmara ‘ê ya Tîpa F ya Kandirayê de girtiye, derbarê hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji JINNEWS’ê re axivî.
Yuksekdag diyar kir ku di bin şertên ne demokratîk de hilbijartin ne rewa ye û wiha got, “Em îro dibînin ku bi mînakên pratîk ev pisgirêk kûrtir bûye. Her tişt ji muxalefetê re qedexe ye. Bi darbe û çoyê destê xwe kampanyaya hilbijartinê dimeşînin. Ji ber van OHAL nehat rakirin.
Desthilatdariyê li ser muxalefetê zextên giran û qeyranek mezin afirandiye. Di alî siyasî de ev demek dirêj e welat ber bi şer, darbe û kaosê ve birin. Her wiha qeyrana aborî jî li vê zêde bû. Tifaqa AKP-MHP’ê wê dîsa fatureya krîza bixwe afirandine li gel bibirin.
Şertên giran ên hilbijartinê yên dijdemokratîk, di alî jinan de du qat zêdetir tê dîtin. Ewlehiya canê jinan tuneye. Ji bo jinan ji mekanîzmayên temsiliyeta siyasî derbixin, di şexsê HDP û DBP’ê de operasyonek berfireh hat kirin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin û saziya hevserokatiyê xespkirin. Di vê pêvajoyê de 43 saziyên jinan ên girêdayî şaredariyan hatin girtin. Ligel vê gelek saziyên din yên jinan hatin girtin. Ji ber vê divê jin bi awayekî çalak tevlî xebatên hilbijartinan bibin û bersiva herî xurt a jinan ya li dijî van êrîşan wê ev be.”
Yuksekdag da zanîn ku AKP ti soza ku bide gel nemaye û wiha dewam kir, “Ev 17 sale her cureyê hêz û derfetê bi kar aniye û niha jî xwe dubare dike. Rewşa rihê wê yê westyayî û tengezar bûye, heye. Dema mirov li gotinên Erdogan û yên derdora wî dinêrin mirov dibînin ku ew jî ji axaftinên xwe êdî bêzar bûne. Di hundir de jî di derve jî enerjiyê pêk nayne.
Dema mirov li soz û gotinên wan dinêrin, mirov dibînin ku hilberîneriya wan a siyasî têk çûye, desthilatdariyek ku zirarê dide xwe û derdora xwe heye. Dema mirov vê dibînin ne pêkan e ku mirov terza îcraatek bi tendurist bibînin. AKP û Erdogan bi şer, qeyran, OHAL û yek mêrî dertên pêşberî hilbijêran.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.