Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan li têkçûna xwe mikur hat

05/06/2018
in ROJEV
A A
Erdogan li têkçûna  xwe mikur hat
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen diyar kir ku ji 28’ê Nîsanê û vir ve di operasyonên dijî HDP’ê de 136 kes hatine destgîrkirin û 14 jê hatine girtin.
Bîlgen işaret bi serdana Erdogan a ku 3’yê Hezîranê li Amedê kir û got, “Rastî berevajî kir û bi vî rengî axivî. Hilbijartin sala 2015’an hate kirin, lê Serokkomar got, ‘Dengên ji HDP’ê re hatin dayin kir ku gewî bibin û HDP’ê gel daxist kolanan’. Nepêkane ku yek bi dengê sala 2015’an rabe mirovan sala 2014’an daxîne kolanan. Teknolojiyeke bi vî rengî hê neafiriye. Dibêje ku me li Amedê ‘kûleya saetê’ xera kirine. Halbûkî li Amedê kûleya saetê nîne. Amedî hemû bi vê rastiyê zanin, lê xuya ye yên ku li wê qadê ew pêşwazî kirin ti ji wan ji Amedê ye, lewma her kesî li ber van gotinên wî jê re li çepikan xist.”
Bîlgen diyar kir ku rojeva bingehîn a vê hilbijartinê, hiştina HDP’ê li binê bendê ye û wiha dewam kir: “Hem benda ji sedî 10’an ranake, hem jî hewl dide HDP’ê di binê bendê de bihêle û bi vî rengî serketina xwe ragihîne. Bêguman ev yek pirsgirêkeke exlaqa siyasî ye. Dengdêr kê biecibîne wê dengê xwe bide wê partiyê. Eger bend tenê li dijî HDP’ê nayê rakirin û tevî vê yekê bi her awayî zext û zordarî li HDP’ê tê kirin, hingî dengdêrên deng didin AKP’ê jî dikarin vê rewşê binirxînin.
Serokkomar îdîa kir ku pirsgirêka Kurd qediya ye. Bi îdîa û soza çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rê ket, lê bêyî ku tiştekî bike niha radibe dibêje ‘pirsgirêka Kurd qediya ye’. Ev yek mikurhatina li têkçûna desthilatdariyê ye.
Di ser çalakiyên Kobanê re gefê li partiya me û namzetê me Demîrtaş dixwe… Me 11 caran pêşniyar kir ku ji bo lêkolînkirina bûyerên Kobanê li Meclîsê komîsyon were avakirin. Lê pêşniyara me her carê bi dengên AKP’ê hate redkirin. Hûn naxwazin bê lêkolînkiri, naxwazin rastî eşkere bibin û radibin partiya me dikin hedef.
Em mirina kesî qebûl nakin. Em dixwazin hemû kiryar bên dîtin. Lê belê hinek radibin cihêkariyê dixin navbera mirina mirovan. Di gilînameya me hemûyan de tespîteke zelal heye. Derbarê mirina 5-6 kesî de dadgerî li ser kar e. Lê belê ne li ser wezîfedarên emniyetê yên li Çewligê mirin, ne jî li ser endamên partiya me yên mirin, dadgerî tiştekî nake. Ev yek bi xwe jî nîşan dide bê di kîjan astê de operasyoneke xapandinê heye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.