Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êzidî dagirkeriyê qebûl nakin

05/06/2018
in ROJEV
A A
Êzidî dagirkeriyê qebûl nakin
Share on FacebookShare on Twitter

Êzidiyên Efrînê yên li kampa Serdemê gotin, “Em dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin. Ji ber ku diz in, mal û milkên me talan dikin, jin û zilamên me direvînin, gorên me yên pîroz dirûxînin.”
Hejmarek Êzidiyên Efrînê yên li kampa Serdemê nerazîbûnên xwe nîşanî kirinên ku li Efrînê ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve têne kirin, dan.
Ebdo Xalo ji gundê Kefer Zeyt derbarê mijarê de got, “Em ji Efrîn derketin da ku ol û rûmeta xwe ji hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê biparêzin. Ji ber tirbên me yên pîroz xirab dikin, bi navê Islamê milkên me talan dikin, kirinên wan di tu baweriyan de nayê qebûlkirin.”
Ebdo, anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk welatiyên li Efrînê yên nedikarîn ji Efrînê derkevin neçar dikin ku dev ji baweriya xwe berdin û bibin misilman, destmalan li ser jinan feriz dikin û her kesî neçar dikin ku rojî bigirin û nimêjê bikin. Ebdo Xalo got, “kes van qanûnan pêk neyne pereyan ji wan dixwaze, armanca wan qirkirina baweriyan e.”
Welatiya bi navê Qudret Betal êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê bi bîr xist û wiha got, “Li Efrînê tiştek ji hovîtiya çeteyan xilas nebû, em neçar man ji Efrînê derkevin ji bo çeteyên Tirkiyê mîna kiryarên li Şengalê li dijî me dûbare nekin, pîrozgehên me xirab dikin û me weke kafîr nîşan didin.”
Kamîran Xalo jî destnîşan kir ku ew dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin û wiha domand, “Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, li pêşberî civaka navdewletî bi çekên qedexekirî em bomebebaran kirin. Di rojên munasebet û şahiyan de em diçûn goran li gundê Feqîra yê navçeya Cindirêsê û yên li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera. Lê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ew dever xirab kirin.”
Kamîran Xalo, bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî kir ku girantiya vegera welatiyên Efrînê bide…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.