Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Suryanî encamnameya duyemîn konferansa xwe eşkere kir. Konferans di 1 û 2’yê Hizêranê de li salona El-Rewabî ya bajarê Qamişlo di bin durişmeya “berdewamkirina têkoşînê ji bo mafên gelê Suryanî û hemû pêkhateyên Sûriyê “ de hate lidarxistin.
Encamnameya konferansa ku gelek nûnerên partiyan amde bûn bi vî rengî ye.
“Di aliyê giştî Sûriyeyê de hate gotin ku pêwîst e çareseriya siyasî were çespandin û pêwîstî bi beşdarkirina hemû aliyên Sûriyeyê di danûstandinên guhertina demokratîk de hate dîtin. Da ku mafên hemû pêkhateyan bêne parastin. Beşdarên konferansê diyar kirin ku ne pêkan e demokrasî pêk were bêy ku mafên gelê Suryanî yên siyasî, çandî, civakî û olî bêne naskirin. Her wiha diyar kirin ku divê şerê li dijî komên terorîst were domandin û rê li pêşiya belavbûna fikra terorîst û radîkal were girtin.
Di aliyê girêdayî gelê Suryanî, Asûrî û Kildanî de beşdarên konferansê piştrast kirin ku divê yekîtiya di navbera hemû nûnerê gel de pêk were û xebatên hevbeş bêne destpêkirin da ku armancên hêvî dar di vê qonaxa çarenûsî de pêk werin. Bi taybet ji ber koçberiyê ziyaneke demorafîk bi gelê me dike. Her wiha ji me tê xwestin ku zemîneke aramî, ewlehî û siyasî pêk bînin da ku lehiya koçberiyê were rawestandin û ji bo vegera koçberan xebat bêne meşandin.
Di aliyê rêxistinî de beşdarên konferansê guhertinên pilansaziya siyasî û rêziknameyê gotûbêj kirin û daxistin dengdayînê. Di konferansê de her wiha gelek biryarên girîng hatin standin da ku di riya têkoşîna partiyê de bibin alîkar. Di nava pilansaziya konferansê de endamên Meclîsa Partiya ku ji 21 endaman pêk tê hate hilbijartin û hevserokên partiyê jî hatin hilbijartin. Di dawiya konferansê de hemû beşdaran diyar kirin ku dê xebatên xwe bi awayekî fedekar bidin meşandin da ku armanc û mafên gelê pêkê bînin û li hemberî fedekariya şehîdan wefadar bin.”