Rûspiyên êlên Ereb ên Til Hemîsê êrîşa çeteyên dewlet Tirk a li dijî welatiyên ji Êla Bobena li Efrînê şermezar kirin û gotin ku Erdogan dixwaze şerekî navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê didomînin. Çeteyên dewleta Tirk roja Înê li Efrînê êrîşî welatiyên ji êla Bobena ya pêkhateyê Ereb kirin. Di encam de şerê di navbera welatiyên êla Bobena û çeteyan de 5 welatiyên ji êla Bobena di nav 1 jinek û zaroka xwe jiyana xwe ji dest dan. Rûspiyên êlên Ereb yên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo li ser mijarê nerazîbûnên xwe anîn ziman û banga yekîtiyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê li gelên herêmê kir.
Şêxê Eşîreya Benî Sebi Salih Dihêman dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi tundî şeremzar kir û got ku deweleta Tirk gelê Kurd û Ereb tune dike. Dihêman her wiha daxuya kirin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk 5 sivîlên ku kiryarên çeteyan qebûl nekirin kuştin û wiha domand, “Erdogan çeteyên xwe li Efrînê kom kirine da ku şerekî navxweyî di navbera ereban bi xwe û kurd û ereban de pêk bîne.”
Salih Dihêman, bang li pêkhateyê Ereb kir ku hemberî dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya xwe xurt bikin û ev tişt jî anî ziman, “Guhertina demografî li Sûriyê rû dide bi tu awayî nayê qebûl kirin.”
Rûspiyê Êla Bû Asî Mihemed Muslih El-Letîf ji aliyê xwe ve destwerdana hêzên li xaka Sûriyê şermezar kir û got ku gelê Sûriyê dikare aloziya xwe bi xwe çareser bike.
Ji rûspiyên Êla Şemer Mufdî El-Telfah jî binêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî sivîlên Efrînê bi “Kiryarên nemerdan” wesif kir û anî ziman ku koçberkirina gelê Kurd ê Efrînê û êrîşa li ser welatiyên Êla Bobena îsbat dike ku dagirkeriya Tirkiyê hemû pêkhateyên herêmê dike hedefa xwe.
El-Telfah di dawiya axaftinên xwe de got, “Ne ji mafê dewletekê ye ku xaka cîranê xwe binpê bike. Em wekî Êla Şemer li dijî zulmê ne û li pişta mezluman in.” ANHA