Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Minbiciyan Hestên xwe parvekirin

04/06/2018
in NÛÇE
A A
Minbiciyan Hestên xwe parvekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyên bajarê Minbicê di pêşbîniyeke xêr û hêviyan de bûn, dema ku Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hizêrana 2016’an de destpêkirina hemleya rizgarkirina herêma Minbicê ragihand. Welatiyan ji ber tirsa ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hestên xwe veşartin.

Bi hatina duyemîn salvegera destpêkirina hemleya “Şehîd Feysel Ebû Leyla” ya rizgarkirina bajar û gundewarê Minbicê di 1’ê Hizêran de aramî û ewlehî li herêmê zêde bûye ku bi pêkanîna armanc û daxwazên hemleyê re pêk hatiye û Minbic ji bin destên hovên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.
Welatiyên Minbicê di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de jiyaneke trajedîk jiyan kirin û bi hêvî li benda rizgarkirina ji destên çeteyan diman.

HESETEK BÊ HEMPA BÛ
Welatiyê bi navê Muhdî Debiş got ku dema wan nûçeya destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê li ser ekrenên telefizyonan bihîstin, hesteke bê hempa jiyan kirin û diyar kir ku bi wê ragihandinê re hêviya welatiyan a xilasbûna ji çeteyên DAIŞ’ê mezin kir, lê dîsa jî ji ber tirsa ji hovîtiya çeteyan welatiyan hestên xwe veşartin.
Muhdî Debiş got ku wî bîstikên rizgariyê û dorpêça di taxa El-Serib de ku 73 rojan dom kir, jiyan kiriye û got ku çeteyên DAIŞ’ê ew weke mertalên zindî bikar dianîn. Debiş da zanîn ku hêviya rizgariyê li ba welatiyan rojane mezintir dibû, nemaze hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rojane ber bi bajêr ve dihatin.

EM JI JIYANA TARÎ RİZGAR BÛN
Welatiyê bi navê Mihemed Hemdo Xelef ku ji welatiyên bajarê Minbicê ye behsa hestên xwe yên di dema destpêkirina hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla kir û wiha got: “Me ala azadiyê dît ku ji me ve nêzîk dibe û tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê ku me sê salan jiyan dikir ber bi tunebûnê ve diçû. Welatiyên Minbicê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê jiyaneke tarî derbas kirin û niha jî di nava aramî û ewlehiyê de jiyan dikin. Destpêkirina hemleya rizgarkirinê ji bo me xaleke dîrokî bû.” ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.