Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Îraqê banga boykota Tirkiyê

04/06/2018
in NÛÇE
A A
Li Îraqê banga boykota Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Çalakvan û xebatkarên ragîhandinê yên Îraqê kiriyarên Tirkiyê û Îranê ên derbarê Îraqê û qutkirina ava çemê Dicle şermezar kirin û bang destwerdana lezgîn beranberî qutkirina ava Diclê kirin. Di heman demê de banga boykotkirina tiştên li Tirkiyê hatine çêkirin, kirin.
Li gorî nûçeya Someriya News, asta Çemê Diclê li Bexda û Mûslê pir kêm bûye û gihiştiye asteke kêm ku tu carî neketiyê. Hate gotin ku êdî mirov bi meşê dikarin ava çem derbas bikin. Ev yek piştî ku dewleta Tirk ragîhand ku wan dest bi dagtina Bendava Ilisu ku dewlet Tirk li ser kaniya Çemê Dicle saz kiriye, pêk hatiye. Vê yekê derhal bandor li ser xaka Îraqê kiriye û asta avê pir kêm bû ye.
Di heman demê de jî dewleta Îranê ava Çemê Zaba Biçûk ji ser parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê qut kiriye. Di encamê de aloziya pirojeya avê li Qeledizê pêk hatiye.
Ji ber vê yekê di nava civaka Îraqê de nerazîbûn pêk hatiye. Çalakvan û rojnamavanên Îraqê li ser malperên xwe yên civakî li dijî kiryarên dewleta Tirk û Îranê yên qutkirina avê li ser cîrana wan Îraqê nerazîbûn nîşan dan. Her wiha bang hate kirin ku di zûtirîn dem de destwerdan were kirin da ku rê li ber karîseta mirovî were girtin.
Hinan jî helwesta Hikûmeta Îraqê ya derbarê aloziyê rexen kirin û xwestin ku hikûmeta Îraqê li dijî avakirina bendan ku dewleta Tirk ev çend sal in pêk tîn e, nerazîbûna xwe nîşan bide û tedbîrên pêwîst pêk bîn e. Hin çalakvanan jî hemleya boykotkirina tiştên Tirkiyê û Îranê ragîhandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.