Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rûsya dixwaze Îranê ji Sûriyê derxe

04/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rûsya dixwaze Îranê ji Sûriyê derxe
Share on FacebookShare on Twitter

Di navbera Emerîka, Rûsya û herî dawî bi beşdarbûna Îsraîl li ser Sûriyê bazarek pirr alî tê maşandin. Îsraîl hebûna Îran li nava Sûriyê ji bo xwe wek metirsiyek mezin dibîne û dixwaze hebûna wê li Sûriyê nemîne. Ji bo vê jî li ser Rûsya bandora xwe bikartîne û dixwaze bi rêya Rûsya, Îran ji nava Sûriyê derbixe. Li gor tê dîtin di hevdîtinên dawî yê rayedarên wezareta parastinê ya Rûsya û Îsraîl wek gava yekemin wê hêzên Îranê ji başûrê Sûriyê vekişin. Ew wek gava yekemin e û xuya ye wê gavên din jî were.
Çima?
Îran ji destpêka aloziya li Sûriyê bi mebesta parastina xwe parastina Sûriyê di erdê de girt ser xwe. Ji 2012’dan heta niha bi hezaran pastarên Îranî li Sûriyê hatin kuştin û birîndar bûn. Di şerê 7 salan de eşkere bû ku bê parastina Îran, rejîma Sûriyê nikaribû xwe liser nigan bigirta û wê hilweşiya. Dîsa Hîzbûllaha Lubnan wek beşek ji hêzên Îranê rolek cidî di parastina rejîma Sûriyê lîst. Rola Îran ne tenê di parastina çekdariya Sûriyê de, diwarê aborî de jî heta niha yê rejîma Sûriyê dimeşîne Îran e. Lê ev dem hêdî hêdî bidawî dibe.
Rûsya wek hêzek parastina rejîma Sûriyê di ezmanî de ji 2015’an heta niha rolek girîng ji bo rejîma Sûriyê dilîze. Ne tenê di parastina ezmanî ya rejîma Sûriyê de, di platformên navnetewî de bi taybet di Netewên Yekbûyî de parastina rejîma Sûriyê dike. Ev jî wek siwanek parastinê di qada navnetewî de ji bo rejîma Sûriyê ye.
Îran û Rûsya wek du hêzên ji bo parastina rejîma Sûriyê di yek eniyê de cih digrin. Piştî heft salan ji aloziya Sûriyê êdî bi temamî Rûsya, hebûna Îranê di Sûriyê de berjewendiyê de nabîne. Bi taybet piştî hevdîtinên Astana despêkir û navbera Tirkiyê û Rûsya baş bû, têkiliyên Îran û Rûsya hinek din jî li ser Sûriyê nebaş bûn. Dagirkeriya dewleta Tirk ya lı herema Cerablus û Bab, bi sernavê çavdêriya agirbestê navenda li Idlibê û herî dawî dagirkirina Efrîn, nakokiyên Rûsya û Îran kurtir kir. Beşdarkirina dewleta Tirk ya dagirker nava Sûriyê bi destê Rûsya, Îran wek li dijî berjewendiyê xwe dît û car car xwest li dijî ev siyaseta Rûsya helwest jî nîşan bide. Lê li Heleb, Tedmûr hate dîtin ku, Rûsya bi balafiran êrîşî navendê pastarên Îranê kir û tehdît kir.
Ev demeke li ser hebûna hêzên Îranê li Sûriyê nîqaşên pirr alî tên meşandin. Rûsya bi lihevkirina bi Tirkiyê herêma Idlib, Efrîn, Cerablus, Bab û Ezaz niha ji Sûriyê qut kiriye. Dîsa bi hevdîtinên bi Urdin û Îsraîl re herema Deraa dixwaze radestî Urdinê bike. Ev siyaseta Rûsya ya li ser perçekirina Sûriyê, ev demeke bi Emerîka re jî dinava danûstendinê deye.
Li beramberî vê siyaseta Rûsya ya perçekirina Sûriyê, Îran wek astengiyeke. Ji bo wê Rûsya ev demeke bi rêya Îsraîl li ser hêzên Îranê li Sûriyê êrîşan pêktîne. Li gorî Rûsya êdî Îran li Sûriyê ne wek alîkarek siyaseta wê, wek astengiyeke.
Hevdîtinên sê alî yên Astana bimeşin jî, di wan hevdîtinan de xuya dibe ku rola Îranê nemaye. Berovajî wê dibe zemîn ku jinavbirina Îranê li Sûriyê. Niha Rûsya li paş perdê serkêşiya jinavbirina Îranê li Sûriyê dike. Lê Rûsya jî dizane Îranê bi carekî nikare jinava Sûriyê derxe. Ji bo him zextên Emerîka him jî êrîşên Îsraîl ji bo wê wek hincet derdixe pêş. Hevdîtinên dawî yên Îsraîl û Rûsya jî hinekî bi vê armancê pêk hatin.Hevdîtina Beşar Esad û Pûtîn jî mijara yekê hêzên bîyanî ji Sûriyê derxistinbûn.
Îran jî ger bixwaze hebûna xwe li Sûriyê bipareze divê li Sûriyê dostên xwe zêdebike. Bi taybet li bakûr rojavayê Sûriyê.

Ezîz KOYLUOGLU

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.