Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Banga helwestê li hikûmeta Başûr kirin

04/06/2018
in ROJEV
A A
Banga helwestê li hikûmeta Başûr kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Rojnamegerên Başûrê Kurdistanê ketina leşkerên Tirk ên nava Başûrê Kurdistanê weke dagirkerî binav kirin û gotin; “Divê Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê erkê xwe pêkbînin.”

Dewleta Tirkiye êdî ketiye nava gundên Başûrê Kurdistanê. Welatî ji vê yekê di tirsin. Gelê Başûr vê yekê weke dagirkeriya xaka Başûr binav dikin. Rojnamegerên Başûrê Kurdistanê jî li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe anîn ziman û ji RojNews re axivîn.

‘YA KU TIRKIYE DIKE BINPÊKIRINE’

Li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr, Sekreterê sendîkaya Rojnamgerên Kurdistan ê şaxa Silêmaniyê Karwan Enwer axivî û got; “Tu dewletek dema diçe nava xaka dewletek din, bi navê dagirkeriyê naçe, sedemê çûyîna nava xakê heye. Lê di encam de dagirkeriyê dike. Ya ku Tirkiye dike binpêkirina li hember yasaya navdewletiye û binpêkirina hember dewletên cîrane.”
Enwer diyar kir ku divê Hikûmeta Herêmê li Neteweyên Yekbûyî û Encûmana Asayîşê doz veke, ku helwestek navdewletî rê li hemberî vê dagirkeriya Tirkiyê bike.

‘DİVÊ HİKÛMETA HERÊMÊ BÊDENG NEMÎNE’

Endamê Sentera Metro Herdî Rehman jî li ser heman mijarê got; “Ketina dewleta Tirk a nava xaka Başûr, bi alîkariya aliyên Kurd çêbûye. Ev yek çi weke çete, çi jî weke xiyanetê tê binav kirin. Niha dewleta Tirk ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê. Erkê aliyên siyasiye ku li hemberî vê binpêkirinê bêdeng nemînin.”
Herdî Rehman wiha axaftina xwe bi dawî kir; “Bêdengiya Iraqê ya li hember Tirkiye jî, karek balkêşe. Nayê zanîn bê ka gelo peywendiyek di nava wan de heye yan ne. Ger Hikûmeta Iraqê bêdengiya xwe berdewam bike, erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ewe ku xwe bêdeng nekin.” ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.