Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Macron li Şamê ye: Fransa ji deriyê fireh vedigere

08/07/2026
in Serbest
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

​Cemîl Xoce

Parîs naxwaze ku ji Sûriyeya nû dereng bimîne. Ev peyama rastîn a li pişt serdana Macron bo Şamê ye. Serokê Fransayê ne tenê ji bo pîrozbahiyê diçe. Ew diçe da ku cihekî xwe di Sûriyeya bê de bigire, beriya ku hemû cih tije bibin. Ev serdan ne asayî ye. Ev yekem car e ku serokê dewleteke mezin a ewropî piştî hilweşîna rejîma Esed di peyzaja heyî ya li Sûriyeyê de cih digire. Macron dê bibe yekem serokê Fransayê ku ji sala 2009’an ve lingê xwe diavêje axa Şamê. Sembolîzma li vir ji protokolê mezintir e. Ew ragihandinek e ku Ewropayê bi awayekî fermî derî li ber desthilata nû ya li Şamê vekiriye.

  • ​Çima niha

Dem bi awayekî hûr û kûr hatiye amadekirin. Macron tenê çend saetan beriya ku biçe Tirkiyeyê bo beşdarbûna lûtkeya NATO’yê, serdana Şamê dike. Ev tê wê wateyê ku Sûriye êdî bûye beşek ji hesabên ku ewlekariya herêmî û têkiliyên bi Tirkiyê re dihewîne. Fransa ne bi tenê û bêyî hevalbendên xwe tevdigere. Ew gavên xwe hem bi NATO’yê û hem jî bi Tirkiyeyê re di heman demê de hevaheng dike. Her wiha, herêm şahidê pêşbaziyeke germ a li ser nifûzê ye. Qeter li wir bû. Ûkrayna li wir bû. Seroka Komîsyona Ewropayê çend meh berê serdana Şamê kiribû. Her hêzek dixwaze cihekî xwe çêke. Fransa naxwaze ku ji vê pêşbaziyê dûr bikeve, nemaze ku dîrokeke wê ya dirêj bi Sûriyeyê re heye ku vedigere çend dehsalan, ji dema Mandata Fransî ya li ser Sûriyeyê di sedsala borî de. Ev dîrok dide barê Parîsê ku hest bi “mafeke xwezayî” bike ku vegere qada Sûriyeyê, heta eger ji ber şer gelek salan jê dûr mabû be jî.

  • Pere ji siyasetê giringtir e

Li kesên ku bi Macron re hatine binêrin. Ne tenê dîplomat in, lê şandeyeke karsaz û kompaniyên mezin ên fransî jî pê re hatine. Ev hûrgilî her tiştî dibêje. Fransa dixwaze bibe ya yekemîn ku girêbestên ji nû ve avakirina Sûriyeyê îmze dike. Sektorên enerjiyê, veguhastinê û binesaziyê li Sûriyê dê di salên pêş de pêwîstiya wan bi bi milyaran dolaran hebe. Yê ku zûtir bigihêje, para herî mezin digire.

Ev her tim mantiqa dewletên mezin e. Gotara siyasî derbarê “hevbeşî” û “îstîqrarê” de xweşik di zimanê wan de dixuye, lê li pişt perdeyê, girêbest, peyman û veberhênan hene. Fransa vê lîstikê ji dema Mandatê ve baş nas dike. Kompaniyên mezin ên fransî di warên enerjî, ragihandin û benderan de ev çend sal in li benda derfeteke wiha ne û her rojeke derengmayînê tê wateya ku dewletên din, mîna Tirkiye yan jî dewletên Kendavê, dê di vê pêşbirka aborî de gaveke din zûtir biavêjin.

  • Dosyaya penaber û ewlehiyê

Aliyekî din ê girîng ê vê serdan heye. Ewropa ji dosyaya penaberên Sûriyê bifikar e. Parîs, weke paytextên din ên ewropî, dixwaze mercên ku destûrê bidin vegerandina dilxwazane û biewle ya van penaberan bibîne. Bê guman, ev ne helwesteke mirovî ye. Di heman demê de hesabên navxweyî yên têkildarî zexta siyasî û civakî li nav Ewropayê bi xwe hene, ku dosyaya penaberiyê li hema hema her dewleteke ewropî weke kaxezeke hestiyar di nîqaşên siyasî yên navxweyî de cih digire.

Dosyaya ewlehiyê jî bi awayekî xurt amade ye. Teqîna dawî ya ku qehwexaneyeke li Şamê kir armanc û bû sedema ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin, tîne bîra her kesî ku aramiya li Sûriyê hîn jî lawaz e. Ewropa dizane ku tevlîhevî li Sûriyê tê wateya metirsiyên terorê û koçberiya nerêkûpêk ku digihêje sînorên wê bi xwe. Lewma, aramiya Sûriyê ji bo Parîsê ne luksek e, lê belê berjewendiyeke rasterast e. Her tevlîheviyeke ewlehiyê ya nû li Şamê yan Helebê dê rasterast bandorê li navxweya Fransa û Ewropayê bike, çi bi rêya pêlên nû yên penaberiyê be, yan jî bi rêya çalakbûna şaneyên tundrew be.

Naskirina bêşert û mercên temambûyî

Ev serdan hêzeke dîplomatîk a mezin dide desthilata nû ya li Şamê. Lê ev nayê wê wateyê ku hemû derî bê berdêl hatine vekirin. Dosyayên neçareserkirî pir in: reformên siyasî, mekanîzmayên avakirina nû, xwezaya rêveberiyê û têkiliya bi pêkhateyên cuda yên li Sûriyê re. Ewropa bi hişyariyeke hesabkirî tevdigere. Destê xwe vedike, lê di heman demê de çavdêriyê dike.

Yek ji wan dosyayên ku dê di her diyalogeke cidî de amade bin, rewşa kêmaran û pêkhateyên cuda yên li Sûriyê ye, ji Kurdan bigire heya Druzî, Xiristiyan û yên din. Lewra her nêzîkatiyeke ewropî ku van dosyayan bi ciddî negire, dê di dawiyê de kurtbîn xuya bike, ya ku zêdetir li ser hesabên aborî yên demkurt hatiye avakirin ne li ser bingehê dîtineke demdirêj ji bo Sûriyeke bi rastî aram.

Li vir pirseke ku divê bi zelalî were pirsîn heye: Gelo ev hevkariya aborî û siyasî dê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê be? Yan dê tenê bi Şama navendî re werin avakirin û herêmên wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li derveyî hesabên wan bimînin? Tecrubeya Sûriyê fêrî me kiriye ku her hevkariyeke ku cudahiyan li ber çavan negire, dê hevkariyeke lawaz û demkurt be, çi qasî li ser kaxezê yan di daxuyaniyên lûtkeyên fermî de bi hêz xuya bike jî.

Serdana Macron destpêka qonaxeke nû temsîl dike. Parîs ji helwesta temaşevan derbasî helwesta lîstikvaneke rastîn di diyarkirina paşeroja Sûriyê de dibe. Lê paşeroja rastîn a Sûriyê ne tenê li koşkên Parîsê yan Şamê wê bê çêkirin. Wê tenê dema ku hemû pêkhateyên vî welatî, bi hemû rengînî û cudahiyên xwe ve, beşdarî biryardana çarenûsa xwe bibin, bê avakirin. Ev ezmûna rastîn e ku wê diyar bike ka ev vebûna ewropî wê Sûriyeke bi rastî aram ava bike, yan tenê rûyeke nû ya ji bo peymanên kevin be, ku di navbera her krîzeke nû de lez diqelibe û lawaziya xwe eşkere dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.