Can Yûsiv
Hunermenda Kurd Gulbuhar ( Fatima Elî ); Dengê bîranîna Kurdî û parêzvana awaza Kurdî ya resen bû, ewne tenê hunermendek an stranbêjek bû, lê dibistanek hunerî ya yekgirtî ya afirîner û nûjeniyê bû ku gelek hunermendên Kurd ji kaniyên wê vexwarine.
Hunermend û stranbêjên Kurd ên jin rolek bingehîn lîstin di parastina mîrata çandî, ziman û nasnameya kurdî de, bi taybetî di serdemên tepeserkirin, çewsandin û hêmûrkirina zimanê kurdî û qedexekirina bikaranîna wê di nivîsandin û derbirîn de.
Di destpêka sedsala borî de, hunermendên jin ên kurd rastî zextên giran hatin ji aliyê malbat û civakê ve, ku derketina wan di qada stranbêjiyê de red dikirin û ew vê yekê wekî derketina ji kevneşopiyên serdest dihêsibandin.
Hunermend Gulbuhar mînaka herî berbiçav a vê êşê ye û yek ji dengên jin ên wêrek e ku li dijî zilma civakî derketiye pêş, ew bi sînor û neheqiyên civakê re rû bi rû ma, lê wê stran û afirînerî kir û jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe û doza wî terxan kir.
Wê bi stran û awazên xwe rolek girîng lîst di parastina mîrateya çandî , ziman û nasnameya kurdî de, ew bû dengekî hunerî yê berxwedêr û nîşaneyekî nemir ji bo pêdarî û berxwedana jina kurd.
Hunermenda Kurdî Gulbuhar yek ji stêrkên hunera Kurdî ya resen tê hesibandin, û semboleka berbiçav a stranbêjiya jinên kurdî tê dîtin ; ji ber ku ew di demekê de derket ku stranê kurdî ji dengê jinan bêpar bû, lewra wê ew valahî bi dengê xwe yê bêhempa û bi şayesteyeke berbiçav tijî kir.
Ew bi rêya Radyoya Bexdayê navdar bû, û zêdetir ji nîv sedsalê bi dengê xwe yê xweş û taybet xizmeta hunera kurdî kir.
Gulbihar di wê serdemê de wek pêşenga nûjeniyê di huner û stranbêjiya Kurdî de tê dîtin, ji ber ku wê stranên ciwanan ên bi rîtmeke lez û sivik û bi belavkirina nûjen pêşkêş dikir, wê di nûkirina çêja muzîka Kurdî de rolek lehîst û stranên wê hîn jî di dilê gelê wê de cihekî taybet digirin û dengê wê hîn jî bi nermî û şêrînî diguhên mirovan vedide ,ew xwişka hunermenda Kurd Fewziya Mihemed e.
Hunermenda Kurd Gulbuhar (Fatima Mihemed Ehmed Elî) di sala 1932’an de ji dayîk û bavek Kurd li gundê Marşemûna Suryanî li Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê hatiye dinya yê û eslê wê vedigere navçeya Amîdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê.
Ji ber nakokiyên malbatî, malbata wê koçberî wê derê bû, piştre piştî çend salan vegeriya herêma xwe ya resen Amîdiyê û li hin gundên derdora wê rûnişt.
Li gundê Badereşkê bavê wê jiyana xwe ji dest da dema ku ew hîn biçûk bû، û piştî wê malbat neçar ma ku koçî bajarê Mûsilê bike,li wir çû dibistanê û xwendina xwe ya seretayî û amadeyî berdewam kir.
Di sala 1949’an de malbat koçî Bexdayê kir û li wir bi cih bû، lê şert û mercên dijwar ên jiyanê nehişt ku ew xwendina xwe bi bidomîne.
Şarezayiya wê ya hunerî û hezkirina wê ji stran û muzîkê re di temenekî biçûk de dest pê kir û xwîşka wê Fewziya Mihemed bandoreke mezin li ser wê kir bû, lewra ew wek stranbêjek û hunermenda şanoyê tevlî koma koralê ya Radyoya Îraqê dibe.
Paşê tevlî koma Yehya Fayîq dibe û piştî wê jî tevlî Koma Hunerî ya 14’ê Tîrmehê dibe, bi rêya van koman navdar bû û deriyên beşdarbûna di karên televîzyonî de li Bexdayê li ber wê vebûn.
Ji bilî beşdarbûna wê di hin fîlmên sînemayî de, wek fîlma “Gula Sor” û “Bûka Firatê” de û her wiha ew di fîlmeka derhênerê navdar Yûsif Wehbî de jî beşdar bûye û bi vî awayî ew di salên pêncî û şêstî yên sedsala borî de ket nav cîhana navdarî û şanaziyê wek hunermendeka navdar a Îraqî.
Ew yek ji pêşengên hunermendên kurd ên Îraqî bû ku li seranserê Iraqê derket ser dikê û li kêleka hunermendên mezin ên Îraqî wek Yehya Fayîq, Fewzî Muhsin El-Emîn, Esed Ebdulrezaq, Ziya El-Beyatî û yên din lîst.
Lê rêya navdariyê ne hêsan bû û ne jî bi gulan xemilandîbû. Belê, diviyabû bi civaka kevneperest re rûbirû bibûya û bi hemû hêza xwe li dijî kevneşopiyan û adetên xwe bisekiniya, da ku bikaribe li esmanê hunerê bifire û deng û hebûna xwe ferz bike.
Heta destpêka salên şêstî yên sedsala borî , ew tenê wek lîstikvan û stranbêjek di nav civaka Iraqê de dihat naskirin ,bi saya hebûna xwe di radyo û televizyonê de, wê gelek hunermendên kurd nas kir ku berê dihatin Radyoya Bexdayê – beşa zimanê kurdî – ji bo tomarkirina stranên xwe.
Dema ku li deng û rewaha wê guhdarî kirin, bi wê matmayî man û ew teşwîq kirin ku bi zimanê dayikê stranan bêje , ew di cih de razî bû, bi vî awayî di rêwîtiya xwe ya hunerî de qonaxek nû û girîng dest pê kir.
Wê heta sala 1961’an li Radyo û Televîzyona Bexdayê xebatê xwe berdewam kir, bi pêşniyara rêvebirê wê demê yê Beşa Kurdî ya Radyoyê, mamoste Ehmed Xelîl, biryar da ku yekem stranên xwe bi zimanê kurdî bêje û wan di sala 1963’an de tomar bike,helbesta ya helbestvan Mihemed Emîn Osman bû, bi rêya wê stranê ew bi hêz û quwet derbasî cîhana huner û stranbêjiya kurdî bû , û cihê xwe di nav rêza pêşîn a hunermendên kurd de girt.
Wê berdewam kir û jimareke mezin ji stranan, ku nêzîkî 272 stranan, di radyoya kurdî de tomar kir, ta ku di sala 1987’an de hat xanenişînkirin. Gotinên van stranan ji aliyê komek helbestvanên navdar ve hatine nivîsandin, di nav wan de (Mihemed Emîn Osman, Dr. Bedirxan Sindi, Ebdulhafiz Mayî, Mahfûz Mayî, Sebrî Botanî, Sekevan Ebdulhakîm, û Fexredîn Dûskî ) û awazên wê ji aliyê awazdêner û hunermendên mezin ve hatine çêkirin, mîna (Ehmed Xelîl, Nazim Na‘îm, Yasin Şeyxê, Semîr Zaxoyî, Mihemed Qedrî, Cemal Celal, Beşar Mihemed) û yên din.
Ew bi xortekî ji Bexdayê re, ku xwendekarê Zanîngeha Amerîkî bû, zewicî û ji wî zarokekî çêbû, navê wê kirin Bêrîvan.
Hunermenda kurd Gulbuhar yek ji mezintirîn stranbêjên jin tê hesibandin ku pir tişt li stranbêjiya kurdî zêde kirine û gelek kes wê wek pêşenga nûjeniyê di huner û stranbêjiya kurdî de dibînin, ji ber ku wê stranên ciwanan bi rîtmên lez û ruhê nûjen pêşkêş dikir.
Gulbuhar, ew hunermenda resen, dengê xwe li herêmên Iraqê û derveyî wê bilind kir, di demekê de ku hunera resen di lûtkeya geşbûna xwe de bû, hema hema tu rojek derbas nedibû ku Radyoya Kurdî bernameyên xwe yên sibehê bi dengê şêrîn û aza ê Gulbihar venedikir, û wê strana «Kewa Spêde bi xwîne her bi xwîne» digot.
Stranên wê bi kûrahiyeke mirovî û hestekî civakî dihatin nîşankirin,ji ber ku ew xwedî hestekî nazik û dilê nerm bû, wê ji bo jin ,zarok ,evîndar, ciwan û dayikan stran digot, û weke hunermendên din ên kurd, wê jî ji bo xweza û bedewiya Kurdistanê jî stran gotine, çawa ku ji bo azadî û rûmetê gotiye.
Di heyama rêwîtiya xwe ya hunerî de، Gulbuhar bi sedan stran pêşkêş kirine ku hîn jî di bîra gel û hezkirên wê de hatine xêzkirin.
Ji stranên wê yên ku di nav gelê kurd de deng vedane :
– Kewa Spêde Bi Xwîne
– Çinara Ser Rûbarê
– Wî Lolo Delal Lolo
– Min Tu Dîvit
– Dilo Te Ez Hêlam
– Bila bila
– Ezim Yara Lawê Delal
– Çele Ber Çela Bilind e
– Gulim Gulbuharim.
Babeta ku wê ji hunermendên din cuda dike, beşdarbûna wê ya bi hunermendên mêr ên Kurdistanê re di stranên duetan de (stranên hevpar) ku bi rastî, bihest, eda, awaz û gotinan dibêje , wê ev serpêhatî bi çend hunermendên kurd re jî pêk anî, wek:
– Zembîl Firoş» û «Seyranê» bi Îsa Berwarî re.
– Ez Keçim, Keça Kurda me» ,«Şivan û Bêrî» û «Were Lawo» bi Semîr Zaxoyî re.
– Xalxalokê » bi Tehsîn Taha re.
– Masî Firoş» bi Fexrî Bamernî re.
– Wî Lolo Delal Lolo» û «Nazdar Çavên Te Derya Ne» bi Ebdullah Zêrîn re.
– Bilbilo Bi Xwîne Buhare » bi Bişar Zaxoyî re.
Her wiha wê bi hunermendên din re jî stran gotine, wek Fûad Ehmed, Mihemed Qedrî, Mihemed Tayîb Tahir û gelekên din.
Heta niha jî hunermendên ciwan ên kurd bi evîn û hewes stranên wê dubare dikin û dibêjin, li gel stranên folklorîk û kevneşopî pêşkêş dikin.
Taybetmendiya herî diyar a navdariya wê lidarxistina konsertên hunerî li derveyî Iraq û Kurdistanê, li welatên Erebî, Ewropî û Emerîkî bû , yek ji van konsertan wê di sala 1973’an de li Lubnanê bi Mihemed Arif Cezrawî, Îsa Berwarî û Seîd Yûsif re pêk anî û
Her wiha di navbera salên 1977–1978’an de konserên din li Brîtanya، Fransayê û Awistirya li dar xis, û di sala 1981’an de jî çû Amerîkayê da ku ji bo revenda Kurdî konserên stranbêjiyê pêk bîne.
Gulbuhar di sala 1985’an de dev ji stranbêjiyê berda ,û stran dawî ku pêşkêş kir «Dilo Te Ez Hêlam » ji hêla helbestvan Bedirxan Sindi ve hatibû nivîsandin.
Piştî salên dirêj ên xerîbiyê û dûrketina ji Kurdistanê, ku li paytexta Bexdayê jiyabû, ew vegeriya welatê xwe bi şepêlên bêrîkirin û hesretê , ji bo malbat û hezkirên xwe، ji bo xweza û bedewiya Kurdistanê ku ji wê re mîna rûhekê bû ku gewriya wê ya zelal û dengê wê têr dikir û avdida, bo wê bedewtirîn û baştirîn rewah” eda” bexşîn dikir, ji lewra wê Dihok wek cihê rûniştinê hilbijart.
Piştî rûxana rejîma Bexdayê, tengasiya jiyanê û şert û mercên dijwar ên ewlehiyê, Gulbuhar çend salan çû Urdinê û ligel keça xwe Bêrîvan jiya , paşê di sala 2005’an de vegeriya û li nav gel، cemawer û hezkirên xwe li Dihokê .
Ji bo rêzgirtin û pêzanîna hewildanên wê û terxankirina temenê xwe di xizmeta stranbêjiya resen a kurdî de , Rêveberiya Çandê – Şaxa Dihokê, bi pêşwazî û piştgiriya Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê di 17 Adara 2005’an de festîvalek hunerî li Salona Mihemed Arif Cizrawî li dar xist, ji bo nirxandina hunermendan û berhemên wan ên afirîner.
Festîvala du rojan berdewam kir û bi amadebûna wezîrê çandê û kombûneke mezin ji hunermend, stranbêj, nivîskar û hezkirên dengê şîrîn ê Gulbihar beşdar bûn
û di wê festîvalê de strana xwe ya navdar “Ay Dil Dilê Min” pêşkêş kir.
Hunermenda Kurd Gulbuhar, di 23 Sibata 2010ê de, di 78 saliya xwe de, li nexweşxaneyeke Bexdayê, dûrî malbat û mala xwe, koça dawî kir û li gor wesiyeta wê li bajarê “Necef” hat veşartin.
Lê bi mîrateya xwe ya hunerî ya bedew û bi û dengê xwe yê ku hîn jî şadî, evîn û rengên jiyanê li her derê belav dike, di bîranîna gel de nemir dimîne.
Gulbihar ne tenê hunermendek an stranbêjek bû, lê dibistanek hunerî ya yekgirtî ya afirîner û nûjen bû, û gelek hunermendên kurd ji kaniyên wê vexwarine, û stranên wê hîn jî li seranserê Kurdistanê deng vedidin, di xwe de rûhê hunera kurdî ya resen û bîranîna wê ya nemir ji bo nifşan hildigirin.
Bi çûyîna wê re, qada hunera Kurdî yek ji sembolên xwe yên girîng û stûna bingehîn a stran û muzîka Kurdî ya resen winda kir, ew dengê jiyanê bû ku derbirîna hestên gelê kurd, xem û şahiyên wan dikir û dengê wê yê şêrîn di nav awazên xwe de rûhê Kurdistanê û nasnameya wê ya çandî hildigirt.
Gulbihar mîratek hunerî ya dewlemend li dû hişt ku ji zêdetirî 272 stranan pêk tê، ku hîn jî di bîra nifşan de hatine xêzkirin,ev berhem hê jî li pirtûkxaneya hunerî ya kurdî bandor dike û wê bi şaheserên awaz û peyvên wê yên şêrîn xemilandiye.
Gulbahar wê bimîne sembola strana jinên Kurd, û dengekî zindî yê ku di bîra muzîka Kurdî de hatiye xêzkirin û çiraxeke ronî.
Festîvala du rojan berdewam kir û bi amadebûna wezîrê çandê û kombûneke mezin ji hunermend, stranbêj, nivîskar û hezkirên dengê şîrîn ê Gulbihar beşdar bûn
û di wê festîvalê de strana xwe ya navdar “Ay Dil Dilê Min” pêşkêş kir ku rêyên afirînerî û hunerê ji nifşên paşerojê re ronî dike.
Ji rewanê wê yê pak re rûmet û mandarî
Ji mîrateya wê ya hunerî û afrînerî re mayînde û domdarî.






