Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ajokar ji bilindbûna buhayê sotemeniyê ne razî ne

08/07/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Ajokar ji bilindbûna buhayê sotemeniyê ne razî ne
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Ajokarên erebeyên xetên hundirîn ên veguhestinê yên Kornîş û Hilêliyê destnîşan kirin ku nirxê benzînê zêdetirî du qatan zêde bûye, lewma wan jî buhayê kirêya veguhestinê bilind kirine û gotin, “Yên herî zêde zerarê dibînin welatî ne.”

Ev bûye demek ku herêma Cizîrê kirîza sotemeniyê dijî, ku ev krîz bandor li ser hemû warên jiyanî kiriye ji warê veguhestinê destpêkirye û gihaştiye elktirîk, av, paqijiya giştî û hilberînan nan. Encamên vê krîzê bandor li ser buhayên hemû pêwistiyan kiriye û bare welatiyan girantir kiriye..

Piştî diyarkirina nirxê lîterya mazotê bi 75 sentan û benzîn bi 55 sentan, ev bilindbûn bandor li ser jiyana rojane ya welatiyan kiriye, ji ber ku piraniya waran xwedispêrin mazot û banzînê.

Wezareta Enerjiyê kêmbûna nirxê benzîn, mazot û xaza navmalî û pîşesazî raghand, ev jî di demekê de ku li şûna buhayê dolar ya Sûriyê bikar bînin. Li gorî buhayê nû rêjeya sotemniyê bi giştî gihaşt di navbera ji sedî 15,37 û ji sedî 20,39. Lê ev nebû sedema başbûna di sektora veguhestinê û warên jiyanî yên din, ji ber kêmbûna sarîcên ku ji bo herêma Cizîrê hatiye diyarkirin, li gorî ajokaran ew bi demên dirêj li cihê sotemniyên dimînin heya kubenzînan mazotê bi dest dixin herwiha ji ber kêmbûna wê dibe ku neghêje her kesî lewma ajokar neçar dimînin ku ji bazara serbest bikirin.

Sektora veguhestinê ya herî zêde bandordar bûye

Sektora ku herî bandor ji vê kirîzê dîtiye ya veguhestinê ye, çi di navbera bajaran de an jî veguhestina di nava bajaran de. Ajokarên ku li ser xeta Kornîş, Hilêliyê, Enteriyê, Keracat û Qenat Siwês nirxê veguhestinê ji 3 hezaran kirine 5 hezarên lîreya Sûriyê, tevî nebûna biryarek fermê ya nû ji bo diyarkirina nirxê veguhestinê.

Derbarê vê mijarê berpirsê xeta Kornîşa Mihemed El-Elî diyar kir ku berê ajokaran 75 lîtrebenzînbi 35 hezarên lîreya Sûriyê dikrîn, lê niha bi 600 hezarên lîreya Sûriyê dikrin û domand: “Tevî ku buhayê veguhestinê bûye 5 hezar jî lê têrê nake, ev yek bandorê li ser welatiyan jî dike û ajokaran. Berê bi buhayê veguhestinê bi 2 hezaran bû, ev buha têrî ajokaran dikir, lê niha çiqasî buhayê zêde bikin dê weke xwe bimîne, ji ber ku hemû pêwistiyên veguhestinê û erebeyan jî buha buye ji zeytê bigire heya perçeyên erebeyan. Em bi hêvî ne ku çareseriyeke ji vê kirîzê re bê dayîn û alîkariya ajkoaran bê kirin, bi vê yekê wê barê welatiyan jî sivik bibe, ji ber ku piraniya karmend û xebatkaran di çûna karên xwe de xwe dispêrin wesayîtên veguhestin.”

Buhayê benzînê zêdetirî du qatan bilind bûye

Ajokarê bi navê Ehmed El-Akûb jî destnîşan kir ku bilindbûna bihabûna sotemeniyê tu carî nakeve xizmeta gel de û wiha got: “Berê me her şeş rojan 75 lître benzîn bi 35 hezaran dikrî, lê niha bûye her heşt rojan karteke tam bi 600 hezar lîreyên Sûriyê ye. Cudahiyeke pir mezin heye û em pir êşan û zehmetiyan dikşînin. Ji ber bihabûna nirxêbenzînme bi xwe kirya veguhestinê bilind kir, ji ber ku nema têrî me dikir.”

Ajkoar di axaftinên xwe de bal kişan li ser astengiyê li bendewariya bidestxistina banîzê jî kir û wiha berdewam kir: “Ez duh ji seat 8’ê Sibehê heya 3’ê nîvor li benda dewra xwe mame ji bo bidestxistina benzînê ji benzînxaneyê .”

Di dawî de ajokarê bi navê Ehmed El-Akûb daxwaz kir ku nirxê benzîn veger wekî mîna berê û eger hezarekî jî zêde bikin tu pirsgirêka wan nîne, lê buhayê di dema heyî de pir zirarê dihîne wan.

Banîzn pir kêm bûye

Ajorakê li ser xeta Hilêliyê Seyfedîn Mihemd jî nerazîbûna xwe derbarê vê buhayê û kirîzê anî ziman û wiha got: “Heman banzîna ku me bi 35 hezaran kirî îro bûye zêdetorî 10 qatan. Benzîn pir kêmbûye, ev îro çar roj karta min bi dawî bûye lê benzîn tune ye, ji bilî li bendemayîna li pêşiya stasyonan. Ev îro sê roj ajokar li pêşiya stasyona Cûdî û Cermoklî ne lê tune ye.”

Seyfedîn Mihemed daxwaza vegerîna buhaya berê kir û destnîşan kir ku ji ber vê buhayê jî tevgera welatiyan a çûn û hatinê jî kêm bûye û wiha bidawî kir: “Ji ber buhabûnê gelek welatî êdî bi meşê an biskiltan diçin û tên. Kesên ku gelekî neçar nemîne wesayîtan bikar naynin, ji ber milet jê pir xizane û her kes nikare her roj van buhayan li kiriya veguhestinê bide. Milet yê herî ku zirar dihêjê ji ber ku bi çi awayî em dimeşînin.”

Nerazîbûna gel li hemberî van buhayan

Ji xwe gel jî nema van buhayan qebpl dike û her roj bi rêya protesoyan li çend bajarên herêma Cizîrê nerazîbûnên xwe anîn ziman, ji ber hem rewşa aborî ya zehmet hem jî ji ber bandora guhertina nirxê sotmemniyê li ser hemû warên jiyanî, bilindbûna nirxê elktrîkê û hilwişêna aboriyê.

Gelek şênî dibînin ku her çaksazkirineke aborî divê li rewşa aborî ya welatiyan û şiyana wan ya kirînê bigrin dest, digel başkirina mûçeyan, piştgiriya sektorên hilberînê û dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn, ji ber ku ev gav hemû bi hev re girêdayî ne û nabe ji hev bê veqetandin. Herwiha gelek kes jî destnîşan dikin ku mijar ne tenê guhertina di buhayan de ye, lê hewcdariya siyasetek berfrehetir heye ku karîbe pirsgirêkê ji kokê çareser bike û rasterast li ser jiyan welatyan ya rojane nîşan bide.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.