Ayşa Silêman/ Dêrik
Rêveberê Gerenîndeya Avê ya bajarê Dêrikê Mistefa Ehmed diyar kir ku bajarê Dêrikê rastî pirsgirêka qutbûna elektrîkê tê, ev yek dibe sedema qutbûna avê jî, lewma gerenîndeya avê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê bernameyk çêkir.
Bajarê Dêrikê û gundewarên girêdayî wê ev nêzî 15 rojan e ku rastî pirsgirêka qutbûna elekitrîkê tê, ev qutbûn bi xwe re gelek pirsgirêkên din jî anîn wek qutbûna avê. Ji ber ku rêjeya germahiyê bilinde û nebûna avê gelek nexweşiyan bi xwe re tîne, lewma Gerenîndeya Avê ya bajarê Dêrikê biryar da bernameyekî ji bo bikaranîna bîrên avê pêkbîne da ku av li ser welatiyên bajêr qut nebe..
Di derbarî rewşa avê li bajarê Dêrikê rêveberê Gerenîndeya Avê ya bajarê Dêrikê Mistefa Ehmed û welatiya bi navê Hêwa Mihemed ji Rojnameya me re axivîn.
Gerenîndeya Avê bernameyek nû ji bo bikaranîna bîran çêkir

Mistefa Ehmed da zanîn ku ev demeke bajarê Dêrikê û gundewarên girêdayî wê rastî qutbûna elekitrîkê tên, nebûna elekitrîkê bandorê li rewşa avê jî dike û wiha got: “Me bîrên di bajarê Dêrikê de babeş kirine, hin ji wan li ser elekitrîka giştî kar dikin û hin li ser enerjiya rojê û jînatoran e. Ji roja ku bajar rastî pirsgirêkê qutbûna elekitrîkê hatî em wek gerenîndeya avê me bernameyek xwe çêkir da ku gel nemîne bê av. Di bajarê Dêrikê de 24 bîrên avê hene, ev bîr li ser taxan belavkirîne. 12 berî hene me berî çend salan xeteke taybet a elekitrîkê ji bo wan kişand û niha ew 24 seatan kar dikin, lê di van rojên dawiyê de elekitrîka bajêr seatên dirêj qut dibû, ev bîr jî elekitrîk li ser wan qut dibû. Lewma me hemû jenetor û enerjiyên rojê kirin di bin xizmetê de da ku pirsgirêk zêde nebê. Ji xwe her kes dizane ku di demsala havînê de bikaranîna avê zêde ye.”
Ehmed axaftinên xwe wiha domand û got: “Bîrên me yên din ji sibehê heya 5’ê êvarî li ser enerjiya rojê kar dikirin û piştî 5’ê êvarî li ser cenetoran kar dikirin. Lê mixabin em rastî pirsgirêka buhabûn û qutbûna mazotê hatin lewma em neçar man bernameya pêxistina bîrên avê biguherînin. Berî çend rojan Gerenîndeya Avê, Meclis, Şaredarî û Beşê cenetoran, ji bo çareseriyekî ji vê pirsgirêka heyî re bibînin me bernameyek ji bo pêxistina bîran danî. Ku em bîran ji 6‘ê sbehê heya 10’ê sbehê pê bixin, ji 12’yê nîvro heya 3‘yê nîvro û ji 4 heya 8‘ê êvarî ji 9 heya 12’ê şevê bi vî rengê him me torên xwe yên avê jî dagirtin û di heman demê de me hewil da bernameya me ya pêxistina bîran û pêxistina cenetorên taxan bînin nêzî hev.”
‘Pêwîste gel jî xwedî li vê kedê derkeve’
Rêveberê Gerenîndeya Avê ya bajarê Dêrikê Mistefa Ehmed axaftinên xwe wiha qedand: “Di gelek taxan de av hebû lê kêm bû, bi taybet kesên ku malên wan li qatên bilind pêwîst bû dînemoyan pêbixin heya ku av bighêje wan, ji ber vê yekê ev bername guncaw bû. Lê tevî hemû rewşa heyî jî me hemû hewildanên xwe kirin ku bajarê Dêrikê wek wan bajarên din rastî pirsgirêkên mezintir neyê. Di heman demê de mirab bi me re alîkare dema hin kes bê av maban tankên avê diçe ava wan dadigire. Em hertim amadene ji rewşên awarte re, çi bersgirêkên ku derdikevin jî li gor derfetên ku di nav destên me de heyî em hewil didin çareser bikin, da ku pirsgirîkên avê mezintir nebin. Dema ku torên avê bimînin bê av çareserî dom dike pêwîstî bi elekitrîka giştî çêdibe heya ku ew pirsgirêk were çareser kirin. Em bi hêvîne ku gel xwedî li vê kedê derkeve, ji ber ku em kedê didin ji bo wan pêwîste ew jî qedir bidin vê yekê, da ku ev av têra herkesî hebe.”
‘Qutbûna avê nexweşiyan bi xwe re tîne’

Welatiya bi navê Hêwa Mihemed anî ziman ku ev nêzî 15 rojan bû ew rastî pirsgirêka qutbûna avê dihatin û wiha got: “Piştî ku elekitrîk di bajar de qut bû em rastî pirsgirêka qutbûna avê jî hatin, ji ber ku mala me qata duyeme av kêm dihat û nediga qazanên me. Niha em di havînê de ne mirov ji hemû demsalan zêdetir hewcedarî avê ye ji ber ku nebûna avê gelek nexweşiyan bixwe re tîne. Lê em spasiya Gerenîndeya Avê dikin ji ber ku rê li pêşiya van nexweşiyan girt û bernameyek guncaw ji bo bajêr çêkir, niha dema cenetorê taxê pêdikeve em ava xwe jî dadigirin. Em bihêvîne pirsgirêka elekitrîkê jî çareser bibe.”






