Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zihniyeta nijadperest gefa li ser civaka pirçandî ye

08/07/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Zihniyeta nijadperest gefa li ser civaka pirçandî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Aryen Hesen

Civaka pirçandî modelekî civakî ye ku tê de komên xwedî ol, ziman, netew, çand, bîr û baweriyên cuda di nav heman sîstema siyasî û hiqûqî de bi hev re jiyan dikin, lê bi serdema kapîtalîzim û pêşketina zihniyeta nijadperestiyê re, gefên li ser vê modelê zêde dibin.

Civaka pirçandî ku dewlemendiya çanda tevilhev ya huner, xwarin, muzîk û wêjey, çandên cuda, jiyana civakî geş û rengîn dike. Dema ku hemû kom hîs bikin mafên wan tê parastin, şerê navxweyî û pevçûnên etnîkî kêm dibin, di heman demê de aştî û îstîqrar pêkan dibe. Afirînerî û pêşkeftina nêrînên cuda yên li ser pirsgirêkan, rê li ber çareseriyên nûjen û afirîner vedikin. Lê belê li beramberî modêla civaka pirçandî zihniyata nijandperest û neqbûlkirina etnîkî pêş dikeve ku armanca wê ruxandina sîstema pirçandiya civakî ye û avakirina civkeke yek rengî ye, ev zihniyet jî jiyana pirçandiya civakî dixwe nava gefê.

Civaka pirçandî

Civaka pirçandî modelekî civakê ye ku tê de komên xwedî ol, ziman, netew, çand, bîr û baweriyên cuda di nav heman sîstema siyasî û hiqûqî de bi hev re dijîn. Di vê civakê de yek çand li ser çandên din nayê ferzkirin, berovajî vê tiştên cuda wekî dewlemendiyekê tên dîtin û parastin. Civaka pirçandî nîşaneya jiyana komînale, ku di navbera gelek netew û pêkhateyan de ye. Her yek ji wan li gorî kevneşopî û çanda xwe dimeşe û rêzdariyê ji çandên dîtir re dike, di heman demê de bi hevre cejnên hevdu pîroz dikin. Jiyana pirçandî di nava xwe de hemû cûreyan digire û wan hembêz dike, civaka pirrengî dibe nimûneya aştî û wekehviyê ku hemû bi hevre di nava civakekê de jiyan dikin û daxwaza jiyanek bi ewle û aştiyane dikin.

Taybetmendiyên sereke yên Civaka pirçandî

Parastina siyasî û hiqûqî: Sîstema dewletê an rêveberiyê mafên hemû koman (kêmnetewe an piranî) bi qanûnan diparêze.

Xwerêveberî û beşdarbûn: Hemû komên cuda dikarin di biryarên siyasî de cih bigirin û nûnerên xwe hilbijêrin.

Rêzgirtin: Di navbera koman de qebûlkirin heye, her kes rêzê li şêwaza jiyan û baweriya yê din digire.

Parastina ziman û çandê: Mafê her komekê heye ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne, olê xwe bijî û cejnên xwe pîroz bike.

Nimûneyên jiyana pirçandî li cîhanê

Kanada û Siwîsra: Ev her du dewlet di asta cîhanî de wekî modelên herî serkeftî yên pirçandiyê tên naskirin. Li Swîsreyê 4 zimanên fermî hene û çandên cuda bi ahengî dijî.

Afrîkya Başûr: Weke “Welatê Rainbow” (Neteweya Keskesor) tê naskirin ji ber ku bi dehan komên etnîsîteyên cuda û 11 zimanên fermî yên cuda hene,  di nava aştî û hevbeşiyê de lê dijîn.

Awistralya: Civaka wê ji zêdetirî 200 hawirdorên çandî û zimanî yên cuda pêk tê. Dewlet polîtîkayên taybet ji bo parastina çanda welatiyên resen û çanda koçberan dimeşîne.

Sîngapûr: Welatekî piçûk e, lê çar komên çandî yên mezin (çînî, malayî, hindî û ewropî) bi parastina cejn, ziman û olên xwe re di nav hevsengiyeke mezin de bi hev re dijîn.

Gelê Kurd di nava xwe de hemû netew û pêkhateyan hembêz dike

Li Başûrê Kurdistanê: Kurd, Tirkmen, Aşûrî, Kildan, Ermen û Ereb bi hev re dijîn. Herwiha di nava xwe de gelek olên weke; Misilman, xiristiyan, Êzidî, Kakeyî (Yarsan), Zerdeştî û Cihûyên digire. Li Wezareta Awqaf û Karûbarên Olî, nûnertiya 8 ol û baweriyên cuda bi fermî heye.

Li Bakurê Kurdistanê: Tevî polîtîkayên asimilasyonê yên dîrokî jî, civak bi xwezayî pirçandîbûna xwe parastiye.Mêrdîn sembola herî mezin a jiyana pirçandî ye. Kurd, Ereb, Tirk û Suryanî bi sedsalan e, li heman taxan cîrantiyê dikin. Dengê azanê û zengila dêrê li vî bajarî tevlî hev dibin.

Li Rojhilatê Kurdistanê: Li bajar û deşta Urmiyeyê mînakeke pir rengî gelekin. Kurd (bi zaravayên kurmancî û soranî), Azerî (tirk), Aşûrî û Ermen bi sedsalan e bi hev re di nav peywendiyên aborî û civakî de ne, herwiha di nava xwe de bawariyên cuda digirin.

Li Rojavayê Kurdistanê: Pergala Rêveberiya Xweser a ku li vî parçeyî ava bûye, li ser bingeha felsefeya “Neteweya Demokratîk” pirçandîbûnê diparêze. Di nava herêmên xwe ango li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Turkmen, Ermen, xiristiyan û Çerkezî di nava xwe de digire. Herwiha hemû gel û pêkhate di nava sazî û dazgehên de xwedî rolon û di bin sîstema hevserokatiyê de bi wekhevî cih digirin. Di heman demê de di nava dibistanên xwe de hemû xwendekaran ji netewên cûda digirin û li gorî zimanê wan tên perwerdekirin, ku sê zimanên Fermî li Rojavayê Kurdistanê hene weke Kurdî, Erebî û Suryanî bi hev re wekî zimanên fermî tên bikaranîn.

Taybetmendiyên Hevpar ên pirçandîbûna Kurdistanê

Cejnên Hevpar: Newroz ji bo hemû gelên Kurdistanê wekî cejna neteweyî û biharê tê pîrozkirin. Di heman demê de, cejnên misilmanan (Remezan û Qurban), yên êzidiyan (Çarşema Sor) û yên xiristiyanan (Akîtu û Noel) li ser asta civakî û fermî rêz lê tê girtin û hemû jî bi hev re pîroz dikin û li cejnên hev amade dibin.

Mûzîk û Xwarin: Li çarparçeyên Kurdistanê gelel netew, pêkhate û gelên cûda hene ku stranên wan yên taybet hene, lê belê ev stran ji aliyê hemûyan ve tên guhdarkirin û hezkirin. Di heman demê de bi pirbûna pêkhateyan re cûreyên xwarinê yên cûda derdikevin û di nava wê civakê de tên belav kirin û hezkirin.

Gelo piştî serdema kapîtalîzimê û pêşketina zihniyeta nijadperestiyê Pirçandiya Civakî di çi astê de ye?

Piştî serdema kapîtalîzmê û pêşketina nijadperestiyê bi taybet di Rojhilata Navîn de jiyana pirçandî hêdî, hêdî kêm dibe. Di nava civakan de neqebûlkirin derdikeve pêş û li beramberî wê çanda ezeztiyê pêş dikeve. Civaka ku hemû reng û pêkhateyan di nava de digire veguherî cihê cûdahî û nerazîbûnê, ev jî encama pêşketina kapîtalîzim û di heman demê de armancên siyasî yên hin kesan di deverên cîhanê yên cûda ye.

Bi taybet ev yek niha li Sûriyê tê dîtin, Sûriyê bi pirrengiya xwe tê naskirin ku di nava wê de gelek netew, gel û pêkhate digire. Lê Sûriyê veguheriye wargeha şer û nijadperestiyê, ku pêkhate hevdu qebûlnakin ango ji ber tu ji hin pêkhateyêyî tê kuştin. Bi taybet piştî hilweşîna rêjîma baas û hatina hikumeta nû a bi navê hikumeta demkî a Sûriyê ev yek hate dîtin. Kurd, Elewî, Durzî û hwd.. nayên qebûlkirin û hewaldidin ku hebûna wan tune bikin.

Herwiha li kêlekê wê jî hewldidin tecrûbe ango pirçandiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê salên dirêje têye jiyan kirin hilweşînin û şerê pêkhateyan derxwînin hole, bi her awayî dixwazin nefret û kînan di nava wan pêkhateyan de avabikin, da ku civaka pirçandî hilweşînin û Sûriyê ber bi şereke navxweyî ya dijwar ve bibin û di encamê de armanc û berjewendia hin dewlet, serok û hikumetan pêk were ku hertin sivîl û gel dibin qurbaniya plnên wan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.