Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desthilatdariya Sûriyê aboriya xwe xurt dike û gel birçî dihêle

08/07/2026
in POLÎTÎKA
A A
Desthilatdariya Sûriyê aboriya xwe xurt dike û gel birçî dihêle
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hikumeta demkî ya Sûriyê li ser terzê rêjîma Baas îro bi rêya peymanên gaz û petrolê hebûna xwe ya siyasî herwiha qada aborî xurt dike û gelên Sûriyê birçî dihêle. Rûsya, dewleta Tirk, Îmarat û DYA kompanyên xwe li Sûriyê kirine dewreyê, pirs ew e gelo wê ev projeyên aborî bikevin xizmeta gel an hêzên hegemon û desthilatdariya Sûriyê?

Ji Rimêlan heya Dêrazorê, Berava Sûriyê, Heleb, Idlib û Şamê projeyên aborî bi serweriya hikumeta Sûriyê û bi destwerdana Kompanyên biyanî hatine destpêkirin, projeyên aborî derbarê petrol û madeyên sotemeniyê ne. Ev bazar û peymanên aborî di demekê de pêktên ku gel li tevahiya Sûriyê di qeyraneke elektrîk, mazot û dahatên jiyanî de dijî.

Tirkiyê pêşenga welatên ku cihê xwe di projeyê de digirin

Piştî êrîşên komkujiyên li herêmên Beravê Sûriyê, niha têkoşîneke mezin a enerjiyê diqewime. Peymanên hatine çêkirin eşkere dikin ku kîjan dewlet xazê li Beravê distînin. Berê hatibû eşkerekirin ku Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) ku di komkujiya zêdetirî hezar sivîlên Elewî li bajarên Beravê yên wekî Lazkiyê, Tartûs û Cebleyê de rolek lîstiye, bi zêdekirina tevgerên xwe yên îstîxbaratî li herêmê bingeha stratejiyeke demdirêj daniye û bi rêya çeteyên radîkal ên ku ji Îdlibê veguheztine deverên Beravê, êrîşên komkujiyê yên nû plan dike. Niha hatiye zanîn ku dewleta Tirk hebûna xwe ya leşkerî û îstîxbaratî li herêmê xurt dike, bi rêya Kompanyan jî li dû parek mezin ji gaza herêmê ye. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer ên Malpera Lêkolîn hatine wergirtin, Kompanya Tirkî Limak û Kompanya Sûrî Phoenix li Girava Arwad û derdora wê ku bi qasî 3 km dûrî Berava Tartûs, Sûriyê ye, projeyek derxistina gazê dane destpêkirin. Hat diyarkirin ku proje plan dike binesaziya gazê ya nûjen di bin navê saziyên geştiyariyê de bi şêwaza mîmariya kevn a Erebî were avakirin.

Di prosesa firotina gaza Sûriyê bi taybet a li Berava Sûriyê gelek kompanî hene, ji yên Amerîkî bigire heya Rûsî û Tirkî, Îmaratî û hwd… Ji wan Kompanya Limak a Tirkiyê, Kompanya Fenike ya Sûriyê, El-Hayat International a Îmarat, Chevron ya DYA û Rabit et-Teknik a Rûsya (Kompanya Rûsî dê boriyê deyne) ye. Li gorî peymana destpêkê ya heyî, belavkirina parkirinê wiha ye: Tirkiye: %30, Rûsya: %30, DYA û welatên Kendavê: %30, Sûriye: %10 Di demekê de ku hikûmeta demkî ya Şamê rezervên gazê yên li herêma peravê dide dewletên din, ew alî ye ku para herî kêm a çavkaniyên gazê di avên xwe yên herêmî de werdigire. Rezervên dewlemend ên gazê û cihê jeostratejîk ê perava Sûriyeyê vê pêşbaziya dijwar rave dikin. Me destnîşan kir ku di navbera Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî û Tirkiyeyê de ji bo projeyên aborî û enerjiyê li perava Sûriyeyê, bi taybetî di demên dawî de, pêşbaziyek eşkere heye. Herwiha hate zanîn ku di çarçoveya projeyê de, şîrketa Rûsî dê ji Girava Arwad heta Tartusê boriyek gazê deyne û Chevron, digel hevkarên xwe yên Kendavê, dê mafê hilberîna mîqdarek girîng a gazê bi dest bixe.

Hikumeta demkî li ser terzê rêjîma Baas berhemên Sûriyê difiroşe!

Beşdarbûna Îran û Rûsyayê di warê aboriya Sûriyê de armanc jê ew bû ku piştgiriya rêjîma Baas bikin. Moskowê îmtiyazên mezin ji Şamê bi dest xistin berî ku rêjîm têkbiçe, di heman demê de Tehran ji hêla gelek faktoran ve hatibû astengkirin, ew bi keyfa xwe tevnedigeriya ji ber ku gendeliya di nava saziyên hikumeta berê ya Sûriyê de, hem jî astengiyên burokrasiyê, pêşbaziya bi aktorên herêmî û Rûsyayê re û danîna cezayên Qeyser li ser rêjîma Baas û piştgira wê Îran. Rûsya di lûtkeya destwerdana xwe ya leşkerî ya sala 2015’an de, IHS Jane’s ku saziyeke Birîtanî ye da zanîn ku lêçûna destwerdana Rûsyayê di navbera 2.4 û 4 milyon dolar de ye di rojê de û lêçûnên giştî yên Rûsyayê ji Îlona 2015’an heya 2019’an tenê digihîne navbera 2.5 û 4.5 milyar dolarî. Di heman demê de Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî texmîn kir ku Îranê ji sala 2012’an heya 2019’an ve zêdetirî 16 milyar dolar li Sûriyê xerc kiriye. Li gorî Elî Ekber Welayetî, şêwirmendê bilind ê Rêberê Bilind ê Îranê di karûbarên navneteweyî de, hat diyarkirin ku Tehran salane 8 milyar dolar dida ji bo berdewamiya hikumê rejîma Baas. Lewma jî Îranê bi deh hezaran çekdar li Sûriyê bi cih kiribûn û cebilxane şandibû, berhemên petrolê yên Sûriyê peyda dikir û bi kar tanî. Rast e Rûsya û Îran piştgirî didan rêjîma Baas, lê wan ev piştgirî weke xalên ji bo destnîşankirina qadên bandora xwe li ser qadên cuda didan pêkanîn, hem jî hewldana misogerkirina berjewendiyên xwe yên demdirêj li Sûriyê didîtin. Lê belê ev têkiliya tevlîhev di derbarê jinûveavakirin û derfetên veberhênanê de her ku diçû aloztir dibû. Sedem jî ew bû ku rêjîma Baasê pêvajoyên vejîna aborî û peymanên ku îmze dikirin ya duyem, Kompanyên Îranî û Rûsî nedixwestin di warê aboriya Sûriyê de istismarê bikin, sedem jî xetereyên mezin ên ewlehî û darayî yên heyî bû. Di Çileya 2017’an de, hikumetên Sûriyê ya têkçûyî û Îranê lihevkirineke aborî îmze kirin armanc jê ew bû ku mafê Îranê heye fosfatê ji zeviya Şerqiya ya nêzîkî Tedmurê di nav xwe de digirt derxîne. Lê belê piştî şeş mehan bi şûn de rêjîma Baas peymanek taybet da Stroytransgaz bi Kompanya taybet a Rûsî îmze kir da ku salane 2.2 mîlyon ton fosfat ji heman madenê ji bo 50 salan derxîne û bifroşe û ji sedî 30 dahatê ji dewleta Sûriyê re were veqetandin. Piştî hilweşîna rêjîma Baas tevahiya gelên Sûriyê hêvî dikirin ku ew warê aborî û hemû qadên din bi rê ve bibin, aboriya xwe xurt bikin, Kompanyên xwe ava bikin û li pêş bixin da ku rêjeya bêkariyê nemîne û bikaribin bi rûmetdarî bijîn. Lê hişmendiya kes û hikumeta ku hatiye ser desthilata Sûriyê ya demkî xewnên gelên Sûriyê yên bi ronî veguherandin kabûsên tarî. Siyaseta hikumeta demkî wiha ye, mîna siyaseta rêjîma Baas e, siyaseta rêjîma Baas wiha bû ku aboriya xwe radestî hêzên Rûsî û Îranî dikir da ku hebûna xwe ya siyasî berdewam bike, wê gelên Sûriyê di rêjeya herî kêm a belengaziyê de dihişt û hikumeta xwe bi hêz dikir. Em îro li rewşa gelên Sûriyê binêrin û binirxînin em ê bibêjin ku rewşa gel ya di serdema rêjîma Baas tevî hebûna Cezayên Qeyserê jî ji serdema îro çêtir e, sedem jî hegemoniya desthilata nû ya aborî ye, hikumeteke ku diranê xwe li goştê laş gelên Sûriyê tûj kiriye û dixwaze xwîna wan vexwe, çi bi riya polîtîkayên qirj ji bi fetisandina aborî ew dixwaze xwe li ser hesabê gelên Sûriyê bi hêz bike.

Dê projeyên aborî û enerjiyê bikevin xizmeta gel?

Di dema dawî de Sûriyê bûye qada pêşbaziya enerjiyê, petrol û gaz amûra vê pêşbaziyê ye û ev yek bûye sedem ku gelek hêzên herêmî û navneteweyî hewl bidin cihê xwe di projeyên enerjiyê de misoger bikin. Di vê çarçoveyê de, Tirkiye, Rûsya, Dewletên Yekbûyî û hin welatên Kendavê bi awayên cuda dixebitin ku di pêvajoya derxistina çavkaniyên enerjiyê de rolek mezin bistînin. Ji aliyê siyasî ve, ev pêşbaziya aborî bi gelek pirsên girîng ve girêdayî ye. Yek ji wan ew e ku gelo hikumeta demkî ya Sûriyê dikare berjewendiyên gelan biparêze an jî ji bo desthilata xwe dixebite û beşeke mezin ji çavkaniyên Sûriyê radestî kompanî û dewletên biyanî bike. Gelek alî vê yekê rexne dikin û tekez dikin ku para Sûriye ji van projeyan werdigire gelekî kêm e ev yek jî dihêle nerazîbûna gel û qada siyasî derkeve pêş. Destwerdan û serweriya hêzên desthilatdar weke Tirkiyê, Rûsya, Emîrat û Dewletên Yekbûyî ne tenê li ser warê aborî, ew di warê hebûna xwe û tevgera xwe ya jeopolîtîk li Rojhilata Navîn de misoger dikin. Her aliyek hewl dide ku bi rêya projeyên binesazî û peymanên aborî cihê xwe di siberoja siyasî ya Sûriyê de bihêz bike. Ji bo gelê Sûriyê, pirsê bingehîn ew e ku gelo ev proje dê bibin destek ji wan re, ew ê vejîna aborî û afirandina derfetên kar bi xwe re bînin, an jî wê tenê berjewendiyên Sûriyê û dewletên biyanî de biparêzin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.