Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji merasîma çekşewitandinê heta niha çi gav hatin avêtin?

08/07/2026
in ROJEV
A A
Ji merasîma çekşewitandinê heta niha çi gav hatin avêtin?
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi banga Rêber Apo dest pê kir, piştî merasîma çekşewitandinê ya dîrokî, bi gavên siyasî yên nû berdewam kir. Ji avakirina komîsyonê heta vekişandina hêzên Tevgera Azadiyê ji sînorên Bakur û nîqaşên li ser qanûna çarçoveyî, gelek pêşketin çêbûn. Ji merasîma çekşewitandinê heta niha çi gav hatine avêtin?

Tevgera azadiyê li ser Banga Rêber Abdullah Ocelan, di 11’ê Tîrmeha 2025’an de. Bi pêşengtiya Hevseroka KCK’ ê Besê Hozat û bi beşdarbûna 30 Gerilayan, bi îradeya xwe ya azad, li Şikefta Cesenê merasîma çek şewitandinê hat li darxistin. Siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger, nivîskar, Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên saziyên sivîl jî di merasîma çek şewitandinê de amade bûn.

Banga Rêber Abdullah Ocalan û gavên dîrokî

Dewleta Bahçelî ku tevahiya emrê xwe bi dijminatiya Kurdan derbas kiriye, dest dirêj kirina wî di nav civakê de bi matmayî hat pêşwazîkirin. Rêber  Abdullah Ocalan têkildarî gavên Devlet Bahçelî de wiha got: “Tecrîd berdewam dike. Heke şert û merc ava bibin, hêza min heye ku ez pêvajoyê ji zemîna şer û pevçûnê veguherînim ser bingeha hiqûq û siyasetê. Ez xwedî vê hêza teorî û pratîk im. Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşî li pêvajoyê veke di 27ê Sibata 2025’an de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û di banga xwe de  ji PKK xwest kongreya xwe pêk bîne, dest ji têkoşîna çekdarî berde, xwe fesix bike.

Li ser bangê,PKK’ê di navbera 5-7ê Gulanê li Qadên Parastina Medyayê li du herêmên cuda, bi tevlibûna 232 delegeyên ve Kongreya xwe ya 12’emîn  li dar xist û biryara xwefesixkirinê girt. Ev biryar ji bo avakirina derfetên aştiyê neteweyî û navneteweyî wek geşedaneke dîrokî û fersendeke mezin hat nirxandin. Gelek dewlet li pey hev peyamên piştgiriyê dan û xwestin Tirkiye van derfetan ji bo çareseriyê baş binirxîne.

Banga Rêber Abdullah Ocalan ya bi dîmen û kelecana gel

Piştê 26 salan Rêber Abdullah Ocelan cara yekem di 9’ê Tîrmeha 2025’an de bi dîmen peyam da. Û di peyamê de wiha got: “Ez banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk hêj diparêzim” da. Ev banga bi Dîmen ji heft heta heftê salî dengvedanek da çêkirin. xwedî derketineke xort ji aliyê gel ve hat çêkirin.  Peyamên Rêber Abdullah Ocalan hem li rojhilata navîn hem navneteweyî de bi kelêcaneke mezin ve hatin pêşwazîkirin. Li çar aliyê kurdistanê gel xwedî li banga Rêber Abdullah Ocelan derket.

Koma aştî û civaka demokratîk: Şewitandina çekan

Di cîhanê de gelek hêzan ji bo rawestandina şer û ji bo ku pêşî li komkujiyan bê girtin demki be jî çekan dane rawestandin.  Lê di dirokê de cara yekeme ku hêzeke bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dike. Piştê banga 27’ê Sibatê û 9’ê Tîrmehê a Rêber Abdullah Ocelan. Di 11’ê Tîrmehê de, Koma Gerîla ya bi navê “koma aşitî û civaka Demokratîk” ku ji 30 Gerîlayê  15 jin û 15 mêr pêk dihat çeken xwe şewitandin. Heman demê de ji bo ku bersivê bidin banga Rêber Apo Koma Aştî û Civaka Demokratîk di merasîmê de ragihand ku “Ji niha û pê ve, em bi vîna xwe ya azad çekên xwe ji holê radikin, bi armanca domandina têkoşîna xwe ya ji bo azadî, demokrasiyê û sosyalîzmê bi rêya siyaseteke demokratîk û rêbazên yasayî, û li ser bingeha derxistina yasayan ji bo entegrasyona demokratîk. pêk werin pêdivî bi qanûnan heye.”bi vî daxuyaniyê, ji tevahiya cîhanê re aşkere kirin ne bi tekoşîna çekdarî bi tekoşîna siyaseta demokratîk û hiqûqê esas digre.

Şikefta Cesena: Di bîra civakê de zindî hat hêştin

Cîhê ku ji aliyê koma aşitîtî û civaka demokratîk ve hatibû hilbijartin pir watedare. Şikefta Casenê ya gundê Surdaş a Dukanê ya bi ser Silêmaniyeyê, di dîroka kurdan de xwedî girîngiyekê mezine. Piştê Şerê cihanê ê yekem kurdistan parçebû û hebûna gelê kurd hat înkarkirin hemû hêzên heremî û navnetewî li dijî daxwazên gelê kurd derketin. Gelê kurd li li dijî înkar û metîngeriya ku li ser wan hatibû ferzkirin berxwedaneke mezin nişanda û ji bo azadî û nasnameya xwe berdelên giran dan. Di nav şert û mercên herê sînordar de gelê kurd hewilda çalakiyên çandî û ronakbirî jî pêş bixin yek ji wan gavên dîrokî jî derxistina rojnameya kurdiye ku şikefte cesanê jêre şahîdî kiriye ew  herem di dema serhildana şex Mehêmûd Berzencî de xizmetekî girîng dike, Şikefta Casenê wek baregehekî ji aliyê şervana ve hatiye bikaranîn. Ji ber wî jî, ji aliyê tevgera azadiyê ve hat hilbijartin. Şikefta Casenê di dîroka gelê Kurd de hat zindîkirin.

Xebata stratejîk a Komisyonê

Piştî biryar fesixê û şewitandina çekan. Di 5’ê Tebaxa 2025’an de  ji xeynî ÎYÎ Partiyê partiyên ku komên wan di Meclisê de hene Komîsyona Meclisê ava kirin. Komîsyon di civîna xwe ya ewilê de navê “Komîsyona hevgirtina Netewî , Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” li xwe kir û li ser 12 xalên bingeha xebata xwe diyar dike, li hev kir. Ev yek ji bo pêvajoyê wek qonaxeke qanûnî hat diyarkirin û civakê bi rêjeyeke mezin piştgirî da pêvajoyê. Komîsyona piştî civîna ewil wezîrên parastin, karên hundirîn û sîxurtiyê guhdar kir bi dorê sazî û dezgehên malbatên leşker û polîsên di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest dane, saziyên pîşesaziyê, saziyên bazirganan, Dayikên Aştiyê, saziyên malbatên gerîlayên di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest dane, saziyên girtî û hikûmxwaran, saziyên çand û ziman, akademîsyen, saziyên sivîl ên civakî, hunermend û gelek derdorên cuda yên ji ber şer û pevçûnan mexdur bûne û çavdêriyên wan çêbûne guhdar kir.

Tevgera azadiyê xwe ji sînorê Bakur vekişand

Tevgera azadiyê ji bo pêk anîna aştiyê gelek gavên dîrokî avêtin. herê dawîyê jî  di 26 Cotmehê de bi daxuyaniyek li Qendîlê ragihandin ku xwe jî sînorên Bakûr vekişandin e. Ev daxuyaniya tevgerê di raya giştî de dengvedanek da çêkirin.

Komisyon çû Îmraliyê ye

Hevseroka Partiya DEMê Tülay Hatimoğulları ragihand ku eger komîsyoneke parlamentoyê serdana Rêber Abdullah Ocelan bike, ew ê pêvajoyeke danûstandinên demokratîk bide destpêkirin. Li ser wî pêşniyarê gelek nîqaş hatin meşandin. Komîsyonê di civîna xwe ya 18’emîn a ku di 21ê Mijdarê de hat lidarxistin de, bi piraniya dengan biryar da ku guh bide Rêber Abdullah Oelan. Di dengdana nav komîsyonê de, AKP, MHP, Partiya DEMê, TİP û EMEP dengê erênî dan, lê Partiya Yeni Yolê bêalî ma. Partiya Demokrat, HÜDA-PAR û Partiya Çep a Demokrat li dijî pêşniyarê deng dan. CHP û Partiya Refaha Nû (Yeniden Refah Partisi) beşdarî dengdanê nebûn.

Li gorî vê biryarê, heyetek ku ji Gülistan Kılıç Koçyiğit (Partiya DEMê), Feti Yıldız (MHP) û Hüseyin Yayman (AKP) pêk dihat, di 24’ê Mijdara 2025an de çû Îmraliyê û bi Abdullah Öcalan re hevdîtin pêk anî. Lêbelê, CHPê ji bo heyeta ku serdana Îmraliyê dikir, tu endam destnîşan nekir. Ev helwesta CHPê bû sedema rexneyên tund û partî bi dijberiya pêvajoya çareseriyê.

Nexşerêya Bahçelî

Di nav nîqaşên li ser rewşa xitimandina pêvajoyê de, Devlet Bahçelî di 18 ê Gulanê de diyar kir ku gaveke nû hewce ye û “nexşeyek rê” pêşkêş kir ku ji heft xalan pêk tê. Bahçelî rola “Koordînatorê Pêvajoya Aştiyê û Siyasetkirinê” ji bo statuya Rêber Abdullah Ocelan pêşniyar kir û got, “Koordînator dê Rêber Abdullah Ocelan, serokê damezrîner ê PKKê be.” Bahçelî her wiha ragihand ku dê du komîsyonên cuda – yek di nav şaxa qanûndanînê de û yek jî di nav şaxa rêveberiyê de ji bo şopandina pêvajoyê werin damezrandin.

Kilîta çareseriyê Îmraliyê ye

Tevgera Azadiyê û Rêveberên tevgerê nerazîbûnên xwe li dijî qanûna çarçoveyî nîşan daye, Dewlet pêvajoyê dixwaze pêvajoyê wekî “teslîmbûn”ê digre dest.  Di 23ê Hezîranê de, Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocelan, Duran Kalkan got, “Me got ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya her tiştî ye; dê ji wir ve mifte  were vekirin.”

Di heman demê de di 2’ê Tîrmehê de, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê derbarê nîqaşên li ser qanûna çarçoveyî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Eger bi Rêbertî re hevdîtin û nîqaş neyê kirin, nêrîna tevgera me neyê girtin û li ser vê yekê bê gotin ku wê qanûneke bi filan rengî bê derxistin, di naveroka xwe de wê filan filan tişt hebin; ev yek wê weke lîstikekê, weke ferzkirinê, her wiha weke komployekê bê dîtin. Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê “emrîwaqiyekê” qebûl dike. Bi gotina ‘Me qanûn derxist, qebûl nakin’ nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil.”

Mafê hêviyê

Niha mijarên ku herê zêde dibin rojev û li ser tê nîqaşkirin mafê hêviyê û derxistina qanûna ye. Her çiqas ji aliyê desthilatdariyê ve, daxuyaniyên erênî hatine dayîn jî, lê di piratîkê de gavên berbiçav nehatine avêtin. Ew jî dihêle ku di nav civakê de nîqaşên bê baweriyê derkevin holê. Ev nêzê du mehên ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocelan re nehatiye çêkirin. Rêber Abdullah Ocelan aktorê bingehîn ê pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. tişta ku rê li pêşiya hevdîtinan digre, astengiya herê mezin ya li pêşiya pêvajoyê ye. Belê her çiqas astengî hebin jî Reber Abdullah Ocelan di meşandin û serxistina pêvajoyê de bi israre. Pêvajoya ku bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocelan ve hatiye dest pê kirin li Rojhilata Navîn rê li pêşiya zemîneke nû ya nîqaşên siyasî vekiriye. Bi dest pê kirna pêvajoyê re çek rawestiyan nîqaşên aştiyê derketin holê. Dewleta Tirk li bende ye tevgera azadiyê bê ku qanûn derbikevin biçe teslîm bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.