Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rêber Apo gavên pêvajoyê destnîşan kiriye, lê Tirkiyê wan gavan navêje’

08/07/2026
in ROJEV
A A
‘Rêber Apo gavên pêvajoyê destnîşan kiriye, lê Tirkiyê wan gavan navêje’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Parêzer û çalakvanê hiqûqî Mihemed El-Neîmî diyar kir ku Rêber Apo hemû gavên pêwîst ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destnîşan kiriye, lê heta niha Tirkiyê gavên hiqûqî yên pêwîst neavêtiye û ev yek pêvajoyê dixe metirsiyê.

Derbarê qanûna çarçoveyê ku li Bakurê Kurdistanê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de amadekariyên wê têne kirin, parêzer û çalakvanê hiqûqî Mihemed El-Neîmî bersiva Pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Zêdetirî salekê pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin, di nava vê salê de gelek pêşketin û gavên girîng hatin avêtin, lê piraniya gavan di aliyekî tenê de sînordar bû, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi banga Rêber Apo dest pê kir. Ew bang bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” hate ragihandin. Li ser bingeha vê bangê, Tevgera Azadiyê bersiv da. Ev bersiv bi rêze gavên pratîkî hate nîşandan. Gava yekem ragihandina agirbestê di 1’ê Adara 2025 de bû. Piştre Kongreya 12’emîn a Tevgerê di navbera 5 û 7’ê Gulana 2025’an de hate lidarxistin. Kongreyê gelek biryar standin ya herî girîng girêdana sepandina pratîkî ya biryarên konferansê bi azadiya Reber Apo û avakirina komek bi navê Koma Aştiyê bû. Koma Aştiyê jî di 11’ê Tîrmeha 2025’an de bi merasîmeke taybet û bêhempa çek şewitand. Piştî wê jî Hêzên Parastina Gel ji cihên têkiliya rasterast an ku rîsk lê rû didan bi artêşa Tirkiyê re, vekişiyan bo Herêmên Parastina Medya yê. Li gel van gavên dîrokî, Rêber Apo gelek peyam ji konferansên navneteweyî re şandin ku bi Konferansa Navneteweyî ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 6 û 7’ê Kanûna 2025’an de li Stenbolê hate lidarxistin dest pê kir û bi konferansa yekem a Yekîtiya Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê di Hezîrana 2026’an de bi dawî bû. Herwiha tiştên ku wî ji şandeyên fermî yên ku piştî banga wî ya dîrokî serdana wî kirin re vegotin û nameya ku bi bîranîna salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an de weşand jî girîng bûn. Di dawiyê de Rêber Apo ji rojnameya Komînal re di hejmara destpêka meha Tîrmehê de peyamek şand. Di wê de bang kir ku ji teorî û gotinên bêkiryar derbasî karê pratîkî bibin, ji ber ku bawer e dewleta Tirkiyê hîn jî ji daxwazên Banga Aştî û Civaka Demokratîk û gavên pratîkî yên hatine avêtin, dûr e. Li gorî me jî pergala fermî ya Tirkiyê di nêzîkbûna xwe ya li hember daxwazên Banga Aştî û Civaka Demokratîk de ne rastgoy e. Ji ber ku hêvîya xwe li hin aliyên herêmî yên ku xwe di nav biryardêrên navneteweyî de dixin girê dide. Ev rewş dijberiya xwediyên dewleta kûr e ku mezinahiya metirsiyê li ser Tirkiyê dibînin û bawer in ku ji bo berjewendiya Tirkiyê divê bersivek rastîn ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re were dayîn, da ku metirsiyên mezin di serî de metirsîya parçekirinê, bêne dûrxistin.

Ji bo serkeftina pêvajoyê ji dewleta Tirk gavên hiqûqî pêwîst dike, lê dewletê van gavan li gorî berjewendiya xwe ya siyasî dereng dixîne, ev çi dide diyarkirin û pêwîst e çi were kirin?

Rêber Apo di peyama xwe ya bi boneya salvegera yekem a banga Aştî û Civaka Demokratîk de, dîsa girîngiya pêwîstiya avêtina gavên mafî û qanûnî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tekez kir. Wiha got: “Armanca me bidawîkirina qonaxa siyaseta ku li ser tundûtûjiyê ava bûye ye û vekirina rêyek e ku li ser civaka demokratîk û serweriya qanûnê ava bibe.” Herwiha ev yek lê zêde kir û got: “Em parêzvaniya çareseriyeke qanûnî di çarçoveya siyaseta demokratîk de dikin. Em hewce ne bi nêzîkbûnek ku rê li ber demokrasiyê veke û ji bo wê garantiyên qanûnî yên bihêz ava bike.” Divê were zanîn ku Rêber Apo, ji bangewaziya xwe ya dîrokî dest pê kir, piştî wê bi hevdîtinên ku hatin lidarxistin berdewam kir û bi peyamên xwe yên ji bo kongreyan, gelê Kurd û gelên din ên azadîxwaz di Newroza 2026’an de, di 8’ê Adara 2026’an de bi boneya Roja Cîhanê ya Jinan, herwiha ji bo civaka Kurd a li dîasporayê û rêberên Kurd re, her dem li ser pêdiviya lezgirtina Tirkiyê ji bo avêtina gavên siyasî û hiqûqî yên pêwîst rawestiya. Ev gav divê bi rêya pakêtek qanûnên ku entegrasyona demokratîk garantî dikin û bi parastina destûrî, da ku veguherîne ber bi komara demokratîk ve ku li ser bingeha naskirina hevbeş be û ne berevajî vê yekê. Tişta ku Rêber Apo di 27’ê Adara 2026’an de, di civîna ku Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan tê de amade bû de, got yek ji girîngtirîn qonaxên bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk bû. Wî tê de berpirsiyarî û erkê dîrokî yê ku li ser milê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê (Parlamento) ye di vê pêvajoyê de destnîşan kir. Herwiha hate ragihandin ku pêwîst e piştî rapora komîteya parlamentoyê, karên ku dê werin bicîhkirin bêyî ku ew ji faktora demê re were hiştin, divê di çarçoveyek qanûnî ya hevgirtî de were bicîhkirin. Di çarçoveyeke qanûnî ya bihêz de bikevin meriyetê, da ku tişê herî girîng  ku di banga Aştî û Civaka Demokratîk ya 27’ê Sibata 2025’an de pêk were, ango gihîştina aştiyê bi Komarê re, bi rêya pakêteke destkeftiyên qanûnî ku li ser bingeha destûrî ava bûne. Rêber Apo hemû gavên ku divê Tirkiyê bavêje, bi taybetî di derbarê derxistina qanûnek li ser entegrasyona demokratîk û azadiyê de, ji bo Tirkiyê destnîşan kiriye. Heger Tirkiyê van gavan neavêje tevî hemû gavavêtinên Tevgera Azadiyê, ew ê bibe berpirsyarê neserxistina pêvajoya aştiyê. Ev mijar di 28’ê Gulana 2026’an de di civîna fermî ya navbera Rêber Apo û şandeya fermî ya serdankirî de dîsa li ser şertên Banga Aştî û Civaka Demokratîk hate piştrastkirin. Ji ber ku Tirkiyê hîn jî li ser berjewendiyên xwe yên siyasî û serdestiyê şert dike, pirrengî û cihêrengiyê red dike, bi zihniyeta neteweperestî û navendperestiyê ve girêdayî dimîne, Kurdan weke metirsiyeke hebûnî dibîne û welatên cîran wek qada firehbûnê û derfeteke ji bo telafîkirina kirîza hundirîn dibîne. Ji ber vê yekê, dengvedana rastîn a Bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyê heta îro jî prensîba serketina li ser yê din nîşan dide, ne avakirina hevkarî û baweriyê li gorî dîtina Rêber Apo. Ev jî dibe sedem ku Tirkiyê ji aştî û ewlehiyê zêdetir nêzî metirsiyên hundirîn û derveyî be.

Di dema dawiyê de amadekariyên çarçoveya hiqûqî rojeve, lê wekî tê diyarkirin ev çarçove ne li gorî pêvajoyê û rastiya heyî ye, ji bo wê di aliyê hiqûqî de divê çarçoveya vê yekê çawa be?

Di vê demê de heta niha tu nîşanek tune ye ku Tirkiyê derbarê pakêta qanûnên demokratîk de amadekariyên xwe kiriye. Delîla vê yekê ew e ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên ku ji sala 2014’an ve hatine derxistin, heta niha nehatine cîbicîkirin. Herwiha daxwazên Komîteya Wezîran a Meclisa Yekîtiya Ewropî jî ku di dawiya meha Hezîranê de gihiştine asta dawîn, nehatine cîbicîkirin. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku dosyayek taybet ji bo vê mijarê were amadekirin ku tê de binpêkirinên Tirkiyê yên mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî bêne tomar kirin, bi taybetî ji aliyê nepejirandina Mafê Hêviyê û nebûna guhertinên di qanûnên hundirîn de. Di dawiyê de divê were zanîn ku Tirkiyê di nav kirîzeke navxweyî û derveyî de dijî û ji bilî pabendbûna bi Aştî û Civaka Demokratîk ti çareseriyek ji bo vê nîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.