Stêrk Mihemed/Qamişlo
Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal El-Haşimî da xuyakirin ku jinên Kurd roleke mezin di mayîndekirin û parastina zimanê Kurdî de lîstin û wiha got: “Jin bi hest û fikir Kurdayetiya xwe diparêzin.”
Bi hezarê salan e siyaseta asîmlasyon û qirkirinê li ser gelê Kurd tê meşandin, bi her awayî dixwazin ku hebûna Kurdan tune bikin û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê di serdema rêjîma baas de, di salên 1960’î de bi sazkirina Kembera Erebî re hewildan ku dîroka Kurdan veşêrin. Lê jin û dayîkên Kurdan karîbûn ku zimanê Kurdî biparêzin û derbasî nifşan dîtir bikin, di heman demê de bi israr û îradeya xwe ya xort careke din zimanê Kurdî mayinde hişt.
Di vê çarçoveyê Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal El Haşimî ji Rojnameya me re axivî.

‘Gelê Kurd li Sûriyê nikarîbûn bi zimanê xwe biaxivin’
Delal El Haşimî diyar kir ku di dema Rêjîma Baas de xwendin bi zimanê Kurdî xewnek bû û wiha got: “Di serdema rêjîma baas de rewşa me weke gelê Kurd gelek xerab bû, bi taybet di milê ziman de. Gelê Kurd di Sûriyê de weke netewekê dîtir nikarîbû li dibistan û cihên fermî bi zimanê Kurdî biaxivin. Di wê demê de xwendekar û zarok bi tirsekî û derûniyeke xerab derbasî dibistanê dibûn, me wê demê digot gelo em ê çawa biçin dibistanê ango çawa em ê bi memosteyeke Ereb re biaxivin û em bi zimanê Erebî nizanin. Ev jî ji bo me weke zarok û gelê Kurd gelek bi êş bû, bi awayekî mecbûrî me bi zimanê Erebî dixwand ji ber ku ji bilî zimanê erebî zimanêdin di hundir Sûriyê de qedexe bû.”
‘Bi sazkirina Kembera Erebî re hewildan ku dîroka Kurdan veşêrin’
Delal El Haşimî destnîşan kir ku erebkirina gund û bajarên Kurdan bi zanebûn bû û wiha pê de çû: “Em di bin alek, zimanek, netewek û dîrokekê de mezin bûn, her tim hewaldidan ku dîroka me veşêrin, em bi vê eşê re mezin bûn, heya niha dema ku ez qala van bûyeran dikim ez diêşim û hestên wê demê tên bîra min. Di serdema rêjîma baas de dema ku me qonaxa xwendinê ya navîn dixwand, bi taybet xwendekarên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê binav dikirin nabe ku hûn ji bilî zimanê Erebî bi tu zimanên din biaxivin û bi taybet li bajarê Qamişlo ev yek dihat dîtin.
Pirbûna pêkhateyê Ereb li Rojavayê Kurdistanê piştî sazkirina Kembera Erebî ji Dêrik heya Helebê bû, projeyeke siyasî û demografî bû ku ji aliyê rêjîma baas ve biryara wê di 1962’an de hate standin û di salên 1974’ê de li Rojavayê Kurdistanê hate cîbicîkirin. Bi sazkirina Kembera Erebî re hewildan ku dîroka Kurdan veşêrin. Erebê mexmûrî ji ber piraniya erd û gundên wan li ber ava Firatê çûne, ji bo vê jî bi vê navê tên naskirin, bi hezarên gundan ji wan re avakirin û û li herêmên Kurdan bicihkirin. Ew sîsteme Erebkirina bajarên Kurdan bi zanebûn hate kirin. Armanca vê projeyê guhertina pêkhateya herêmê û erebkirina sînorê navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bû.”
‘Dayîkên Kurd karîbûn ku zimanê Kurdî mayînde bihêlin û biparêzin’
Delal El Haşimî daxuyakirin ku dayîkên Kurd ziman û hebûna xwe parastin û wiha anî ziman: “Bi her awayî xwastin ku zimanê Kurdî tunebikin, lê belê dayîkên Kurd roleke mezin di mayîndekirin û parastina zimanê Kurdî de lîstin, ji ber ku dayîkên me di destpêkê de ji bilî zimanê Kurdî bi tu zimanên din nizanîn, di heman demê ew sîsteme ku di dibistanan de li ser Kurdan dihat meşandin di malê de nedihat bikaranîn, ev jî sedema herî sereke ya parastina zimanê Kurdî bû, ji ber vê yekê jî em weke Kurd dibêjin zimanê dayîkê ku dapîr û dayîkên me bi zimanê me yê resen diaxivîn û heta roja me ya îro bi vî rengî ye. Herwiha zimanê Kurdî bi rêya stran, çîrok, destan, çand û hunerê karîbû xwe mayînde bike.”
‘Bi Şoreşa Rojava re zimanê Kurdî hîn dewlemendtir bû’
Delal El Haşimî tekez kir ku bi Şoreşa Rojava re zimanê Kurdî xwe di nava herêmê de fermî kir û wiha domand: “Kevirê bingehîn ji zimanê Kurdî re bi destpêka Şoreşa Rojava re hîmê xwe ya bingehîn danî ser. Bi Şoreşa Rojava re zimanê Kurdî hîn dewlemendtir bû. Di vê derê de jin roleke herî girîng lîst ku îro roj bi vê kedê zimanê dayîkê gihaştiye vê qonaxa ku em tê de ne. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re bi awayekî fermî dibistanên bi zimanê Kurdî ku di nava xwe de hemû pêkhate û zimana digire li tevahî herêmên Rojavayê Kurdistanê vebûm, bi hezaran xwendekarên Kurd harîbûn ku bi zimanê xwe ya resen bixînin û bibin xwedî bawernameyên Kurdî. Di heman demê de li kêlekî wê jî bi hezaram memoste hatin perwerdekirin, akademî, biraş û astên bi zimanê Kurdî ji wan re hatin vekirin, derfeta xwe pêşxistinê û fêrkirina bi zimanê Kurdî bi me re çêbû.
Herwiha em ji bîrnekin ku Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hate naskirin jinê di hundir vê şoreş de şoreşe din avakir. Bi ked û israra jinê zimanê Kurdî belav bû û hate parastin. Di qonaxê salên 2012-2013-2014’an de hejmarên herî mezin di fêrkirina zimanê Kurdî de bê berdêl jin bûn. Di vê demê de me bi kafxaşiye mezin xebat dikir, bi şev û roj xebatê me berdewm bû û qet em nediwestiyan. Derfeteke ku em karibin bi zimanê Kurdî bixwînin û bidin ji bo me serfirazî û mûcîze bû, ji bo vê jî me bi her awayî hewaldida ku zimanê Kurdî bi pêş bixînin.”
‘Jin bi hest û fikirê Kurdiya xwe diparêze’
Delal El Haşimî da zanîn ku jinê di nava xebata perwerdê de ciheke mezin girt û wiha got: “Jinê di warê perwerdehê de bi hemû temenê xwe fêrî zimanê Kurdî dibûn di heman demê de me aste dibirin û li kêlekî wê jî li dibistana waneyên Kurdî didan xwendekaran. Ev destkeftî bi ked û berxwedaniyeke mezin hate domandin, di hamû kar û xebatan de jinê cihê digirt. Jinê ne tenê xwendekar fêrkirin ango nifş avakirin, lê belê tevahî civak fêrkir. Tê gotin ku jinê nivê civak ye, lê belê jin civak bi giştî ye, eger bi rêje be jin navê civakê ye, lê belê nivê din jî bi dest jinê tê perwerde kirin.
Jin bi hest û fikir ziman û netewa xwe ya Kurdî diparêze, di mal, dibistan, kolan û li her derê jin zarokan hînî hezkirina netew û zimanê dayîkê dikin. Bi axaftin û gotinên xwe yê bi zarokan zimanê Kurdî parast û derbasî nifşên dîtir kir. Jinê di qada civak, perwerde, leşkerî, siyasî û hwd de xwe isbat kir ku eger jin li ku derê be dikare wê hebûna û nasnameyê biparêze.”
‘Divê zimanê Kurdî bi awayekî fermî di destûra Sûriyê de were bicihkirin’
Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal El Haşimî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 8’ê Kanûna 2024’an de rêjîma baas hate ruxadin, piştî wê hikumeten nû a bi navê hikumeta demkî a Sûriyê hate ser serweriya Sûriyê, bi hatina vê hikumetê re destûreke nû ji bo Sûriyê hate nivîsandin ku hate diyarkirin xwandina bi zimanê Kurdî tenê 2 seatin bin, lê em weke memoste û gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê qet vê biryarê qebûlnakin. Di destpêka Şoreşa Rojava de zarokên Kurd bi zimanê Kurdê dixwînin û gihaştine aste zanîngehê di heman demê de bi bawernameya xwe ya Kurdî derçûne, çênebe mafê van xwendekaran di Sûriyê de were xwarin ango pêşeroja wan hilweşe, ji ber vê yekê divê zimanê Kurdî bi awayekî fermî di destûra Sûriyê de were parastin û misogerkirin.






