Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 NATO, ji avabûnê heta lûtkeya Enqerayê

07/07/2026
in NÛÇE
A A
 NATO, ji avabûnê heta lûtkeya Enqerayê
Share on FacebookShare on Twitter

Şaho Xanim/Qamişlo

Di demekê de ku kirîzên cîhanê gihaştine lûtkeyê û têkiliyên endamên NATO’yê di qonaxeke hestyar re derbas dibe, Lûtkeya NATO’yê li Tirkiyê tê lidarxistin. Tirkiyê jî her dem endamtiya xwe ya NATO’yê ji bo berjewendiyên xwe yên leşkerî, aborî û dijberiya li hemberî destkeftiyên Kurdan bi kar tîne.

Peymana Atlantîka Bakur (NATO), hevbendiyeke leşkerî û siyasî ya navneteweyî ye ku di 4’Nîsana 1949’an de li Washingtonji aliyê 12 welatên damezrîner ve hate avakirin. Armanca wê ya bingehîn parastina hevpar a li dijî geşbûna Yekîtiya Sovyetê yaw ê demê û parastina ewlehiya herêma Euro-Atlantîkê bû û heta sala 2026’an, hejmara endamên NATOyê gihîştiye 32 welatan.

Bingeh û Avabûna NATOyê

Di sala 1949’an de piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, Ewropa di aliyê aborî û leşkerî de wêran bibû. Ew ditirsiya ku Yekîtiya Sovyetê ya wê demê kontrola xwe li seranserî parzemîna Ewrpoayê  berfireh bike.

Ji bo bersivdana vê metrsiyê, di sala 1948’an de Peymana Brukselê di navbera 5 welatên Ewropî de hate îmzekirin, ku ev yek bingeha NATOyê ava kir.

Di 4’ê Nîsana 1949’an de, 12 welat hatin bahev û Peymana Atlantîka Bakur (Peymana Washingtonê) îmze kirin. Welatên damezrîner ev bûn: ( Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya, Fransa, Kanada, Îtalya, Belçîka, Holanda, Luksembûrg, Norwêc, Danîmarka, Îzlanda û Portûgal).

Xala 5’an

Benda herî girîng a peymana di navbera endamên Natoyê de Xala 5’an e. Li gorî vê xalê, “êrîşeke çekdarî ya li ser endamekî NATO, wekî êrîşeke li ser hemû endamên wê tê hesibandin” û mafê parastina hevpar dide welatên endam.

Di dîroka NATOyê de Xala 5’an tenê yek carê hate xebitandin, ew jî piştî êrîşên 11’ê Îlonê ya sala 2001’an li ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Ev bû sedem ku NATO operasyonên leşkerî li Afganistanê bide destpêkirin.

Firehbûna NATO’yê

Di serdema Şerê Sar de ku ji sala 1949 heta 1991’an dewam kir, NATO wekî mertalekî li dijî Bloka Rojhilatê ya di bin serkêşiya Sovyetê de bû, xebitî. Ji bo bersivdana NATOyê, Sovyetê di sala 1955’an de Peymana Varşovayê bi welatên komunîst re ava kir.

Di dema Şerê Sar de, sê pêlên berfirehbûnê yê NATO’yê çêbûn. Di sala 1952’an de, Tirkiye û Yewnanîstan bûn endamê wê. Di sala 1955’an de Almanya û di 1982 Îspanyayê, tevlî wê bûn.

Navenda NATOyê ya yekem li nêzî Parîsê (Fransa) bû, lê piştî ku Fransa di sala 1966’an de ji bin fermandariya leşkerî ya yekbûyî derket, navend birin paytexta Belçîkayê, Brukselê.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyêtê

Bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di sala 1991’an de, rola NATOyê guherî. Hevbendî ji polîtîkayeke tenê ya parastinê, ber bi destwerdanên krîzê ve çû. Gelek welatên ku berê endamên Peymana Varşovayê an jî komarên Sovyetê bûn, berê xwe dan NATOyê.

Di sala 1999’an de Komara Çîk, Macaristan û Polonya tevlî NATO bûn, di sala 2004’an de Estonya, Letonya, Lîtvanya, Bulgaristan, Romanya, Slovakya û Slovenîya tevlî NATO bûn. Di sala 2009’an de Albanya û Kroatya tevlî bûn. Di sala 2017 Montenegro û di 2020’î de  Makedonyaya Bakur tevlî NATO bûn.

Piştî êrişên Rûsya li ser Ukraynayê

Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê di Sibata 2022’an de, hawîrdora ewlehiyê ya Ewropayê bi temamî guherand û girîngiya parastina herêmî ya NATOyê dîsa xist rojevê. Ev şer bû sedem ku welatên Fînlenda û Swêdê ku bi salan bêalî bûn, daxwaza endamtiyê bikin. Di Nîsana 2023’an de Fînlenda bi fermî bû endamê 31’ê yê NATOyê. Di Adara 2024 de piştî pejirandina hemû welatan Siwêd jî bû endamê 32’an.

Tirikyê û NATO

Tirkiye wekî yek ji endamên herî kevn ji sala 1952’an ve û xwediyê artêşa duyem a herî mezin a NATOyê, endamtiya xwe ya di vê peymanê de ji bo parastina berjewendiyên xwe yên desthilatdarî bi kar tîne.  Ew ji bo berjewendiyên siyasî û leşkerî daxwazên endamtiyê yên welatên nû yan jî biryarên girîng ên peymanê asteng dike an jî dereng dixe da ku tawizan ji welatên rojavayî bigire. Di dema daxwaza endamtiya Swêd û Fînlendayê (2022-2024) de, Enqereyê mafê xwe yê vîtoyê bi kar anî. Bi vê gavê, zextê li ser wan welatan kir da ku qanûnên xwe yên li dijî tevgerên Kurdî hişk bikin, ambargoyên çekan ên li ser Tirkiyeyê rakin, û firotina firokeyên F-16 ji aliyê DYAyê ve misoger bike. Di heman demê de, ji bo hilbijartina sekreterên giştî yên NATOyê, mercên xwe ferz dike. Herwiha bi rêya endamtiya xwe ji NATO re hewil dida ku êrişên xwe yên li Sûriyê û Iraqê di şerê li dijî gelê Kurd rewa bike. Tirkiye bi domdarî hewl dide ku kerta “ewlehiya neteweyî” bixe nav rojeva NATOyê.

Li aliyekî din Tirkiyê di bin sîwana NATOyê de pîşesaziya xwe ya leşkerî pêş xistiye. Di seranserê salan de, bi rêya transferkirina teknolojiyê û bernameyên hevpar ên NATOyê, bingeha pîşesaziya xwe ya çekan ava kir.Ev yek rê dide ku Tirkiye çekên xwe bifroşe welatên din ên NATOyê an jî hevalbendên derve û aboriya xwe xurt bike

Tirkiye pêgeha xwe ya di NATOyê de bi kar tîne da ku di navbera Rûsya û Bloka Rojavayî de rola navbeynkariyê bilîze. Tevî ku endamê NATOyê ye, sîstema parastina esmên a S-400 ji Rûsyayê kirî. Gava ku NATOyê bertek nîşan da, Enqereyê jeopolîtîka xwe wekî mertal bi kar anî da ku ji derbkirina potansiyel a peymanê dûr bikeve. Di şerê Rûsya û Ûkraynayê de, wekî “endamê taybet ê NATOyê” peymana genim a Deryaya Reş îmze kir û têkiliyên aborî û enerjiyê bi Moskovayê re nebirrî. Tirkiye sîstema parastina hevpar a NATOyê ji bo ewlehiya sînorên xwe yên bi Sûriye û Iraqê re bi kar tîne. Di dema şerê Sûriyê de, Tirkiyê daxwaza alîkariyê ji NATOyê kir û sîstemên moşekî yên Patriot li ser sînorên Tirkiyeyê hatin bicihkirin da ku asmana wê biparêzin. Ev yek nîşan dide ku Tirkiye gava hewce bike, lêçûna ewlehiya xwe dixe ser milê hevalbendên xwe. Bi kurtasî, Tirkiye NATOyê ne tenê wekî îttifaqeke dilsoz, lê wekî “maseya danûstandinê ya fersendperest” dibîne ku her carê ji bo berjewendiyên xwe yên leşkerî, aborî û dijberiya li hemberî destkeftiyên Kurdan bi kar tîne.

Gefên Donald Trump li hemberî NATOyê

Gefên Donald Trump li hemberî NATOyê bi giranî li ser kêmkirina piştgiriya aborî û leşkerî ya Amerîkayê û gefa vekişîna ji tifaqê ne, bi taybetî zextê li endaman dike ku budceya parastinê zêde bikin. Ew van welatan rexne dike ku erka xwe ya parastinê bi cih naynin û di aloziyên herêmî de piştgiriya Washingtonê nakin.‫

Trump armanca berê ya xercên leşkerî ku ji sedî 2 ji Dahata Neteweyî ya Sereke (GDP) bû, bilind kiriye û daxwaza ji sedî 5 dike. Hevalbendên wî yên mîna Almanya, Kanada û Spanyayê ku hîn nagihîjin vê astê, rûbirûyê gefên tund dibin. Pentagonê hişyarî daye ku eger welat budçeyên xwe zêde nekin, dê leşkerên Amerîkî ji wan welatan mîna Almanya û herêmên din ên Ewropayê werin vekişandin.

Trump herî dawî diyar kir ku ji bo Amerîkayê ne mentiqî ye ku trîlyon dolaran xerc bike bêyî ku sûdekê wergire. Li aliyê din Washington nerazî ye ku welatên Ewropî di şer û aloziyên Rojhilata Navîn de piştgiriya leşkerî nedan Amerîkayê û rê nedan ku baregehên hevpar werin bikaranîn. Trump rasterast gefê dixwe ku heke welatek erka xwe ya aborî bi cih neyne, Amerîka dê di dema êrîşekê de parastina wî welat neke. Herwiha Trump daxwaz dike ku NATO di destxistina girava Gronlandê de rola rêberiyê bileyîze.

Lûtkeya NATO ya Enqerayê

Li gorî geşedanên herî dawî yên sala 2026’an, NATO di lûtkeya xwe ya bê de ku wê 7 Tîrmehê  bê lidarketin, giranî bide ser zêdekirina budçeya parastinê ya welatên endam, xurtkirina sîstema parastina esmên û piştgiriya domdar a ji bo Ukraynayê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.