Navenda Nûçeyan
Piştî lûtkeya NATO’yê plan têne kirin ku Netanyaho û Trump li Koşka Spî li hev bicivin. Çar armanc û plan di serê her du aliyan de hene, gelo çi ne?
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê, Binjamîn Netanyaho, bi lez tevdigere da ku civînekê bi Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê, Donald Trump, re li dar bixe. Lê beşdarbûna Trump di lûtkeya NATO’yê ya ku li Tirkiyê tê lidarxistin, dibe ku vê civînê paşwext bike bi taybet piştî bidawîbûna lûtkeyê an jî bo hefteya were.
Li gorî rojnameya Îbranî Yedioth Ahronoth, armanca Netanyaho ji vê civînê ew e ku çar xalên civîna dawî ya di 11’ê Sibatê de ya li Odeya Operasyonan a Koşka Spî hat lidarxisitn, pêkbîne.
Çar armancên hevdîtinê?
Armanca yekem ji civînê vegerandina baweriya Trump e, ev armanc bi taybetî girîng bûye, ji ber ku rexneyên di nav rêveberiya Amerîkayê de li ser rastiya nirxandinên Netanyaho zêde bûne.
Ya duyem jî bandorkirin li ser danûstandinên bi Îranê re, Netanyaho dixwaze berî destpêkirina danûstandinên nû bi Tehranê re li ser peymanekî mayînde, nirxandinên îstixbaratî yên Îsraîlê pêşkêşî Washingtonê bike.
Îsraîl dixwaze ku Dewletên Yekbûyî tenê daxwaza kêmkirina depoyên uranyûma Îranê neke, lê belê li ser derxistina tevahî ya wê ji axa Îranê israr dike.
Di heman demê de tê payîn ku Netanyaho daxwaze bernameya mûşekên balîstîkî ya Îranê û piştgirîya Tehranê ji hevalbendên xwe yên herêmî jî di nav her peymanekê de cih digire, bixe rojevê. Netanyaho di konferansa xwe ya çapemeniyê ya dawî de ragihand ku ew ê şandeyekê bişîne Washingtonê da ku berî destpêkirina danûstandinan helwesta Îsraîlê pêşkêş bike. Xala sêyem li ser dosyeyên herêmî Lubnan, Gazze, Sûriye û Tirkiyê ye.
Di dosyeya Lubnanê de Îsraîl hewl dide li hember zextên ku daxwaza vekişîna wê ji herêmên di bin kontrola wê de dikin raweste. Îsraîl îdia dike ku mayîna hêzên wê li wan herêman ji bo metirsiyên Hizbullah pêdiviyeke.
Di Gezeyê de Îsraîl dixwaze piştrast bike ku berî bêçekkirin û hilweşandina Tevgera Hamas, dest bi jinûavakirina herêmê neyê kirin. Berpirsên Îsraîlî dibêjin ku Washington rê li ber operasyoneke leşkerî ya fireh digire û armanca wê bêçekkirina Hamasê ye. Di heman demê de Amerîka têkiliyên xwe bi Hamas re didomîne, ev yek tevî ku Îsraîl di wê baweriyê de ye ku Hemas bi dilxwazî çekên xwe bernade.
Di dosyeyên Sûriyê û Tirkiyê de jî Netanyaho dixwaze nerazîbûna Îsraîlê ya tund li dijî peydakirina balafirên şer ên F-35 ji Tirkiyê re derxe holê. Ew dibêje siyasetên Enqerayê ji bo Îsraîlê cihê metirsiyê ne. Di heman demê de, Washington dixwaze danûstandinên di navbera Til Avîv û Şamê de ji nû ve dest pê bikin û dibe ku ev mijar jî di civînê de were gotûbêjkirin.
Xala çarem jî Tetbîî(lihevkirin) û hevkariya ewlekariya welatên Erebî yên din re pêş bixe. Bi taybet bi hukumeta Lubnanê re û ev dosye jî bi Trump re wê were gotûbêjkirin.






