Stêrk Mihemed/Qamişlo
Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl da zanîn ku di çarçoveya pêkanîna peymana 29’ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî a Sûriyê de amadekarî ji bo vegera koçberên Serêkaniyê tê kirin û wiha got: “Li beramberî amadekariya vegerê astengî gelekin.”
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk bi êrişeke hovane û dijmirovî bi ser Serêkaniyê û Girê Spî de hat di encamê de bi sedan sivîl birîndar û Şehîd çêbûn. Di heman demê de ji ber êrişên dijwar û hewildanên dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û komên çeteyan ve bi hazaran ji xelkê Serêkaniyê bi dare zorê ji warê xwe koçber bûn û berê xwe dan kantona Cizîrê û li wê derê di kampa Waşûkanî, Serêkaniyê û Newroz de bicih bûn.
Ev 7 salin gelê Serêkaniyê bi zehmetî û astengiyan re jiyan dikin, di rewşên dijwar de jiyane xwe di nava kampam de derbas dikin û her roj li benda vegereke bi ewle ne. Hêviya vegerê haya niha di dilê wan de lêdide. Di 29’ê Çileya 2026’an de di navbara Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî a Sûriyê de hevpeymaneke hate îmzekirin, yek ji xalên sereke yê vê peymanê vegera bi ewle ya koçberan e.
Di çarçoveya pêkanîn vê peymanê de koçberên Efrînê bi 8 gropan ber bi Çiyayê Kurmênc ve rêketin û xewna vegerê ya 8 salan pêkanîn. Di haman demê de ji bo berdewankirina rêkeftina di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de amadekarî ji bo vegera koçberên Serêakniyê û Girê Spî jî tên kirin. Gelê Serêkaniyê û Girê Spî ji dema raghandina peymana 29’ê Çileyê li benda mizgîniya vegera li ser axa Waşûkanî ne. Lê li hemberî vegera koçberên Serêkaniyê gelek astengî derdikevin, ji ber ku heya niha artêşa dewleta Tirk û komên çeteyan cihê xwe li wê derê digirin.
Di derebarê amadekariyên jib o vegera koçberên Serêkaniyê û astengiyên derdikevin, berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl ji Rojnameya me re axivî.
‘Amadekariyên vegerê tên kirin, lê astengî gelekin’

Mehmûd Cemîl diyar kir ku ev 7 salin zêdetirî 80 hezar koçber li bende vegereke bi ewle ne û wiha got: “Di 29’ê Çileya 2026’an de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî ya Sûriyê de hevpeymaneke hate îmzekirin, yek ji xalên sereke yê vê peymanê vegera bi ewle ya koçberan e. Di çarçoveya pêkanîna vê peymanê de koçberên Efrînê vegerin warê xwe, niha jî amadekarî ji bo vegera koçberên Serêkaniyê û Girê Spî tê kirin, ev zêdetirî deh rojane rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê û Til Temir-Serêkaniyê ji bo vekirina rê li ber çûn û hatina welatiyan û vegera koçberan a ser warê wan ji mayînan tê paqijkirina.
Herwiha heya niha jî gelek welatî ji derveyî Serêkaniyê û Girê Spî ne li Serêkaniyê dîmînin û di malê xelkê Serêkaniyê de ne, di heman demê de haya niha milkê gel di bin serweriya heman kesan de ye. Ev jî li pêşiya vegera koçberên Serêkaniyê astengiyeke mezine, pêwîste di destpêkê de ev pirsgirêk werin çareserkirin da ku koçberên Serêkaniyê û Girê Spî karin vegerin cih û warê xwe.”
‘Neqebûlkirina Kurdan û gefa li hemberî vegerê’
Mehmûd Cemîl destnîşan kir ku heya niha hebûna artêşa Tirk li Serêkaniyê tê dîtin û wiha got: “Koçberên ku bi serê xwe vedigerin rastî astengî û zehmetiyan tên herwiha daxwaza pereyan li beremberî vegera male wan têkirin. Piraniya kesên ku di malê xelkê Serêkaniyê ne ji derdûra Hesekê, Dêre Zor û gundewarên Reqa ne, ev kes pişta xwe bi hebûna artêşa Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî xort dikin.
Herwiha piştî ku hate diyarkirin rêya Serêkaniyê-Dirbêsiyê û Serêkaniyê-Til Temir ji bo vegera koçberên Serêkaniyê ji mayîn tê paqijkirin hin erebên wê derê bi daxuyaniyekê gef li gelê Serêkaniyê yên ku daxwaza vergerê dikin xwarin û bi taybet qebûlnakin ku Kurd vegerin warê xwe. Neqebûlkirina Kurdan û gefa li hember vegerê astengiya herî mezine. Ev jî ji bo ewlehiyan gelê Serêkaniyê ne guncawe ji bo vê yekê jî çareserî tê kirin, lê hinek dem jê re lazime.”
‘Ji bo vegera koçberan erka sereke ya hikumeta demkî a Sûriyê ye’
Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erka herî sereke ya vegera bi ewle a koçberan, derketina wan erebên hewirdor ji malê xelkê Serêkaniyê û kontirolkirina wan kesên ku gefê li Kurdan dixwin ya hikumeta demkî a Sûriyê ye. Di haman demê de hundirî bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê hatiye wêrankirin ji bo vê jî demeke lazime ku xelkê me karibe dîsa vegerin û ji nû ve mal û xaniyên xwe sazbikin ji bo vê jî em ê girop bi girop koçberan vegerînin.”






