Emel Welat
Di hemû şoreşan de û nexasim jî di şoreşên karkiran de gelek, berdêl hatine dayîn û herdem beşên civakê yên herî feqîr, xizan û welatparêz; ji şoreşan re bûne palpişt û heyanî dawiyê fedekarî kirine û ji ewladên, xwe tişteke din qîmetdar nedîtine ku ji bo şoreşa xwe feda bikin. Li welatên weke Sîn, Kuba, Vîetnam, Angola, Rusya û her wiha gelek, miletên din jî hebûne ku bi keda gelê xwe û fedekariya wan gihaştine serkeftinê û mafê xwe; bidest xistine û dema ku welatê xwe rizgar kirine nehiştine ku xayîn, welatfiroş û bêkêr, ciyê xwe di nava welat de bigirin û ew qewitandine. Naxwe ciyê kîjan beşên gel di welat de heye?
Tekez ciyê welatparêz, fedekar û têkoşer û karkerên welatê xwe, dikarin bi serbilindî di welatê xwe de jiyan bikin û sere xwe bilind bikin û bibêjin em, welatparêzin û ewin mirovên bi rumet û qedirbilind ji ber ku wan di demên herî zor û zehmet de, kar û xebat kirin û her bi çav reşî çalak bûn û qet dudilî jiyan nekirin ji bo ku gel û welatê xwe biparêzin. Weke ku tê zanîn di şoreşa Kurdistanê de jî gelê Kurd tevî ku ji tirsa neyar, xwe xistibû nava, qefeseke pir teng de û hew dikarî ku nefes bigire û her; tişt li ser hatibû qedexe kirin û bi qedera xwe ya bindestê neyaran de razî bibû. Lê Rêber Apo bi destpê kirina gotina Kurdistan bindeste, wêrekiyeke pir mezin kir û gava xwe ya destpêkê ber bi şoreşê ve bi wêrekî û ezmeke; pir mezin destpê kir û berê xwe da Kurdistanê û bajar bi bajar ji heval û gel re, civîn li darxistin û bawerî da wan.
Cardin jî kesên ku baweriya xwe bi Rêber Apo û şoreşgeran, anîn û her li kêleka wan sekinin û fedekarî, beşên civakê yên feqîr, xizan, kedkar û welatparêz bûn û ji bo serkeftina şoreşê ji destpêkê heyanî roja; îro her ji dil û can têkoşîn kirin û tişta ku her li cem wan, giranbiha bû feda kirin û ew jî zarokên wan bûn ji xwe hinek malbatan 3-4 zarokên xwe jî feda kirin. Gelek malbatan zarokên xwe keç û kur biçek jî kirin û diyarî Rêber Apo kirin, ji ber ku ji Rêber Apo û şervanên azadiyê bawer kirin û wan famkir ku; wê tevî hemû zehmetiyan jî ev têkoşîn berdewam bike û weke ku em hemû jî dibinin, 54 salên vê şoreşê ye û hîna jî têkoşîna xwe berdewam dike. Ev 27 sale ku Rêberê me tevî hemû zor û zehmetî ji bo aşîtî û xelasiya, gelê xwe û jinan têkoşîn dike.
Rêber Abdullah Ocalan qet rojekê jî rewşa xwe ne kiriye, pirsgirêk û ne gotiye ku ez filan û filan tiştî dixwazim û gelek caran malbat, şande û parêzerên wî jê pirsdikin gelo; rewşa te ya tendurustî çawaye û tevî ku temenê xwe mezine û nexweşiyên, xwe jî hene lê pirsgirêka gele Kurd hîn guncavtir dibine û naxwaze ku wextê hevdîtinê derbas bike. Hemû xem û derde Rêbertî ewe ku şoreşa ku destpê kiriye bi serkeftinê, tacîdar bike û pirsgirêka 200 salan ji yên li pişt xwe werin re nehêle û xwedî li ked û têkoşîna; xwe û têkoşîna şehîdên giranbiha û gelê xwe derkeve û bi zeman re nehêle. Ji ber wê her carê dema ku pirsgirêk tê ber ku pêvajo were xerab kirin, Rêber Apo bi fikir û felsefa xwe ya weke deryayekê lir ê û rêbazên; cûda digere û pêşiya şer û tundiya bê sînor digire.
Gerek were zanîn ku xewnên şevan li Rêber Apo mehrumin, ji ber ku sere xwe li ser pêvajoyê diteqîne û pir gavên erênî bi tevgera azadiyê; dane avêtin û her dinava hewildanan deye ku rayedarên dewleta Tirk jî îqna bike û wan jî bîne ser xeta, çareseriya aşîtî û civaka demokratik. Ji xwe wiha hesan nîne ku çareserî beye çêkirin ez dibêjim dibe ku ev rewş heyanî 5-6 salan jî bikişîne û dibe ku dem hîn jî direştir bibe. Gerek were zanîn ku ger ku pirsgirêka kurd bi Tirkiyê re were çareser kirin wê pirsgirêka gelê Kurd li Sûriyê, Îran û Îraqê jî were çareser kirin û pirsgirêkên netewên din jî bi vê pirsgirêka şer û tundiyê re; girêdayîye û dema ku Îsraîl û DYE niha dixwazin ku pirsgirêka gelê Ermen li dijberî Tirkiyê bikar bînin, jî sedema xwe şer û tundiya 200 salaye û ev pirsgirêk li tevahî cîhanê jî heye.
Rêber Apo hewildide ku pirsgirêka şer, tundî û desthilatdariya, li ser jin û civakê ji kokê de çareser bike û wê xençera dipişta civakê de derxîne; lê gelek nezan, cahil û xerabkar hene ku bêkarin û ji xwe re karan dertînin û herî zêde jî sudê ji hin; lawaziyên ku di siyaseta rêveberiya xweser û textîkên şer ên hêzên YPG, QSD û YPJ ê de dibinin û li ser wê xerabiyê çêdikin û dev davêjin qîyemên gel ku ew jî Rêber Apo, şehîd û şervanên azadiyê ne, gelê me yên fedekar û xwediyê şoreşê gerek vê ya qebûl nekin û bersiva wan xayîn û cahilan bidin û bi mafê xwe yê xwezayî ku rêxistina xwe û keda xwe ya salan biparêzin û zimanê wan cahilan were kurtkirin. Gelê Kurd li Rojava her xwediyê şoreşê ye û tu kes nikare wan ji şoreşê, dûr bixe, û wan li dijî şoreşê bide bikaranîn ji ber ku Rojava palpişta şoreşê ye û wê her jî wiha bimîne.






