Navenda Nûçeyan
YRA ji bo alîkariya Kenala Ronahî TV bi daxuyanyekê dest bi kampanyaya piştgiriyê di bin serenavê “Em Xwedî li Ronahî TV Derkevin” kir.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRJ) ji bo piştgiriya RONAHÎ TV dest bi kampanya piştgiriyê kir û daxuyaniya YRA’yê wiha bû:
Di 12’ê Adara 2026an de, agir bi avahiya kanala Ronahî TV li Qamişlo ket. Di encamê de, studyoya sereke û odeya kontrolê (rêjî) bi tevahî şewitîn. Herwiha hemû alavên teknîkî yên bingehîn jî zirarên mezin dîtin an jî bi tevahî winda bûn. Ev bû sedema rawestandina demkî ya weşana zindî ya kanalê. Şewatê ziyanek mezin gihand vê saziya ragihandinê ya ku bi salan xebata xwe ji bo veguhestina bûyeran, şopandina pirsgirêk û dozên herêmî terxan kiriye. Her wiha, cemawerê wê ji platformek medyayî ya ku roleke girîng di gihandina nûçe û pêşkêşkirina bernameyên siyasî, civakî û çandî de ji bo beşên cuda yên civakê lîstiye, bêpar kir.
Ronahî TV ji destpêka weşana xwe ve di 12’ê Mijdara 2011an de, ji bo belgekirin û veguhestina bûyeran, û her wiha ji bo firehkirina çarçoveya ragihandina herêmî, bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Suryanî kar kiriye. Kanalê toreke fireh a peyamnêran ava kiriye û li gelek herêman ofîs û şax vekiriye. Ev yek bûye sedema ku bandoreke erênî ya mezin li ser qada ragihandinê çêbibe û dengê civakên herêmê bigihîje raya giştî.
Ji ber berpirsiyariya me li hemberî sazî û dezgehên ragihandinê û baweriya me bi girîngiya berdewamkirina peyama wan, em Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Kampanyaya “Em Xwedî li Ronahî TV Derkevin “destpê dikin. Armanca vê kampanyayê dabînkirina alavên teknîkî yên ku di şewatê de wêran bûne ye; di nav wan de kamerayên televîzyonê, alavên montajê, pergalên kontrolkirina deng û dîmenan, komputer, û hemû pêdiviyên teknîkî yên ji bo ji nû ve avakirin û xebitandina studyoyan hene. Ev kampanya armanc dike ku şert û mercên pêwîst ji bo destpêkirina dîsa ya weşana zindî û berdewamkirina karûbarê kanalê peyda bike.
Ev însiyatîfa “Em Xwedî li Ronahî TV Derkevin” nîşana baweriya me ye ku parastina ragihandina azad û misogerkirina berdewamiya xebata wê berpirsiyariyek kolektîf e. Hevgirtina bi saziyên ragihandinê yên ku dibin hedefa êrîşan an rastî karasatan tên, di heman demê de parastina mafê civakê yê xwegihîştina agahiyan û piştgiriya berdewamiya xebata çapemeniya profesyonel e. Li ser vê bingehê, em bang li sazî û dezgehên ragihandinê, rêxistinên civaka sivîl, aliyên piştgir, xwediyên însiyatîfan û hemû kesên ku baweriya wan bi ragihandina azad heye dikin ku li gorî şiyana xwe beşdarî vê kampanyaya piştgiriyê bibin. Armanc ew e ku piştgirî ji bo ji nû ve avakirina binesaziya teknîkî ya Ronahî TV were peyda kirin, da ku kanal di zûtirîn dem de karibe weşana xwe ji nû ve destpê bike û misyona xwe ya çapemeniyê berdewam bike.
Mekanîzmeyên wergirtina bexşînan, rêbazên beşdarbûna vê kampanyayê û mekanîzma zelal a birêvebirin û xerckirina çavkaniyên ku ji bo ji nû ve avakirina kanalê dê werin komkirin, em ê di pêveka girêdayî vê daxuyanîyê de bi awayekî berfireh eşkere bikin. Armanc ew e ku hemû çavkaniyên hatine komkirin bi şêwazek zelal, berpirsiyar û ji bo vegerandina amadebûna teknîkî ya Ronahî TV bên bikaranîn.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
Pêveke daxuyaniyê
Agahiyên Kampanyayê, Mekanîzmayên Beşdariyê, û Zelaliyê
Ev pêvek beşek yekgirtî ya daxuyaniya destpêkirina kampanyaya “Em Xwedî Li Ronahî TV Derkevin” a ji nû ve avakirina Ronahî TV ye. Ew agahdariya fermî ya kampanyayê, mekanîzmayên beşdarbûnê, berpirsiyariyên aliyên peywendîdar, û tedbîrên misogerkirina zelaliyê û agahdarkirina bexşîneran e.
Agahiyên kampanyayê
Navê kampanyayê: Em xwedî li Ronahî TV Derkevin
Organîzator: Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
Sûdmend: Kanala Ronahî TV
Dîroka destpêka kampanyayê: 05/07/2026
Dema kampanyayê: Vekirî ye
Hejmara referansa kampanyayê: RTV-2026-001
RÊBAZÊN FERMÎ YÊN BEXŞÎNÊ
Veguhezînên bankî
Navê bankê: Al-Racihî
Navê xwediyê hesabê: Fîrma Şemis Al_Ehîba ya Sînordar
Hejmara hesabê: IBAN: SA59 8000 0388 6080 1046 4495
Rêbazên fermî yên pêwendiyê
Êmêla kampanyayê: [email protected]
WhatsApp: 0963949549938
HESABÊN FERMÎ
https://www.facebook.com/xwedili.ronahitv
X (Twitter): xwedilironahitv
Instagram: xwedili.ronahitv
Berpirsiyariyên aliyan
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
YRA van berpirsiyariyan digire ser xwe:
Destpêkirin û rêxistinkirina kampanyayê.
Perjirandin û ragihandina rêbazên fermî yên bexşînê.
Pêşwazî û bersivandina pirsên di derbarê kampanyayê de.
Weşandina nûkirinên di derbarê kampanyayê de.
Koordîneya bi Ronahî TV re ji bo şopandina bicihanîna armancên kampanyayê.
Ronahî TV
Ronahî TV van berpirsiyariyan digire ser xwe:
Bikaranîna hemû bexşînan di armancên kampanyayê de ya nûkirina binesaziya teknîkî ku di encama şewatê de têk çûye.
Çênabe pereyên kampanyayê ji derveyî armancên hatine ragihandin werin bikaranîn.
Amedekirina lîsteyên amûr û pergalên divê werin peydakirin û dema pêwîst be werin nûkiirn.
Eşkerekirina amûrên ku bi rêya kampanyayê re hatine kirîn an peydakirin.
Weşandina wêne û metiryalên belgekirina qonaxên ji nû ve avakirina stûdyoyan û sazkirina pergalên teknîkî nîşan didin.
Weşandina dinavkên (fatûre), kirînê û belgeyên darayî yên awayê xerckirinê piştrast dikin, bi qasî ku bi berpirsiyariyên qanûnî û bazirganî re ne nakok bin.
Weşandina raporên birêkûpêk ku rêjeya pêkanînê, pereyên hatine bikaranîn û armancên bi cih hatine, rave dikin.
Derxistina raporek dawî dem ku kampanya bi dawî dibe, tê de; encamnameya giştî ya bexşînan, rê û awayê xerckirinê, alav û amûrên hatine kirîn û peydakirin û encamên ji nû ve avakirinê werin ravekirin.
Şopandina alîkariya bexşîneran
Bexşîner dikarin bi rêya platformên fermî yên kampanyayê pêşveçûna kampanyayê bişopînin û van agahiyan bistînin:
Nûkirinên dawî yên kampanyayê.
Raporên birêkûpêk.
Daneyên darayî yên hatine weşandin.
Wêne û belgeyên girêdayî ji nû ve avakirin.
Rapora bidawîkirina kampanyayê.
Ji mafê bexşîneran e ku di derbarê kampanyayê de, bi rêya kanalên fermî yên kampanyayê pirs û lêpirsînên xwe pêşkêş bikin.
Parastina bexşîneran
Kampanyaya “Em Xwedî Li Ronahî TV Derkevin” tenê rêbazên fermî yên bexşînê yên ku di pêvekê de hatine diyarkirin pesend dike.
YRA û Ronahî Tv berpirsiyariya bexşînên bi rêya hesab, kes an aliyên nefermî û nepejirandî tên şandin, ranakin.
Ji bexşîneran tê xwestin ku divank û belgeyên şandina pereyan heya kampanya bi fermî bi dawî dibe, biparêzin.
Ji kerema xwe dema hûn hîs bikin ku hewldanek xapandin, bi navê kampanyayê perekomkirinek hebe, aliyê organîzator bi rêya kanalên fermî yên hatine destnîşankirin agahdar bikin.
Dawîbûna kampanyayê
Kengê kampanyaya “Em Xwedî Li Ronahî TV Derkevin” bigihêje armancên xwe yan jî dema hatiye eşkerekirin biqede, bi fermî kampanya tê bidawîkirin û rapora dawî tê belavkirin ku van agahiyan dihewîne:
Tevahî bexşînên hatine wergirtin.
Tevahî pereyên hatine xerckirin.
Lîsteya amûr, alavên hatine kirîn û dabînkirin.
Rêjeya bici“Em Xwedî Li Ronahî TV Derkevin” hanîna armancên kampanyayê.
Kurtasiyek li ser encamên ji nû ve avakirina Ronahî TV.
Belavkirina vê raporê tê wateya ragihandina fermî ya girtin û bidawîkirina kampanyaya “Em Xwedî Li Ronahî TV Derkevin”






