Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dermanên xwezayî di jiyana mirovan de xwedî cihekî girîn in’

05/07/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Dermanên xwezayî di jiyana mirovan de xwedî cihekî girîn in’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Xwendekara Beşa Endeziyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava Êvlîn Hisên diyar kir ku ji ber girîngiya dermanên xwezayî ku ji şînatiyan tên çêkirin, ew bi hin cûreyên dermanên xwezayî ku li ser destê xwe amade kiriye, tevlî pêşengeha Zanîngeha Rojava bû.

Berhemên çandiniyê  di her aliyê jiyana mirovan de xwedî roleke pir mezin in, bi tayîbet di aliyê peydakirina xwarinê, paqijkirina atmosfêrê û dermankirina nexweşiyên mirovan de.

Di 29 û 30 Pûşperê de, li zanîngeha Rojava ji bo xwendekarên zanîngehê pêşengehek hat li darxistin û tê de berhemên xwendekaran hatin pêşkêşkirin. Di pêşengehê de xwendekara Beşa Endezyariyê a Zanîngeha Rojava ya bi nave Êvlîn Hisên jî bi berhemên xwezayî ku ji bo dermankirina nexweşiyan amade kiriye, beşdarç pêşangehê bû.

Di derbarê mijarê de xwendekar Êvlîn Hisên ji Rojnameya me re axivî.

Beşê endeziyariya çandiniyê

Êvlîn diyar kir ku ew di Beşa Endeziyariya Çandiniyê de sala 4’emîn dixwîne û wiha got: “Îro em wek her xwedekareke Zanîngeha Rojava tevlî pêşengeha ku di 29 û 30’ê mehê de hat lidar xistin, bûne. Ev pêşengeh keda xwendekarên ku ev zêdeyî du werzan li zanîngehê dikin, bi riya vê pêşengehê ew tiştên ku afirandine pêşkêş kirin. Em jî wek beşê enternatîv me gelek cureyên dermanên xwezayî çêkirin û tevlî pêşengehê kirin. Armanca me jê ew bû ku çandinî dikare were xwarin û hem jî dikare derman bide. Dema ku em werin li ser beşê xwezayî, mîna navenda Jiyan ya ku li taxa Cûdî her tişt xwezayî tê çandin. Ji ber armanca ew e ku her dermanê bikeve laşê mirov de xwezayî be.”

Ji her nexweşiyekê re cûreyekî dermanê xwezayî heye

Êvlîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser dermanên ku ji xwezayê çêkirin e û wiha got: “Ev giyayên ku em diçênin mîna ji bo gelek nexweşiyan baş in. Wek dermanên nexweşiyên mîna kêmbûna pîvana laş û hwd. Ji bilî dermanên çav û yê dil wek din li wê navenda xwezayî her tişt ji bo nexweşiyan tê peydakirin. Wek giyayê hermel ji bo nexweşiya Şelelê û dîsk baş e, giyayê “kilîl Elcebel” jî ji bo zelalkirina xwînê tê vexwarin û hem jî dikeve nava kebsûlê û Melheman de. Em kebsûlan tînin û çend dermanên xwezayî yên ji bo nexweşiya ku tê xwestin hûr dikin û dixin nava wê kebsûlê de.

Me ji bo pêşengeha ku hat lidar xistin, kebsûlên mîna ji bo nexweşiya pêketî, guh û yên ji bo kesên ducanî anîn, gelek cûreyên din hebûn lê me xwest ev tiştên balkêş bînin. Di heman demê de jî cureyê Kelbeşê ji bo nexweşiyê kezeba reş paqij dike tê bikaranîn. ji xwe gelek cûreyên gulan hene, lê mîna gula ‘Mihemediyê’ bêtirî xwe ji bo çelengiyê tê bikaranîn, hem ji bo por û rû û di heman demê de wek zuhrat tê vexwarin. Ji bilî wê jî şînkahiya kaxeza xar ew ji bo vexwarinê tê bikaranîn û hem jî ji bo nexweşiyên fungiyên ling û destan tê bikaranîn ji ber ev kaxez li hemberî baktiriya şer dike. ”

Dermanên xwezayî xwedî cihekî girîng in di jiyana mirovan de

Êvlîn Hisên di dawiya axafitina xwe de cûdahiy dermanên xwezayî û yên kîmawî diyar kir û wiha got: “Gelek cûreyên dermanan hene, hem yên xwezayî û hem jî yên kîmawî yê ku her kes wan bi kar tîn e. Tevî ku cûreyên dermanên xwezayî baştirin jî, lê herî zêde cûreyê dermanên kîmawî tên bikaranîn. Lê ya herî baş tiştên ji xwezayê ye, ji ber ew mirov bêtir baş dikin. Gelek kes hene bi riya dermanên xwezayî baş dibin, ev yek di nava civakê de dihêle ku her kes êdî berê xwe bide dermanên xwezayî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.