Ayşa Silêman/ Dêrik
Rahênerê Dibistana Pilingên Taekwondo ya Navdewletî ya navenda Dêrikê Xelîl Hesam diyar kir ku armanca tevlîbûna wan ji kûpa Sûriyê ya netewî re, ew bû ku ji her kesî re isbat bikin ku gelê Kurd hertim serkeftî ye.
15 Sali in ku Dibistana Pilingên Taekwondo tevlî kûpa Sûriyê nebûye û di bin ala rêjîma Bassê de nelîstuye. Piştî ku rêjîma Baas rûxiya û nakokiyên siyasî kêm bûn êdî tîma Pilingên Taekwondo berê xwe da Şamê û tevlî kûpa Sûriyê ya netewî bû. Ji tevahî Sûriyê 210 lîstikvan tevlî bûn û ji wan 30 ji Dibistana Pilingên Taekwondo bûn.
Di derbarê tevlîbûna Kûpa Sûriyê a Netewî, Rahênerê Dibistana Pilingên Taekwondo ya Navdewletî ya navenda Dêrikê Xelîl ji Rojnameya me re axivî.

‘Baweriya me bi tîma me dihat’
Xelîl Hesam diyar kir ku Dibistana Pilingên Taekwondo wekî yekîtiya Tayekowndo çêkiriye û tê de du navend li Hesekê , navndek Dêrik, yek Qamişlo û yek li Amûdê, hene û wiha domand: “Di sîstema me de kesê ku kembera wî ya herî bilind be ew dibe serkêşê me, di her navendeke me de 3 rahênerên jin jî hene ku ew jî kesan fêrî taekwondo dikin. Ji bajarê Dêrikê ez rahêner(Kaptên) bûm û 7 lîstikvanên jin tevlî vê kûpayê bûn. Ev kûpaya netewî taybet bi jinan bû, ew ji sê beşan pêkdihat, beşek temenê wan di bin 9 salî re, ya duyem di bin 14 salî re û ya sêyem di bin 16 salî re bûn. Em li jiderveyî Sûriyê tevlî gelek kûpayan bûne. Wekî; Malîziya, Urdin, Libnan, Qeter û Îmaratê. Lê vê carê daxwazname ji me re hat ku em tevlî kûpa Sûrî bibin û li ser wî esasî me xwe amade kir û em tevlî bûn. Em bi xwe bawerbûn ji ber ku me dizanî hêza tîmên me ya serkeftinê heye. Ji xwe herêma me ji salên 1990’î ve di Taekwnndo de li ser asta Sûrî yekem e.”
Astengiyên ku rastî tîma Pilingên Taekwondo hatin
Hesam bal kişand ser zehmetiyên ku derket pêşberî wan û wiha got: “Hin kes di yekîtiya werzîşê ya Sûriyê de ne û hîn zihniyeta wan ya Bassê ye. Ji xwe asta me yekem bû, ne ya sêyem bû eger edalet hebûya. Pêwîst bû me 6 mîdaliyên zêr bi dest xistibaan lê mixabin ji bo zihniyeta û kîna ku di dilê wan de mafê me nedan me tenê me du mîdaliyên zêr bidest xistin. Berî ku em bilîzin wan mîdalî belav kiribûn û her dixwestin Kurdan bê par bihêlin, tevî ku ev kesê ku me birîn ne lîstikvanên nixbê ne jî, tenê me hijmarek lîstikvan birin da ku em ji wan re bidin xuyanî kirin ku gelê Kurd heye. Ji xwe du tîm hebûn tîmek ya kembera reş bû û tîmek ya kembera rengîn bû. Dema lîstikvanên kembera reş lîstin jî wan xapandin kirin, kesên kembera reş dilîze cilên wan hesasê iliktronî têde heye her cara ku lêdanê bixwe tê hisab kirin, lê kesê ku li dijî me dilîstin ew hesas ji cilên wan derxistibin da ku biser bikevin.”
Hesam axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Komîteyê çend kes diyar kiribûn bêyî ku bilîzin û tevlî maçê bibin tenê ya maça dawiyê dilîstin li dijî tîmên me. Tevî vê yekê jî lîstikvana me ya bi navê Esînat Malik tîma kembera reş bû, tu kes mîna pîvana wê nebû, di sîstema taekwondo de dema kesek mîna pîvana te nebe yekser tu mîdaliya zêr bidest dixe, lê mixabin komîteyê di vir de lîstokên xwe yên qirêj bikar anîn ku kesek 10 kîloyan ji wê zêdetir bû anîn li dijî wê da ku bilîze, da ku em mîdaliya zêr bidest nexin û nebin tîmê duyem li ser asta Sûriyê.”
‘Hêviyên me ji bo serkeftinên mezintir hene’
Xelîl Hasam axaftina xwe wiha qedand: “Me du mîdaliyên zêr, 2 zîv û 9 bironz bidest xistin, piraniya kesên ku di navendên me de vê lîstokê dilîzin Kurd in û em bi rengê Kurdî çûbûn. Bi şêwazekî dispilîn û lihevhatî bûn her kesên ku ji derdora Sûriyê hatî kêfxweşiya xwe ji bo cil û bergên me û dispilîna me tanîn ziman. Armanca me ebû ku em jî cihê xwe di yekîtiya Sûrî de bigrin ne wek mêvan hercarî em herin û vegerin, ji ber ku dema gelê Kurd bilîzin mafê wan newê xwarin û encam bi edaletî derkevin. Piştî vê kûpa yê gelek mizgînî ji me re tên ku Master Ebdulezîz û hevjîna wî Dilyar Hisên ku ew jî kembera herî bilind a reş bidest xistiye ku wê bikevin Yekîtiya Şamê de û em ê jî bibin beşek ji avakirina taekwondo li vî welatî. Di dema pêş de em haziriyan dikin ku em tevlî kûpa jinên ku temenê wan ji 17 salî û jor de bibin û hêviyên me ew in ku em serkeftinên mezintir bidest bixin. Em spasiya herkesê ku bi me re bû alîkar dikim ku me karî em rengê xwe derxin û isbat bikin ku em her serkeftî ne.”






