Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

UNICEF: 20 milyon zarok ji mezinan zêdetir hişê çêkirî bikar tînin

05/07/2026
in CîHAN
A A
UNICEF: 20 milyon zarok ji mezinan zêdetir hişê çêkirî bikar tînin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Analîzek nû ya UNICEF’ê eşkere dike ku zarok ji mezinan zêdetir hişê çêkirî bi kar tînin, herwiha bi milyonan zarok AI ji bo pêkanîna karên dibistanê û lêgerîna şîretên kesane bikar tînin, di heman demê de tedbîrên ji bo parastina wan pir li paş ve mane.

Analîzek nû ku ji hêla UNICEF’ê hatiye derxistin eşkere dike ku herî kêm 20 milyon zarok li deh welatan hişê çêkirî bikar anîne, zarok vê teknolojiyê ji mezinan bêtir bi awayekî zûtir digirin dest. Ajansa Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku zarok bi rêjeya sê qatan zêdtir ji mezinan hişê çêkirî bikar tînin, ev dane li gorî lêkolîna ku li deh welatan hatiye çêkirin, hatine berhevkirin. Di encamê de hatiye nîşan dan ku zêdetirî du milyon zarok, yanî yek ji deh zarokan, gotine ku dema ew hewcdarî şîretan li ser mijarên ku bi wan ve girêdayî ne hişê çêkirî bikar tînin. Di heman demê de tê texmînkirin ku bi qasî 13 milyon zarok van amûran ji bo fêrbûn û karên wan ên dibistanê bikar tînin.

UNICEF’ê hişyariya belavbûna bilez a hişê çêkirî dide

UNICEF’ê hişyariya belavbûna bi lez a vê teknolojiyê da û diyar kir ku li gorî hewildanên ji bo rêxistina wê pir zûtir e, ev yek jî bi awayekî taybet zarokan li hemberî xeteriyan ve dihêle, ji ber ku zarok yên herî zêdetir rastî pergalên hişê çêkirî tên, di nav de çawaniya dîzaynkirin û modelên wê yên bazirganiyê herwiha çawaniya bikaranîna daneyên wan yên kesayetî.

Ajansê lê zêde kir ku şiyana zarokan a dûrketina vê pergalê pir kêm e û piraniya çarçoveyên desthilatdariya hişê çêkirî zarokan nadin pêş. Di heman demê de jî ajansê hişyarî da ku bandora dem dirêj a vê teknolojiyê li ser ciwanan heya niha ne diyar e û zelal kir ku delîlên di derbarê rola wê di pêşketina zanînê, girêdayîbûna hestyarî û lawaziya zirarê de ji nû ve dest pê dike, di encamê de tê diyar kirin ku nifşeke tam di nava ezmûneke gerdûnî ya mezin de mezin dibin.  Gelek zarokan jî fikarên xwe li ser vê teknolojiyê anîne ziman.

Zarok bi fikarin derbarê bikaranîna hişê çêkirî

Li gorî analîzê, sêyeka zarokên di nava welatên ku lêkolîn lê hatiye kirin gotine ku ew derbarê bikaranîna hişê çêkirî bifikar in, ji bo xapandin an jî belavkirina agahiyên çewt. Di heman demê de çaryeka wan jî ditirsin ku bi wêne an jî vîdyoyên wan werin lîstin û wan veguherînin naverokek eşkere ya cinsî.

Ev encam beriya yekem Diyaloga Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî li ser Desthilatdariya Hişê Çêkirî (AI) hatin weşandin. UNICEF’ê daxwaz ji hikûmetan, sektora taybet û hevkarên din kir ku mafên zarokan, bi taybetî mafê wan ê ewlehî û parastinê, di çarçoveyên desthilata AI ya cîhanî de entegre bikin. Di nav de veberhênana lêkolînên li ser bandora AI li ser pêşketina zarokan, bi balkişandina li ser xetereyên muhtemel. Ajansê ev qonaxa heyî wekî “gavek krîtîk” bi nav kir û tekez kir ku hilbijartinên ku îro li ser AI têne kirin dê ji bo dehsalên pêş de ewlehî, daneyên kesayetî û gihîştina wekhev a derfetan a zarokan, diyar bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.