Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Belavbûna nexweşiya Kolêrayê li Sûdanê

05/07/2026
in CîHAN
A A
Belavbûna nexweşiya Kolêrayê li Sûdanê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî diyar kir ku ji ber belavbûna nexweşiya Kolêrayê 120 kesan li Sûdanê jiyana xwe ji dest dane di heman demê de 11 hezar û du rewşên ku dibe bi nexweşiyê ketine hatiye tomarkirin.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî roja çarşemê 1’ê Tîrmehê bîlançoya hejamra kesên ku ji ber nexweşiya Kolêrayê di pêla sêyemîn de jiyan xwe ji dest dane diyar kir, hate zanîn ku 11 hezar û du kes dibe ku bi nexweşiyê ketine û 120 kes jî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber şerê ku ev sê sal di navbera artêşê Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez berdewam dike, sektora tenduristiyê bi awayekî mezin hatiye hilwişandin. Pêla nexweşiya Kolêrayê ya heyî wekî ya sêyemîn di seranserî sê salan de tê hesibandin, ev yek piştî belavbûna ku di Adara borî de hat raghandin, hat.

Pêla sêyemîn

Pêla heyî ya Kolêrayê ya sêyemîn di seranserî sê salan e, nexweşî dîsa piştî raghandina bidawîbûna wê bi du mehan di Adara borî de, destpê kir. Li gorî hejmarên fermî yên ji hikumetê zêdetirî 100 û 24 hezar herwiha 400 kes bi Kolêrayê ketin, di heman demê de 3 hezar û 500 di pêla dawî de di navbera Tîrmehê û Adara 2026’an de jiyana xwe ji dest dane.

Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî li Sûdanê Şebel Sehbanî got, Nexweşiya Kolêrayê li bakur-rojhilatê Afrîqayê berê her sê salan belav dibû, lê niha ji ber pevçûn û sînorkirina gihaştina cihên diyarkirî û kêmbûna dabînkirinan, welat rû bi rûyê belavbûbneke berdewam e.

Demsalên baranê

Li gorî texmînên rêxistinê tevgera koçberiya navxweyî, bilindbûna hejmaran mirovan di stargehan di li gel demsalên baranê ku bandorê li ser kalîteya çavkaniyên avê dike, wekî faktorên serke ne ku xeteriya belavbûna nexweşiyê li çend wîlayetên Sûdanê, bilind dike, ev jî bersivdayîneke tenduristî û mirovahî ya tavilê pêwîst dike.

Hêjayî gotinê ku hikumeta Sûdan hefteya çûyî li wîlayeta rojavayê Kerdevanê belavbûna nexweşiyê raghand, ji xwe ev herêm xeta şer di navbera herêmên di bin desthilatdariya artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez de ye.

Nexweşî xuyaye belav dibe

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî, piştî ku 300 rewşên dibe ku bi nexweşiyê ve ketine û sê rewşên mirinê li wîlayeta bakurê Kerdevanê tomar kirin, raghandin ku xuyaye nexweşî belav dibe. Di heman demê de Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku Hêzên piştgiriya Bilez hazirtiyê xwe yê êrişeke bejahî li ser bajarê El-Ebyed, dike. Herwiha cîgerê sekretêrê Neteweyên Yekbûyî yê kar bû barên mirovahî îşaret kir ku êrişên li ser stasyonên elktrîkê li bajêr, gîhaştina ava vexwarinê asteng dike û hişyariya xeteriya çêbûna hovîtiyeke mezin da.

Piraniya nexweşxaneyan ji xizmetê derketine

Piştî sê salan ji şer, rêxistinên alîkariyê texmîn dikin ku zêdetirî 200 hezar kes hatine kuştin, herwiha piraniya nexweşxaneyên welêt bi tevahî an jî qismî ji xizmetê derketine.

Sehbanî wiha diyar kirye “Ji sedî 40 navendên tenduristiyê ne di xizmetê de ne, di heman demê de nêzîkî ji sedî 60 tenê bi awayekî qismî kar dikin, ev tê vê wateyê ku ew xizmetên sînorkirî an jî ne têrker ji nexweşan re peyda dikin.”

Girîngiya gîhaştina alîkariyên mirovahî

Tenduristiya Cîhanî tekez kir ku nexweşiya Kolêrayê, nexweşiyeke vîrusî ye ya xeter e, ew bi gelemperî di rêya vê û xwarina qirêj vediguheze. Miorv dikare di rêya dabînkirina ava paqij û bi ewle, başkirina xizmetguzriyên kanalîzasyonê û xurtkirina tedbîrên paqijiya kesane rê li ber belavbûna wê bigre, hewiha bilezbûna naskirina rewşên ku pêketine û pêşkêşkirina dermankirina guncav, ev yek dê rêjeya mirinan bi awayekî mezin kêm bike.

Rêxistinê bang li civaka navneteweyî û hevalbendên ku di aliyê mirovî de kar dikin kir, ku piştgiriyeke berfireh ji bo sektora tenduristiyê li Sûdanê pêşkêş bikin, di nav de dabînkirina dermanên Kolêrayê û yên girêdayî wê, wekî din piştgiriya bernameyên nexweûiyan û xurtkirina tîmên bersivdayîna bilez ji bo rêgirtina belavbûnê.

Di heman demê de girîngiya misogerkirina gihîştina bê asteng a alîkariyên mirovî û bijîşkî bo hemû deverên bandordar tekez kir û hişyarî da ku xirabtirbûna berdewam a rewşê dikare bibe sedema zêdebûna veguhestina nexweşiyê û mirinan, ne tenê ji ber kolerayê, lê belê belavbûna nexweşiyên din ên vegirtî ji ber qelsiya xizmetên lênihêrîna tenduristiyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.