Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi Guhertina Rêyên Bazirganiyê re wê Dewleta Tirk li Paş Bimîne

05/07/2026
in Serbest
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Leyla Waşûkanî

Tekez gerek em pir baş li ser guhertina rêyên bazirganiyê û siyaseta li pey wan rêyên bazirganiyê yên nu fambikin; ji bo ku em hîn baştir fambikin û weke netewa Kurd jî em bizanin bêka li ser me weke milet û herêm, çi siyaset têye gerandin. Weke ku tê zanîn di van çend salên dawiyê de û nexasim, jî di sala 2023 de û bi taybet jî, di civînên ku hatin li darxistin, de weke wan civînên di pileya netewî de û bi taybet jî yên dawiyê pir giringin bûn, wek lûtkeya NATO gelekî giring bû û hilbijartinên ku li tirkiyêyê jî pir giring bûn. Ji xwe şerê ku li Ûkranya yê û mijara, endemtiya Îsveç û Filandiya jî di rojevê debû, ji xwe nêzîkatiyên ku derketine pêş yên wek ferdperest, sûdmend û teng mohra xwe li lûtkeya NATO daye. Ji bo hinek sûd girtina ji Ûkranya têkoşîn kirin.

Di mijara endamtiya Îsveçê ya NATO yê, hinek nermbûn dan siyasetê û hişmandiya rêvaberiya Erdoxan a dijminatiya Kurdan û piştgirî danê û ew ji mirinê xelas kirin. Ji bo demeke kurt hilweşîna wî asteng kirin, ger ku wiha neba wê bi têkoşîna gelê Kurd, gelê Tirk û jinan wê    hilwaşîba. Lê wan hêzên tarî û komploger wî li ser lingan hiştin û ger ku, wiha berdewam bike tekez wê vê carê xelas nebe û wê pir jî demdirêj berdewam neke. Serokên partiya herî zêde bi desthilatdariya; difikirin û nikarin xwe, ji hesabên xwe yên ferdî xelas bibin û ji berjewendiyên welat û gel zêdetir; bi berjewendiyên xwe yên kesayetî dihizirin û nikarin gavên mezin, bavêjin û tirsa wan ji çareseriyê heye. Lê gerek were zanîn ku tirsa wan ji çareseriyê wê bi wan, bide wenda kirin.

Dibe ku Erdogan bi xwe jî weke ferd û partî jî zererê bibine û wenda bike, ji xwe dema ku neyê çareseriyê wê hîn zêdetir wenda bike. Ji xwe herî dawiyê Kazakistanê jî di civîna Astanayê ya dawiyê de, gotin ku emê hew malavaniyê bikin û ev jî têye wateya ku pêvajoya ku hinase dida Erdogan jî li wir xerabû. Ji xwe di hevdîtina ku herî dawiyê bi Pûtîn re kiriye de ti encam negirtiye û ji ber ku, siyaseta wan hatiye naskirin û hew kes ji wan bawer dike. Tê naskirin ku ew aliyên cüda ku Erdogan hêviyên xwe bi wan ve, daye girêdan jî jêre tiştekî nakin ji ber ku ew jî xwedî berjewandî ne. Erdogan weke serok dewlet di wan berjewandiyên xwe de, zehmetiyên xwe hene ji ber wê piştgirîyê dixwazin, lê wiha li wan hat ku ne diyare bêka wê kî  bi kêre piştgirî bike.

Wiha li wan hat ku tişta ku wê weke dewlet encam jê bigirta nema. Tê gotin ku Putîn hesebekî pir cidî dike. Ew niha li ser raghandinê, diyar dikin ku rêveberiya Putîn di alîkarî û piştgiriya rêveberiya Erdoxan re wê şaştiyek dîrokî be. Her çiqasî raste mirov nizane lê di demên dawiyê de li ser ragihandinê, aliyên rast yê vê nirxandê tê dîtin. Dêmekî herdû jî hevdû bi kar tînîn, lê ji niha û şûnde nema dikarin hevdû bi kar jî bînin û wê dijberiya wan jî bi hevre çêbibe. Ev lûtkeya G 20 ya dawiyê de jî zêdetir pêşketinên bi vî awayî diyar dikin. Heyanî nîşan jî dan ku, di asta gerdûnî de siyaseta dewleta û tekoşîna wan di navberên hêzên navandî de çawa dimeşe têkilî- nakokî yên ku wê encamên çawa derxistine holê. Balkêşe ku ev rewşa ku demeke têye gotin ku giftûgo kirine, Çînê tewriya bi navê nifşek; pirojak a rê avête holê.

Vê hişmendiya avakirina rêyên nû yên enerjîyê ava kirin. Bi rastî di şerê Rojhilata Navîn û Ûkraniya de, bi qasî ku dixwazin ku bibin xwediyê çavkaniyên enerjiyê, ewqasî jî dixwazin ku hişmendiya xwe bandorê li ser xetên enerjên çêbikin û bibin xwedî roleke giring. Yek ji sedemên van şeran jî eve. Di despêka şerê Ûkranyeyê de jî gelek nerîn, nirxandin û tesbît jî hebûn ku pêşketinên heyî jî wan tespîtan biştrast derxînin. Li vir rewşa rêveberiya Ûkranya jî bi bandor bû, Ûkranya di mijarên enerjiyê de xwedî giringiyeke, pir mezine û her kes wê berhema wan ya enerjiyê dizane. Di mijara ku wê kî li kude bi bandor be, ji wan re girînge û şer jî hinekî ji ber vê hate li darxistin lê –ev ne sedemeke yekane ye. Cardin jî wiha tê dîtin ku sedem pir giringin.

Dîsa şerên li Rojhilta Navîn yê Îraq û Efganistanê û nexasim jî piştî wê, vekişîna DYE ya ji Efganistanê û gûftûgoyên NATO yê hevdîtinên li Rojhilata Navîn, yê DYE- Îsrayîl dîsa hevdîtinên ku navenda wê Sudî Arabistan bûye û Çîn -Îran hevdîtin çêkirin, Îsraîl bi Yunanistanê û welatên Arab re, hevdtin çêkirin û li ser wê bingehê jî li hev kirin. Lihevhatina wan ku polîtîkayeke aktîf bi hevre bi meşînin. Di civîna dawiyê ya G 20 de, rêyên enerjiyê hatin niqaş kirin û bi hevdûre zelal kirin û îtîfaqa xwe paşî temam kirin. Bi rastî ev pir giringe, li ser vê bingehê qala du rêyan kirin. Rêyek ji wan wê di ser, Çîn- Rûsya re heyanî Bakurê Deryaya Reş re û ji wir, jî wê derbasî Ewropa yê bibe. Ev bi giştî rêya bejahiya. Şerê li Ûkranya yê wê di heman demê de bibe şerê herî bi bandor li ser vê rêyê be. Weteyek vê jî teqaz jî eve.

Vekirina vê rêyê jî bê guman wê şer bi xwe re bi dawî bike. Wê bidemêre şerê Ûkranya jî hinek jî diyar bibe û ew jî vekirina vê rêyê ye. Şerê ku dê li ser vê rêyê, ku wê kî çiqasî par bigre ye. Ger ku lihevkirin çêbibin wê şer bi dawî bibe. Heyanî ku li hevkirin çênebe jî wê şerê berjewendiyan jî berdewam be. Rêya din jî Hindisatnê ber bi Sûdî Arabistanê ve û ji wir jî wê di ser Ûrdinê re heyanî “Îsrayl, kibrsa başûr Îsraîl, Qûbrisa Başûr û heyanî Yunanistanê, di Deryaya Sipî re rêya duyemîne. Ev rê hem deryayiye hem jî bejahiye. Nexşeya wê hatiye diyar kirin û zelal jî kirin e. Ji demekî heya niha hevdîtinên dewletên têkîldar çîbûn. Piştî vê civîna G 20 ê gihaştin îtîfaqa xwe û paşî îlan kirin. Hindidatan bi Çînîre dibe yek. Bi vî awayî Çîn hem di Bakûrê Deryaya Reş re rêya bejahî, hem jî di ser Hindistan, Erebistana Sûdî, Îsraîl û Deryayê Sipî a Rojhilat re xwe girêdayî Ewropa yê dike.

Têye gotin ku çavkaniyên din yên enerjiyê, dê bi van rêyan re bên girêdan, û her wiha wê, enerjiyê derbasî wan rêkan jî bikin. Dema ku mirov li rewşê temaşe dike ji mirov re pirseke wiha, dertê pêşde başe niha- ev têye çi wateyê? Rêya dîrokî ya hevrîşmê wê ji dîrokî were rakirin û ev jî tê, weteya ku mohr kirina wê yanî li şûna wê çawa îtîfaqa nû çêdibe û rêyên nû têne peyda kirin. Rêya hevrîşmê di tengavan re di ser Tirkiya, Îran, Efganistan re têne derbaskirin û heyanî Çînê jî’ diçe. Ev rêya kerwana ya bihezarê salan xizmeta bazirganiyê kiriye û îdî ji dîrokê, têye rakirin û giringiya xwe ya dîrokî winda dike û ev rê tine dibe. Li şûna wê du rêyên din ji Bakûrê Deryaya Reş û Hindisatan, Îsrayîl û Rojhilat re derbasî Ewropayê dibe. Tê diyar kirin ku wê ev rê rêyên ku me li jêr dane diyar kirin, cihê rêya hevrîşmê bigirin. Ji ber wê jî rêya hevrîşm ji dîrokê radikin. Ev tê çi weteyê?

Axên ku rêya hevrêşmê têre derbas dibûn û ciyên bazirganiyê bûn, wê werin betal kirin. Îdî wê nebe rêya bazirganiyê ji ber wê, girîngî û aktîfbûna xwe wenda dikin, yanî wê sûdê ji bazirganiyê negirin. Di serê wan hereman de jî Tirkiya tê, em pir baş di zanin ku Komara Tirkiyê û çîna wê ya serdest, xwe ji bo ku herdem bazirganiya cîhanê bike amede dikir. Ew rêya jî pir Îstiratîjîk bû dewletê xwe bi wê rêyê li ser lingan digirt, gelo wê niha çawa bike? Ev giringiya îstirtîjîk a Tirkiyê ji bo wê rêyê bû. Rêyê bazirganiyê ew jî rêya hevrîşmê bûye. Îdî rêya ku Asya bi Ewropa ve dida girêdan jî ji holê rabû, yanî Tirkiyê bê wete dibe û ji xwe rola Tirkiyê ya îstirtîjîk rabû wê Tirkiyê nema karibe para; xwe ji bazirganiyê bigire û wê zerarên mezin bibîne.

Wê Tirkiya di hêlên aborî, siyasî û çandî de têkeve rewşa paşketinê û wê tengasiyê bikişîne. Rewşa Tirkiyê ya ku di civîna G 20 de hate niqaş kirin eve. Raghandina AKP û Erdoxan dibêjin ku em wan rêya, na pejirînin û dixwazin ku pirovakasyonan çêbikin. Ji xwe hertişt temam jî bûye û her kesî îtfaqa xwe çêkiriye û Tirkiyê ji derve maye. Gelo çima hat vê astê ji ber ku dewleta Tirk her ji çareseriyê direvin û li Rêber Apo guhdarî, nakin û ger ku wiha berdewam bikin wê xeteriyên pir mezin jiyan bikin û wê sedsaleke; din jî ji şer û tundiyê jiyan bikin û ger ku dixwazin pirsgirêkên xwe, çareser bikin wê zagonên destura bingehî biguherin û wê li Rêber Apo guhdarî bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.