Remezan Olçen
Ji bo ku em nebên “em nikarin tiştên nû bixwînin”, serîhildana herî mezin vegera li çîrokên xwe, li zimanê xwe û li pirtûkxaneyên xwe ye ku bêhna azadiyê jê tê.
Gava em qala vegera li pirtûkxaneyan dikin, em behsa kirîn û firotineke ji rêzê ya li bazarê nakin. Berovajî vê, weşanxaneyên kurdî îro mîna kargehên hişmendî û hişyariyê lazim e kar bikin. Di bin şert û mercên giran ên aborî û polîtîkayên qedexekirinê de, her pirtûka ku tê çapkirin, li hemberî vê jiyana mekanîk mîna mertaleke rûmetê ye. Lê belê, ev mertal tenê dema ku digihîje destê xwendevan û di mejiyê civakê de dibe ramanek, hingê zindî dibe û wateya xwe dibîne.
Ji ber vê yekê, çalakiyên weşanxaneyan ên li bajarên wekî Amed, Qamişlo, Hewlêr, Wanê û herwisa li sirgûnê, li Ewropayê, lazim e, ne tenê şevbuhêrkên îmzekirina pirtûkan re sînordar be. Ev çalakî gav bi gav divê veguherin meclîsên nîqaşê û qadên parvekirinê. Gava weşanxaneyek li kolanekê an jî li baxçeyekî maseya xwe datîne, ew sîstema kapîtalîst a ku çand û hunerê tenê ji bo çend kesên dewlemend rewa dibîne, parçe dike. Edebiyata ku ji çavkaniya paradîgmaya demokratîk û ekolojîk feyz digire, divê xwe bigihîne her taxê, her gundî, û her malê.
Yek ji dermanên herî xurt ên li dijî nexweşiya biyanîbûnê (dûrbûna ji cewherê xwe) ku neolîberalîzmê xistiye nav dilê civakê, rûbirûbûna rastîn û zindî ye. Sîstema modern her kesî li pey ekranên sar ên telefon û kompûteran asê kiriye û mirov kirine otomatên ku tenê li gorî fermanên pergalê tevdigerin. Hevdîtinên nivîskar û xwendevanan ku li pirtûkxane û navendên çandê tên lidarxistin, vê qeşayê dişkênin û germiyeke mirovî ava dikin.
Gava nivîskarekî/ê kurd û xwendevanek li dora heman maseyê li çavên hev dinêrin, li wir têkiliyeke sar a “hilberîner û xercker” ava nabe. Xwendevan li wir ne tenê guhdarekî pasîf e; ew bi pirsên xwe, bi rexneyên xwe û bi parvekirina êş û bendewariyên xwe, dibe şirîkê çîroka nû. Ev hevdîtin dibin qadên xwebûnê. Li wir, li ser romana ku behsa berxwedana jinê ya li vî welatî dike, an jî li ser helbesteke ku hawara xwezayê tîne zimên, nîqaşên kûr û rastîn tên kirin. Ev ne tenê axaftina li ser edebiyatê ye; ev bi hev re hûnandin û xêzkirina asoyên paşerojê ye.
Ji ber hindê jî lazim e, pirtûkxaneyên me êdî ji bêdengiya pirtûkên tozgirtî derkevin; ew bibin cihên ku dengê azadiyê, ramanê û nîqaşên civakî tê de bilind dibe. Gotûbêjên ku bi kurmancî tên kirin, ziman ji çarçoveya akademîk a sar derdixin û dixin nav herikîna germ a jiyana rojanê ya di nav gel de. Nivîskarên xwedî ezmûn û civaka ku dixwîne, di van çalakiyan de tên cem hev, bîra çandî radestî hev dikin û nahêlin ku ev zincîr biqete.
Di vê qada berxwedanê de, cihê herî stratejîk û xurt ê şoreşa edebî di destê jinê de ye. Paradigmaya azadîxwaziya jinê, di edebiyata kurdî de ne tenê wekî babetekî ji rêzê, lê wekî rêbaza ramanê û avakirina ziman bixwe cih digire. Jinên nivîskar û xwendevan, bi tevlîbûna xwe ya xurt a di van çalakî û hevdîtinan de, hişmendiya pederşahî a kapîtalîzmê hildiweşînin. Ew çîroka ku zilaman bi sedsalan e li ser navê wan nivîsandiye, vê carê ji nû ve û bi zimanê xwe yê resen û azad dinivîsin.
Li hemberî sîstema neolîberal a ku her tiştî û her kesî dike “otomat”, sîstema alternatîf a ku gelê kurd pêşkêşî mirovahiyê bike, bi hêza edebiyatê re dibe xwedî can û giyan. Em banga hîn bêhtir piştgirî, hîn bêhtir xwedîderketina li weşanxane, pirtûkxane û çalakiyên wêjeyî dikin.
Heta ku em pirtûkên xwe bi vî zimanî bixwînin, li kûçe û pirtûkxaneyên xwe bi hev re li ser jiyanê nîqaş bikin û çîrokên xwe ji destê hovîtî û talana kapîtalîzmê rizgar bikin, tu sîstem nikare me bike makîne. Çand, huner û edebiyat, çekên me yên herî mezin ên afirandina wateyê ne. Lazim em vê wateyê li qadan, bi piştgiriya hev, bi domdarî û bi kurdî mezin bikin.






