Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zindawerên çand û hunera Kurdî

05/07/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Zindawerên çand û hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Hunermend Îsa Berwarî; Bejnek hunerî ya bilind û balyozê strana Kurdî li cîhanê.

Hunermendên Kurd yên netewî roleke sereke lîstin di parastina nasname û zimanê Kurdî de û di parastina stranên folklorîk û kevneşopî ji  têkçûn û jibîrkirinê , bi rêya stran , awaz û dengên xwe, êş û azarên gelê Kurd, hişmendiya wî ya neteweyî ,hêvî û daxwazên wî bo azadiyê nîşan dan.

Hunermend Îsa Berwarî yek ji navdartirîn dengên ku xem û azarên gelê xwe hilgirtiye tê hesibandin û deng û hunera xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe û doza wî û parastina ruhê strana folklorî ya Kurdî û gihandina mîrata stranbêjiyê ji nifşekî bo nifşê terxan kiriye.

Îsa Barwarî karîbû hunera kurdî ya resen bigihîne qadên navneteweyî, wî di muzîkê de penagehek û di awazê de welatek dît, da ku dengê wî bibe sembola nasname, azadî û afirîneriya kurdî.

Hunermend Îsa Husên Yûnis ku bi nasnav “Îsa Berwarî” tê naskirin, di sala 1933’an de li gundê Karefa girêdayî navçeya Amêdiyê ya bi ser parêzgeha Dihokê, ji dayîk û bavek Kurd, di nava malbateke welatparêz û kedkar de hatiye dinyayê ,ku bi nirxên Kurdayetiyê û serbilindiya bi nasnameya neteweyî  têr bûyî.

Ji zarokatiya xwe ve hezkiriyê huner û muzîka kurdî bû, ji ber ku di bin bandora xeml û bedewiya xwezaya rengîn a Kurdistanê û stranên mîrateyî yên kurdî de mabû , ji ber vê yekê, gewriya wî bi xweşiktirîn awazên folklorî di aheng û şehyanan de bilind dibû, nemaze di dawetan gundê xwe û gundên derdora wê de.

Ew li jîngeheke kurdî ya gundewarî ku bi mîrateya devkî û stranbêjiyê dewlemend, mezin bûye, ku xwezaya çiyayî û stranên gelêrî yên ku bi dawet û bûyerên civakî ve girêdayî bûn, çarçoveya yekem a pêkhatina wî ya hunerî  afirandin.

Bi lez û bez dengê wî li herêma Behdînan wek dengbêjekî gelerî yê ronakdar bi belav bû ,wî ji kûrahiya dilê xwe stran digot, ku bi hestên mirovan û rengên jiyana wan a rojane têkil hev dikir.

Destpêka wî ya fermî li ser qada stranbêjiyê bi rêya radyoya kurdî di sala 1950’an de bû, ku li wir yekem stranê xwe bi navê “Şahîno” tomar kir; ew stran bi dengdanek berfireh hat pêşwazîkirin, dilê temaşevanan girt û hebûna wî ya hunerî ava kir.

Ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê û rewşa xerab a aborî ya malbata xwe, di sala 1957’an de tevî malbata xwe koçî bajarê Mûsilê dike û li wir derbasî cîhana huner û navdariyê dibe  wî li wir hunermendê mezin Mihemed Arif Cezrawî nas kir, li ber destê wî perwer de bû û li gel wî di gelek konser û şevbuhêrkên stranan de amede bû, lewra wê qonaxê dibistanek hunerî ya girîng di kariyera wî de ava kir , ezmûna wî pêş xist û şêwazê wî yê taybet xurt kir.

Di wê qonaxê de, wî gelek stranên xwe di Radyoya Bexdayê de tomar kirin û bi riya radyoya Bexdayê  – beşa kurdî , navdar bû, ku yek ji girîngtirîn platformên hunerî di wê serdemê de dihat hesibandin, wî tê de gelek stran pêşkêş kirin ku şopeke nemir di bîra civaka kurdî de hişt.

Ji stranên wî yên herî navdar: (De Xalo, Dunya, Emîna, Şimsî Xanê, Xirabo, Lawkê Deştanî , Delal, Xanmê) û gelek parçeyên din ên muzîkî jî hene ku ruhê mîrata kurdî nîşan didin û gelek nifşên dengbêjan jê  îlham girtine.

Di wê demê de, nav û dengê wî di nav kurdên başûrê Kurdistan de belav bû, bi rewah û şêwazê xwe yê taybetî di pêşkêşkirina stranên ku ji mîrata gelêrî têne girtin, wek:

(Emê Kozê, Xec û Siyamend, Çeto, Landik, Zembîl Firoş).

Hêjayî gotinê ye ku piraniya stranên wî ji gotin û awazên wî bûn ku ev yek jî hişmendiya wî ya hunerî û şiyana wî ya afirîneriya hevgirtî nîşan dide.

Ji nav navdartirîn stranên ku bi dengê wî yê xweş hatin gotin:

(Esmerê, Seyanê, Cîranê, Canê, Berf Barî, Gênc Xelîl, Lalî Xanê, Delal, Navê Te, Xweş Eqîdo, Şahîno….).

Di sala 1970 ê de, nav û dengê wî sînorên Îraq û başûrê Kurdistanê derbas kir, bû hunermendekî afirîner û navdar ku di astek berfireh de tê naskirin û nûnerek berçav ê strana Kurdî ya resen li derveyî jîngeha xwe ya herêmî.

Di sala 1973’an de tevî hunermend Mihemed Arif Cezrawî û hunermend Gulbuhar çû Lubnanê û li wir çend aheng û konsertên serketî li dar xistin ku bala temaşevanan kişandin, û rolek girîng di xurtkirina hebûna stranên kurdî li derveyî welatê xwe de lîstin.

Di sala 1975’an de,wek serokê beşa mûzîk û stranbêjiya kurdî li radyoya Bexda (Beşê kurdî ) hat erkdarkirin  û yekemîn koma muzîkê ya ji endamên ciwan ava kir, ku tê de cureyên stran û muzîka kurdî pêşkêş dikirin.

Herwiha beşdarî gelek festîvalên hunerî li hundir û derveyê Iraqê, başûrê Kurdistanê bû û çendîn stran û sirûdên netewî ji bo radyo û televizyonê tomar kirin.

Di sala 1978’an de ji bo ku bibe balyozê stran û hunera Kurdî çû Ewropayê, li Brîtanyayê li ser sehneyên London, Birmingham û Walesê konsertên stranbêjiyê pêşkêş kirin, piştre li Fransayê konsertên serkeftî li Parîs û bajarên din ên Fransa li dar xistin û bi beşdariya gelek kurd û Iraqiyan. Herwiha li Avusturya  jî bi tevlîbûna hunermend Gulbuhar û koma muzîka kurdî konsertên hunerî li dar xistin û li Viyana û Lînzê bernameyên taybet û berbiçav pêşkêş kirin.

Îsa Berwarî di heyama karê xwe yê hunerî de gelek xelat û rêzdayîn ji Wezareta Çand û Ragihandinê ya wê demê ya Îraqî wergirtin, herwiha, şaredarê Paris jî madalyaya zêrîn da wî wekî rêzgirtinek ji bo xebat û hewldanên wî yên di naskirina hunera kurdî ya resen , li nav gelê fransî , û di xurtkirina hebûna wê li nav civakên çandî yên navneteweyî de.

Hunermend Îsa Berwarî ligel hejmareke mezin ji hunermendên navdar ên Kurd re jiyaye û bi wan re ezmûnên dewlemend di(stranên hevpar) duetanên stranbêjiyê de derbas kiriye , ku di dewlemendkirina dîmena hunerî ya kurdî de rolek girîng lîstin ,ji nav wan:(Mihemed Arif Cezrawî, Gulbuhar, Tehsîn Taha, Mihemed Teyîb Tahir, Nisrîn Şêrwanî, Ebdo Elanê, Eyşe Şan, Erdewan Zaxoyî, Salih Amîdî û yên din).

Bi vî awayî ,Îsa Berwarî dengekî nemir ma û di  rewaha û şêwaza xwe de di navbera resenîya mîrata gelêrî, ruhê hunera neteweyî û kûrahîya hestên kurdî de hevahengiyek pêk anî û li pey xwe mîrateyek muzîkî ya xurt di bîra strana kurdî de hişt,  ku bibe yek ji sembolên wê û çirayek ku di rêwîtiya wê ya çandî û hunerî de navemire.

Ji bo Îsa Berwarî, strana netewî ne tenê derbirîneke hestyarî ya derbazbûyî bû, lê hişmendiyek kûr a hunerî ya neteweyî bû, hişt ku ew stranê weke amûreke parastina nasname û berxwedanê li hember jibîrkirinê binirxîne, dengê wî giraniya dozê û rastiya girêdanbûnê hilgirtibû, di navbera hêsaniya awaz û kûrahiya peyamê de hevsengiyek afirîner çêdikir bû.

Bi girêdana stranên xwe yên bi ax, welat û azadiyê re,wî roleke girîng lehîst di xurtkirina strana netewî ya Kurdî weke parçeyekî bingehîn ji bîreweriya çandî ya civakê , lewra dengê wî bû pira girêdana mîrata kevneşopî û peyama neteweyî û belgeyeke hunerî ya ku piştrast dike ku hunera Kurdî dengê gel, nasnameya netewe û banga azadiyê ye.

Îsa Berwarî ne tenê hunermendek an stranbêjek bû, lê belê bestekar, nivîskar û muzîkjenek hevgirtî bû.

Ew yek ji stûnên strana kurdî ya kevneşopî ye û xwediyê dibistaneke hunerî ya taybet bû , ku ji aliyê resenî û kûrahî ve dihate nasîn û ev şêwaz alîkar bû di xurtkirina taybetmendiyên stranbêjiyê kurdî û parastina ruhê wê di nav nifşan de.

Ji çavkaniyên wî yên hunerî yên xweşav  gelek hunermendên Kurdistan jê vexwartine , û ji ruhê strana kevneşopî ya kurdî û gewhera hunera resen a kurdî  îlhama girtine ,lewra stran, awaz û şêwazê wan dewlemend kirine,  ji ber vê yekê dibistana hunerî ya Îsa Berwarî wek lêvegerek zindî ji bo nifşên pêşerojê bimîne.

Îsa Berwarî dengekî dilsoz ê welatê xwe ma, xem, bîr û nasnameya gelê Kurd di awazên xwe de hilgirt, strana wî ne şehyanek hunerî bû, lê helwest û girêdanek bû, ku bi wê yekê ziman û mîrata xwe parast û muzîk kir welatek, û stran kir bîranînek zindî ku nayê venamirandin , da ku peyama wî ya hunerî di wijdanê nifşan de zindî bimîne.

Hunermendê Kurd Îsa Berwarî di 1’ê Tebaxa 2002’an de li bajarê Dihokê di şêst û neh saliya xwe de koça dawî kir, Cenazeya wî li Dihokê bi merasîmeke bi heybet hate veşartin , bi  beşdarbûna hezkir û hevrêyên wî, tevî ku rewşa ewlehiyê rê li ber beşdarbûna gelek hunermendan girt.

Piştî 12 salan, di sala 2014’an de, mala wî li Mûsilê rastî êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê hat, ku tê de pirtûk, kaset û tomarên wî hatin şewitandin, û milkê wî hat talankirin, ev bûyêr giraniya kêşeyên mezin ên ku mîrata hunerî ya kurdî rast tê, diyar dike û û tekezî li ser giringiya parastina mîrateya hunermendên ku bi dengê xwe û çanda xwe peyama gelê kurd hilgirtine di nav nifşan de.

Bi çûyîna wî, gelê kurd yek ji stûnên sereke yên strana kevneşopî ya resen, û dengek ku giyan û pakiya strana folklorîk parastiye ji têkçûn û jibîrkirinê  winda kir.

Hunermend Îsa Berwarî ne tenê  pêşkêşkarekê stran û awazan bû, lê belê ew parêzvanê bîra stranbêjiyê ya kurdî bû, wî mîrata kevneşopî veguhaste nifşan bêyî ku resenîya wê winda bike, da ku mîrateya wî bibe şahidek li ser nemirîya hunera resen di nav dilê gelê kurd de.

Îsa Berwarî mîrateyek hunerî ya dewlemend li pişt xwe hişt ku di nav xwe de bi sedan stranên folklorî, kevneşopî û neteweyî digire, bi vê mîrateyê, wî berhemên muzîkî yên kurdî dewlemend kir û hebûna stranê ya resen di bîra çandî de xurt kir, wek beşek bingehîn ji nasname û hesta kurdî.

Îsa Berwarî dê her dem di bîra tevahî gelê kurd de zindî bimîne, wek dengek ku rayê xwe di wijdana wî ya çandî de berda be, û bibe çiraxek ji bo nifşên pêşerojê di parastina resenîya stranên kurdî û ruhê hunera kurdî de, wek mîrateyek zindî ku bi demê re kêm nabe û bandora wê qet namire.

Ji bo ruhê wî yê pak rûmet û mandarî û ji bo afirînerî û mîrateya wî ya hunerî mayînde û domarî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.