Lîloz Hisên/Qamişlo
Endamê Meclisa Taxa Hilêliyê Reed Mihemed diyar kir projeya wan ya hilgirtina barê paqijiyê û komkirina çopê di nava taxa wan de, wê bi destekdayîna gel bi ser bikeve û got; “Em hêvî dikin ku projeya me di taxa Hilêliyê de dest pê kiriye, bibe mînak ji her meclis û komînên bajarê Qamişlo.”
Meclisa Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo pêşîniyarek bi armanca baştirkirina paqijiya taxê û komkirina çopê pêşkêşî şaredariya Gel a Bajarê Qmaişlo kiribû. Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ev pilan qebûl kir û ji bo serkeftina vê pilanê hazirtiya xwe diyar kir. Meclisa Hilêliyê çar komîn girêdayî wê ne (Şehîd Serhed, Şehîd Sebirî, Şehîd Orhan û Şehîd Hebûn). Di taxa Hilêliyê de zêdetirî 5 hezar malbat û firoşgeh hene. Di heman demê de avahiya serke ya Zanîngeha Rojava cihê wê li vê taxê dikeve, wekî din 5 dibistan in. Herwiha tax ji du beşan pêk tê: Hilêliya Jorîn û ya Banî.
Ji bo ku agahiyên zêde li ser vê mijarê bigrin dest, endamê Meclisa Hilêliyê Reed Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Reed Mihemed di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku projeya wan wekî alîkarî û piştgiriya şaredariyê di aliyê paqijiyê de ye û wiha berdewam kir: “Di Qamişlo de nêzî milyonek kes lê dijî, ji bilî cihêrengiya pêkahteyan û çandên wan yên cuda herwiha koçberên di encama kirîza Sûriyê de ku tê de bi cih bûn, di vir de hilbet dê barê paqijiya barjêr zehmet be û bi kêmasî û pirsgirêkên mezin rû bi rû bimîne, ji ber vê yekê wekî meclisa taxa Hilêliyê me projeya hilgirtina karê paqijiyê pêşkêş kir, ev yek piştî ku me dît valahiyeke di vî warî de derket holê, di heman demê de gelek komkirên çopê di nava taxê de zêde bûn.”
‘Şaredariyê haziritiya pêşkêşkirina alîkariyê da me’
Mihemd wiha anî ziman: “Di destpêkê de me proje pêşîniyarî şaredariyê kir, me nîqaş kir, piştre hat erêkirin û ji hêla xwe ve şaredariyê hazirtiya pêkêşkirina alîkariyê ji bo dabînkirina pêwistiyan diyar kir. Bi vê yekê barê paqijiyê û komkirina çopê me hibigirt li ser milê xwe herwiha bi alîkariya şêniyên taxê, bi vê yekê em ê karîbin barê şaredariyê sivik bikin, ji ber ku karê ku dikeve ser milê şaredariyê pir zehmet e bi taybet di vê rewşa ku em tê de derbas dibin. Wekî her kes dizane jî karê çopê pir giran e.”
Dabînkirina alav û erebeyên barkirina çopê
Reed Mihemd diyar kir ku ji bo pêkanîna projeyê şaredariyê alavên paqijiyê ji wan re dabîn kir û wiha berdewam kir: “Da ku em projeyê pêk bînin, şaredariyê ji me re alav û erbeyên paqijiyê dabîn kir, lê wekî sîstem ji bo şopandina kar û xebatan dikeve ser milê meclisê. Niha 4 terektor gel me ne herwiha me daxwaza bendozerekê kir ji bo hin komirên çopê yê kevin jî rakin. Komîteyek ji pênc kesan pêk tê, hat ava kirin, ji xwe ev komîteyê dê li ser şopandin û sîtema projeyê raweste. Hejamara karmendên paqijiyê 16 ne her çar karmend ji bo terektrekê dixebitin û karê paqijiyê dikin. Lê niha tenê 4 karmendên taxê di nava xebatên paqijiyê de ne û yên din ji ber demsala çinînên ne li ser karê xwe ne, ji bo ku ev ne be pirsgirêk, şaredariyê ji hêla xwe ve karmend dabînkirin ji bo ku valahî çênebe û dê dema karmendên din vegerin wê dest bi xebatên xwe bikin.”
‘Bi destekdayîna gelê dê ev proje biserbikeve’
Reed Mihemed di axaftina xwe de banga destekdayîna gel kir ji bo serkeftina projeyê û wiha got: “Em bi gelê xwe bawerin, ji ber ku dema gel bi me re bin wê projeya me biser bikeve. Ji xwe taxa Hilêliyê taxeke mezin û firehe, tê de zêdetirî 5 hezar malbat jiyan dikin. Em hêvî dikin ku gelê me jî alîkariyê bi me re bikin û dengê xwe bide me heya ku em vê projeya xwe pêşbixin û piştî rakirina komirên çopê yên kevin em ê sîstemek nû jê re deynin. Niha rewşa paqijiyê ji berê baştir bûye. DI pilanên me de yên bê de, em ê bernameyekê ji bo pêşxistina çanda paqijiyê di nava gel de pêş bixin, ev yek jî di rêya dayîna semîneran di nava komînan de, wê pêk bê.”
‘Rojane kar û xebatê paqijiyê tê kirin’
Endamê Meclisa taxa Hilêliyê Reed Mihemed di dawî de wiha anî ziman: “Rojane kar û xebatên paqijiyê li taxê tê kirin, pirsgirêk û astengiya ku em êşê jê dikşînin ew e ku cihê avêtina çopê li Girê Reş e û ev cih pir dûr e, herwiha terektorên bakirina çopê carekê tenê diçe û bi seatn dimînin heya ku çopê vala dikin ev jî pirsgirêkek din e. Ji hin astengiyên din jî ku em pê re rû bi rû dimînin, kevnbûna alavên paqijiyê ye û ji ber çûn û hatina rêyên dûr pir xirabûn tê de çêdibe. Ji bo ku ev proje pêş bikeve jî çi xirabûna di alav û erebeyên paqijiyê de derkeve şaredariyê ev bar hilgirt ser xwe, di heman demê de dabînkirina mazot û zeytê jî ji hêla şaredariyê tê dabînkirin. Heya Rêya serke a Hîzamê û ji çerxerêya Yûsifê Gulo heya çerxerêya Osman Sebirî jî girêdayî me ne û em bi karê paqijiya wê dikin. Em hêvî dikin ku projeya me destpê kiriye li Hilêliyê bibe mînak ji her meclis û komînên bajarê Qamişlo, ev yek jî ne bi hêsanî ye, lê dibe ku proje demeke dirjê bikeve heya biser bikeve.”






