Lîloz Hisên/Qamişlo
Cotkarên ji gundê Gir Sor yê girêdayî bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku ji ber şewata zeviyên wan, zerareke madî ya mezin gihaşt wan û gotin, “Zevî şewitîn û me zerareke pir mezin dît. Pêwîst e em bên qerebokirin.”
Demsala çandiniya îsal ne wekî salên berê bû ku bi hişkesaliyê derbas dibû. Îsal ji ber barana zêde ku bariya demsaleke çandiniyê ya bi xêr bi xwe re anî, ev yek hişt ku hêviyên cotkaran jî ji nû ve çêbibe, lê ji ber bûyreyên agir ku di demên dawî de bi gelek zeviyan û rûberên fireh yên erdên çandiniyê ket, hêviyên van cotkaran hilwişiya, di nava van erdan de li gundê Gir Sor yê girêdayî gundewarê Qamişlo nesîbê xwe ji agir jî bir, ku di encama pêketina agir bi zeviyan derdora 400 çewal ji berhemên ku hatin çandin şewitîn, ev berhem derbara sereke ya zêdetirî 20 malbatên ku di gunde dijîn, bû.
Agir bû sedema windahiyên mezin bo cotkaran

Derbarê vê mijarê de cotkarê bi navê Elî Îbrahîm ku ji gundi Gir Sor e ji rojnameya me re tekez kir ku ji ber agirê ku bi erdê wan ket windahiyên mezin bo wî û çend cotkarên din ji gund bi xwe re anî, herwiha diyar kir ku rûbera erdê wî tenê gihaştibû 150 donimî û piraniya wê ji ber agir şewitî.
Elî Îbrahîm behsa lêçûna çandiniya îsal kir û wiha anî ziman: “Lêçûna çandiniyê ji kirîna tovan û gubreyê gîhaşt 2 hezar û 500 dolarê Amerîkî. Min erd ji xwediyekî erd kirê kir, lê hemû lêçûna çandiniyê ji tov, gubre û pêwistiyên helberînê li ser min e, ji xwe qezenca ku ji dawiya çandinê bihata wê di navbera min û xwediyê erd de ba. Şewata ne tenê gîhaşt erdê min, lê rûbereke mezin ji gundê me hat şewitandin, ez texmîn dikim ku derdora 400 çewal ji zeviyên çanidniyê hat winda kirin, agirê ku bi erdê me ket, wextî gihaştba cihên din, lê bi hewldanên gundiyan rê li ber belavbûna wê hat girtin.”
Elî Îbrahîm kêmbûna îmkanên ji bo bûyerên rûdana agiran rexne kir û wiha got: “Tevî meznahiya agir û berfirehbûna wê, tenê sarîceke agirkujê hebû, sarîca agirkujê neçar dima ku bi awayekî dubare biçe avê dagire û vegere, vê yekê hişt ku agir belav bibe û bibe sedema zirarê. Divê sê an çar sarîcên agikujê ji bo rûdana agir bên dabîn kirin.”
Elî Îbrahîm îşaret kir ku tenê ji erdê wî 20 donim maye, tevî zirara madî ya ku gihaşt cotkar wê qezenca vê rûberê mayî bide xwediyê erd, ji ber ew dibîne ku xwediyê erd bi awayekî mezin zirar dîtiye û ji mafê wî ku ji zeviyê mayî sûd bigre û wiha gotina xwe qedand: “Aliyên peywendîdar ji kesên ku erdê wan şewitiye daxwaz kirin ku navê xwe li Navenda Îrşada Çanidniyê tomar bikin, da ku tezmînatê bidin wan, lê heya niha cewherê tezmînatê û mekanîzmaya dayîna wê nehatiye zelalkirin.”
Daxwazên xizmetguarî ji bo rûdana agir

Ji aliyê xwe ve cotkarê bi navê Fener Xalid ew jî ji heman gundî ye destnîşan kir ku windahî û zirareke mezin gîhaşt wî û wiha anî ziman: “Rûbera erdê ku min çandibû gihaştibû 300 donimî, lê agir hemû zevî şewitandin. Di heman demê de lêçûna çandiniyê di desmsala heyî de pir bilind bû, ne tenê di kirîna tovan de, lê belê di kirîna gubre, dermanên çandiniyê û pêwistiyên hilberînê jî. Min nêzî 5 hezar dolarê Amerîkî lêçûn da, herwiha erdê ku min çandiniye ne yê min e, lê min ji kesekî din kirê kiriye, ji xwe hemû lêçûna çandiniyê li ser min e û qezenca di dawiya demsalê de bi nêvî ye.”
Fener Xalid destnîşan kir ku demsla îsal baş bû, lê agir bû sedema windahiya hemû zeviyê wî, îşaret kir ku agir ji deraseyekê ku dema dixebitî derket û di encamê de bi awayekî lez di nava zeviyan de belav bû di heman demê de derengbûna gihaştina cihê agir rexne kir û wiha got: “Ji ber kêmbûna çavkaniyên berdest agir bi lez belav dibû. Li cihê qezayê ji ber şok û dûmanê pirsgirêkek giran a tenduristiyê bi min re çêbû û neçar mam ku bi alîkariya hin gundiyan xwe bighînim nexweşxaneyê, gerek ambolansên tenduristiyê di van bûyeran de jî amade be. Di heman demê de jî yek ji gundiyan dema ku beşdarî vemirandina agir bûye şewitiye û ji ber şert û mercên dijwar û berfirehbûna dûmanê ew nikarîbû kesekî bibîne ku tavilê alîkariya wî bike.”
Fener Xalid diyar kir ku aliyên peywendîdar ji kesên zirardar xwestine ku navên xwe, rûbera erdên ku bandor bûne û navên xwediyên wan tomar bikin. Lêbelê, hûrguliyên tezmînatê û mekanîzmaya dayîna wê hîn nehatine zelalkirin. Herwiha tekez kir ku cotkar li benda piştgiriyek rastîn in da ku beşek ji windahiyên xwe tezmîn bikin û daxwaz kir ku rêjeya tezmînatê ne kêmî ji sedî 75 be.
Fener Xalid wiha avaftinên xwe qedand: “Em dixwzin ku di demsala çinînê hazirtiyên awarte û ambulansê li herêmên çandiniyê xurt be herwiha sotemniyê ji me dabîn bikin. Kantona Cizîrê bi awayekî sereke xwe dispêre çandiniyê, pêdiviya vê yek jî bi parastineke xurtir bo cotkaran û zeviyên wan heye.”






