Ayşa Silêman/ Dêrik
Kelhê yek ji gundên kevnar yên bajarê Dêrikê ye û bi gundê koçeran tê naskirin, li gorî zanyariyan ew di navbera salên 1920 û 1930’î de hatiye avakirin û niha nêzî 80 malî li gund hene.
Jiyana Gundan
Jiyana gundan şêwazekî jiyanê yê yekgirtî ye ku bi temamî li ser bingeha girêdanbûna bi xweza, ax û ajalan re ava dibe û pergala wê ya aborî û civakî ji ya bajaran gelekî cûda ye. Ev jiyan bi giranî li ser bingeha çandinî û ajaldariyê dimeşe, ku cotkar di demsalên cûda de genim, ceh, zeytûn an fistiqan diçînin û ji bo dabîna xwarin û dahat malbatê jî heywanan xwedî dikin. Di vê navberê de, rola jinê di zindîmayîna jiyana gund de pir bingehîn e, ji ber ku jin ne tenê di karên malê û çêkirina nanê tenûrê de, lê di heman demê de li nava zeviyan, di dema doşandina sewalan û berhevkirina berheman de jî mil bi milê mêran kedeke bêhempa didin. Her wiha gundên koçeran hertim xwedî taybetmendiyeke cûdaye ji ber ku jin xwedî roleke serekeye.
Dîroka avabûna gundê Kelhê
Ji ber ku gundê Kelhê ji aliyê civakî ve gundekî koçerî ye, dîroka avabûna wî ne wekî bajar an qesrayên dîrokî bi rojek an saleke fermî ya diyarkirî dest pê dike. Lê li gorî zanyariyên devkî, dîrokî û çavkaniyên herêmî yên devera koçerata gundê Kelhê di navbera salên 1920’an heta 1930’î hêdî hêdî ber bi gundbûnê ve çûye, sala 1941’an bi awayekî fermî bûye gund. Piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî û xêzkirina tixûbê fermî di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de koçerên herêmê êdî nekarîbûn bi rehetî her sal herin zozanên Serhedê. Ji ber vê yekê, wan dest pê kir ku li deverên xwe yên germiyanê xaniyên ji herî û keviran ava bikin û bi cih bibin.
Parastina mîrsa koçerî
Gundê Kelhê dikeve Başûrê Çiyayê Qereçox, nêzî tixûbê Başûrê Kurdistanê û herêma Şingalê dikeve. Kelhê gundekî xurû kurd e, şêniyên gund ji êla koçerên Mîran, Kiça, Şerabî, Cibîrî, Teya, Abasî, Xerza û Alika ne. Jin û mêrên gund heta îro parastina cil û bergên folklor ên koçeriyê dikin. Hunera Dengbêjiyê û gotina stranên gelêrî yên koçerî di nav jiyana wan a rojane de cihekî pir mezin digire. Gundê Kelhê yek ji wan deveran e ku kaniyên petrol û gazê lê hene û di aboriya herêmê de xwedî cihekî stratejîk e. Ji ber ku bingeha gund ji niştecîbûna malbatên koçer pêk tê ku berê di konan de dijiyan û paşê bi cih bûn, hejmara malan di asta gundekî navîn de ye derdora 50 heta 80 malî tê texmînkirin, lê di dema berê de hijmaran wan gihişt 200 malî, lê piraniya wan berê xwe dan paytexta Şamê da ku debara jiyanê bikin. Piraniya malbatan ji eynî êlê ne û pewendiyên wan ên xizmtiyê pir xurt in.
Jiyana Aborî
Di dema berê de piraniya gundiyan bi sewalan re mijûl dibûn û kesê di gund de dema pezê wan neban, malbatên xwedê pez bi wan re dibûn alîkar di biharan de çend pezê xwe didan wan da ku debara jiyana xwe bikin. Jiyana aborî ya gund li ser du stûnên sereke ava bûye; Xwedîkirina Sewalan ji ber ku koka wan koçer e, şivantî û xwedîkirina pez karê wan ê sereke ye ku pê debara xwe dikin firotina şîr, mast, penêr û hwd. Çandiniya Bejî: Di deşta berdar a devera Dêrikê de çandiniya genim, ceh û nîskan dikirin. Jiyaneke sade, xwezayî û bi hevkarî birêve diçe. Jin di karên malê, çêkirina berhemên şîr û çandiniyê de mil bi milê mêran re dixebitin.
Di dema berê de dema şahiyek di gund de çêdibû bavê zava li malên gund digeriya û ji gundiyan re digot ku ez ê kurê xwe bizewicînim û gundî jî pê re dibûn alîkar her yek li gor derfetên heyî pez didanê de, yê ku pezê wî neban yan çiwalên genim yan pere didanê piraniya dawetê li ser gundiyan bûn ji ber ku rihê komînal zêde bû, lê niha bi demê re ev yek winda bûye, lê tevî hemû şert û mercên heyî gundên koçeran hewil didin xwedî li çanda xwe derdikevin û wê ji tunebûnê diparêzin.






